Ji nav pirtûkên sala 2011'an emê berê xwe bidin sê çîrokan.
Nivîskarên Diyarnameyê pirtûkên salên 2011'an dinixînin lê min xwest ez ji sê pirtûkan qala sê çîrokan bikim. Di dawiyê de nebû, ji sê çîrokan jî derbas bû; vane sê çîrok û tiştên lê zêde bû.
AUSLANDER BEG
Ji bo yên nizanin: "Auslander Beg" navê pirtûka çîrokan a Helîm Yûsiv e. Lehengê Yûsiv kurdek ji welatên xwe rabûye wekî penaberek çûye Almanyayê. Ji ber "Auslander" tê wateya biyanî navê wî jî dibe "Auslander Beg" yanê "Biyanî Beg" û pirtûk qala çîroka wî dike.
Helîm Yûsiv ji çîrokên xwe yên berê zimanek cudatir bikar aniye. Zimanek gelek sade, notên ji jiyana rojane. Dema mirov dixwîne, mirov dikare bibêje "her kes dikare van binivîse" lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Çîrok diherike, lê carinan wisa tê cihekê jixweber mirov dibêje; "Bijî, ev tişt çawa hatiye bîra wî."
Erê pirtûkek çîrokan e "Auslander Beg" lê mirov dikare wisa jî lê binêre: Rastiya jiyana penaberek/penaberan jî baş nîşan dide. Ji bo vê pirtûkê wekî rojnamegerî ji derdorê agahî hatine berhevkirin, yan jî çavdêriya wan agahiyan haitye kirin, lê bi çavê wêjevanekî hatiye rêstin.
Di dema xwendinê de ez gelek bi çîrokên Auslander Beg şa bûm, ez gelek keniyan jî di gelek cihan de. Di dema biryara nivîsandina li ser pirtûkê de min nizanî ezê qala kîjan çîrokê bikim, lê "Auslander bi îngilîzî zane", "Auslander Beg, Sen Turk Musun?" û hin çîrokên wisa hebûn di nav neqandinên min de ku min dixwest li ser ji wan yekê binivîsî; lê dema ez gihîştim dawiya pirtûkê; dema jina Auslander Beg mir, zaroka wî sêwî ma, wê çaxê min devê pirtûkê ku heta niha gelek çîrokên wî bi ken min xwendibûn vê carê ez giriyam. Ez dibêjim her kesek piçek hîs pêre hebe, bi ser de jî bav be bi xwendina vê çîroka dawî ya pirtûkê re dê bigirî.
Gotina dawî: Bi "Auslander Beg" Helîm Yûsiv ji şêwaza xwe ya berê ya çîrokan berê xwe daye rêyek din. Ev nayê wê wateyê dê her wisa be, ez dibêjim carinan ceribandinên cihê jî lazim in.
Bi ya min ne hewceye mirov pirtûkên dinyayê û yên xwe bide ber hev; qala yên dinyayê bike û were ser mijara xwe. Bi ya min tiştê muhîm ev e: Dema we pirtûkek (ha çîrok, ha roman) xwend, wê pirtûkê çiqas we ber bi nava pirtûkê ve kişandiye, çiqas heyecan daye we muhîm e. Ger we bi coş pirtûk xwendibe heta dawî, wê çaxê ew serketî ye. Ez wekî pirtûkek serketî bi nav dikim "Auslanden BEg"î.
DI MORGÊ DE
'Di morgê de' navê çîrokek nivîskar Çiya Mazî ye ku di pirtûka wî ya dawî "Bahol" de ye. Ji berê de min ji çîrokên Çiya Mazî hez kirine. Nizanim, dibe ji nav jiyanê ew kîteyan pêşkêş dike loma. Lê texmîna min ew e ku Mazî di Baholê de asteke din çîroka xwe ber bi jor de biriye. Ji çîrokan diyar e zor daye xwe, heta kariye ji xwe re li teknîkên nû geriyaye ji bo honandina çîrokên xwe. Mînak çîroka "Însizê Benderuh".
Mirov dikare qala çend çîrokên "Bahol"ê bike lê di van rojên ku li Amedê û Şirnexê, di kolandinan de termên kesên hatine windakirin têne dîtin de, lehenga Çiya Mazî jî ji bo mêrê xwe bibîne dikeve nav lêgerînê, lê xwe di morgê de dibîne. Morga sar, ya bi tirs, morga ku Ecdad bi saxî xistine dolabê û deng ji dolabê tê.
Ez nikarim qal bikim, lê divê hem "Di morgê de" hem jî çîrokên wî yên din bên xwendin.
PISPETIST
Bifikirin hûn li Amedê ne. Em bibêjin hûn di salên 90'î de ne. Tirseke giran xwe bi ser bajêr de girtiye. Her tişt bi veşarî tê kirin, axaftin bi dizî, hema bibêje li ser meseleyan bi piste qist tê axaftin. Di "Pistepist"a Sîdar Jîr de jî ev heye; atmosferek wisa heye. Atmosferek ku di dema xwendinê de jî mirov ditirsîne. "Pistepist" yek ji çîrokên Jîr e ku di pirtûka wî ya dawî "Dozdeh Çirk" de hatiye weşandin. Bi ya min navê pirtûkê dikaribû "Pistepist" ba û dê ji "Dozdeh Çirk" xweşiktir ba jî.
Li kuçeyê keçikek êvaran her ku mêrek dibîne êrîşê dike, birîndar dike, lê bêyî ku bikuje lêdixe diçe. Û wisa efsane dest pê dike; pêre pistepist dibe hakimê bajêr. Heta dawiya pirtûkê favoriya min "Pistepist" bû lê di dawiyê de dema min çîroka "Rev" xwend, wê çaxê careke trajediya me kurdan xwe bi ser Sûrên Amedê de werkirin jêr. Ez di nav "Rev" û pirstepistê de hatim û çûm.
Ez dibêjim Sîdar Jîr asta çîroka xwe ji pirtûka xwe ya berî vê "Giyanên Stewr" heta niha gelek ber bi jortir biriye.
Belê, wekî gelek kurd î ez jî her sal ji pirtûkên nû derdikevin ne hemû bin jî gelekan jê dixwînim. Ji sala 2011'an ev sê çîrok ji min re man. Divê ez notek lê zêde bikim: Dawud gelek qala romana Îrfan Amîda dikir lê min hê jî nekariye bixwînim.
***
Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:
- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê
- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL
- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)
- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin