Wekî salên borî, îsal jî komek pirtûkên bi kurdî derketin. Me jî wekî malpera Diyarnameyê xwest ku nivîskarên me berê xwe bidin alî pirtûkên 2011'an.
Di vê xebatê de her nivîskarê Diyarnameyê ku bixwaze, li gor dilê xwe dê pirtûkekê hilbijêre (dibe ku ew pirtûk jê re pirtûka herî serketî ya salê be, yan jî, ne ya herî serketî, lê ya herî zêde jê hez kiribe) û gotara xwe lê bike.
Bi vî awayî emê bikin ku berê naynikê bidin ser hinek pirtûkan, dibe ku em bikaribin ji bo xwendinê balê bikişînin ser van pirtûkan û keda me bikeve nava wêjeya kurdî û pêşketina berhemên bi kurdî.
Ji bilî nivîskarên Diyarnameyê, nivîskar an xwendevanên din bixwazin di vî warî de nirxandineke bikin ew jî dikarin binivîsin ku emê nivîsa wan binirxînin.
Edîtoriya Diyarnameyê.
Hûn dikarin nivîsên xwe bişînin ser van e-mailan:
Cemil Oguz:
cemilo@diyarname.com
Dawud Rêbiwar:
rebiwar@hotmail.com