Diyarname
Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîn ya Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatîya wî da malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe.
Ew, di sala 1959'aan da dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji mektebê ber didê. Di salên xwe yê mektebê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an da dest bi dengbêjîtîyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Libnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûdê du sal dersên muzîkê distînê.
Di sala 1972'yan de bi hinek hevalên xwe re bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’yan de derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendên kurdên ên din re saz dike.
Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê "Ay Gewrê" derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçavkirin. Ser wê yekê carek din berê xwe da Iraqê û di nav refên pêşmergeyan da cîhê xwe digre.
Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê çend salan mamostetiyê jî dike. Demek şûnda rejîma Îranê jî Şêxo wekî dijberê rejimê dihesibîne û der heqê wî de biryara binçavkirinê digre. Ji ber vê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirinek mezîn tê pêşwazîkirin.
Dewleta Sûriyê ji têkilîya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwê yên herî baş li haps û zindanan da dibêje û di kilam û stranên xwe da derd û kulên gelê xwe û daxwaz û bawerîyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman.
Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.
Ji albumên Mihemed Şêxo 14 jê li Stenbolê ji Kom Muzîkê di beşa ARŞÎV'ê de careke din hatin weşandin û gihîştin ber destê hezkiriyên wî.
Mihemed Şêxo di 9'ê adara 1989'an da çû ser heqîya xwe. Li Qamişlo 70’ê hezar kes beşdarî merasima cenazeya wî dibe ku hezkirine wisa berê di dîroka kurdan de nehatibû dîtin.
Hin albumên wî:
- Ay Gewrê
- Ay Lê Gulê
- Cana min/Sînem
- Dil Perîşanım
- Gulîzar
- Ey Felek/Kewê
- Ême
- Nesrîn
- Nalinêk
- Koçê Me Barkir