Diyarname
Konseya Dadgeha Bilind a Iraqê biryara girtina 3 partiyan da. Dadgehê biryar da ku navendên wan bêne girtin.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Partiya Azadiya Civaka Kurdistanê/Tevgera Azadiyê ji aliyê konseyê ve hatin girtin. Wekî sedem jî PKK hat nîşan dayîn. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 23'yê tîrmehê ferman şandibû ji bo saziyên dewletê û gotibû ku ji bo PKK'ê peyva "rêxistina derzagonî" bê bikaranîn.
Ji partiyên ku hatine girtin Tevgera Azadî ksalên borî beşdarî hilbijartina Iraqê bûbû.


