Her sê pirtûk ji hin hêlan ve xwedî taybetiyan in. Ji lewre* ji nirxandina pirtûkan madetir ez ê hewl bidim wan taybetiyên ku xwe di serê min de dane der dest nîşan bikim.
FEQIYÊ TEYRAN
Ronî War, xwe lê xweş kir, berhemên çanda devkî –xwest- ji nû ve lê bike. Ev tercihek e.
Min bi tenê romana bi navê Feqiyê Teyran xwend. Zimanê Ronî War zimanekî xweş e. Ev xweşikbûn, bi safîbûn û herikbariya xwe balê dikişîne. Piştî min roman xwend min bi vî awayî xweziya xwe anî:
- Xwezî Ronî War, bi heman zimanî, tiştekî din lê bikira, babet çibûya jî ne xem bû; ê ew ziman besî min bûya.
Ji bo çi?
Hin destan û berhem ji folklorê wêdetir wateyan vedihewînin. Ew berhem di heman wextê de parsû û beşên dîrokê ne ku însan dikare bi şîrovekirina wan re bigihîje gelek encaman. Mem û Zîn, bûye taca Memê Alan.
Gelo “Feqiyê Teyran” çi li Feqiyê Teyran zêde kiriye? Min bersiva vê pirsê di berhema Ronî War de nedît.
Nivîsîna berhemên wisa ji alî dem û kedê ve gelek zor e; paşxaneya berheman û karekteran, mercên dîrokî ên wan qonaxan muhîm in. Ji berhema War xuya ye ku ev ked nehatiye dayîn, tu lêkolîn nehatine kirin. Xeletiyên mantiqî ên gelek basît hatine kirin ku îhtîmal e hin xwendevan ji wan xeletiyan hin beş û rastiyên dîrokî jî bi xelet têbigihîje. Yek mînakek bes e da em ji vê hêlê ve rexneyeke li cih li berhemê bigirin:
Mîrê ku di berhema War de, Mîrê Cizîra Botan e. War, di berhema xwe de her destnîşan dike ku li wî mekanî sêsed û şêst û şeş medrese hene. Baş e, heger ku xwendevanek biyanî di berhemekê de agahiyeke wisa bixwîne ê çi di serê wî/ê de xwe bide der?
Yek, ilm û zanîn li wî ciyî pêşde çûye.
Didu, rêveber û mîrekî ne ji rêzê ne.
Sisê, têkiliyên însanan jî ji heman rastiyê bi şikil dibin.
Ji bo vê ne hewceyê lêkolînên dûr û dirêj e jî; îro jî bajarên ku zanîngeh lê zêde ne û ên zanîngeh lê nîn in naşibin hev.
Lê War, Mîrê Cizîra Botan xistiye halek wisa ku di dest Tûma (Bekoyê berhema War e) de bûye pêlîstok! Heger ku ew mîr mîrê herêmek din bûya an wekî rastiyeke edebî bihata bi gewdekirin mesele tune bû. Ev xeletiya honakî bi tenê bes e da kesên xwe li nivîsîna berhemên wisa digirin kumê xwe daynin ber xwe.
Ji derî vê, xeletiyên mantiqî ên din jî hene. Derbarê Tûma de jî pirs hene ku bê bersiv in.
LI DÊRÊ
Heya niha yek ji problemên edebiyata me jî rastiya mekan-nivîskar bû. Gelek nivîskar li derî welêt bûn lê rihê wan her welêt bû. Yek ji van nivîskaran jî Hesenê Metê ye. “Li Dêrê” tercih û biryarek nû ye ji bo Hesenê Metê.
Xwendevanên Hesenê Metê şok bûn. Hezkiriyên wî, hinekî jî ji diltenikiyê, bi awayek xeyalşikestî Li Dêrê nirxandin.(Reneyên li berhemê rexneyên cidî bûn)
Bi gotina H.Kovan Baqî “Hesenê Metê xwe kuşt.” Lê ev kuştin, bêtir, ji alî şêweyê ve ye. Kuştinên edebî carna bûne sedemê têkçûnê carna jî bûne sedemê pêşdeçûyînên mezin. Di serî de ev ji bo nivîskaran rîskek e. Xuya ye Hesenê Metê xwe li rîskê girtiye. Heger ku nêzîktêdayîna min rast be, me divê em li benda berhema bê ya Hesenê Metê bin. Ew berhem dê bibe nîşan bi guherîna şêweyê û nêziktêdayîna nû re çi bandorê xwe li nivîskariya Hesenê Metê daye der.
Me behsa rexneyan kir ku cidî bûn; belê şêwe û honak tercîhên nivîskêr in lê lez û bezî di berhemê de bûye sedemê valahiyek mezin.
Lehengê romanê li welêt evîndar e, ev ji alî rihî û derbirînê ve nehatiye honandin. Bi vegotinên sayakî hatiye dayîn. Leheng ku tê Swêd ji nişke ve diguhere! Evîneke nû xwe lê dide der. Honandina evîna nû jî ji xatirê evînê wêdetir, bi ya min, bûye qurbana peyaman! Hesenê Metê hinekî honandina edebî îhmal kiriye û rastiya saziyên civakî ên li ber jiyana modern asteng in û jiyana li Swêd bi awayek stûr bi bîra xwendevan xistiye.
Wekî me got, mebesta min nêziktêdayîn û biryara Hesenê Metê a nû ye. Emê li bendê bin.
BAHOL
Bahol jî yek ji wan berheman e ku xwedî taybetiyekê ye. Çiya Mazî li Mêrdîn bû. Piştî li Stenbolê bi cî bû em guherînan -niha piçûk bin jî- di berhemên wî de dibînin.
Mekanê ku nivîskar lê dijî di berheman de bi bandor e. Însan wextê li welêt e, ji ber atmosferê, qewimînan, bi rihetî nikare bibe çavê sêyem.
Melzeme di dest Çiya Mazî de tije ne. Li Stenbol, bi çavek din nihêrîna li melzemeyan ê ji alî şikil û naverokê ve bibe sedemê berên nû.
Li welêt, qewimînên germ û mixabin her bi êş nahêle nivîskarek kitekitan û hêlên sivik lê bike. Bêtir ji alî şêweyê ve bandor li berheman dike. Ev bi mekan re, bi rastiya dilê însan re jî têkildar e; dilê her nivîskarî jî ne yek e; hin kes dikarin dilgerm bin, hin jê bi temkîn, hin jê bêxem… Çiya Mazî ne bêxem e ne jî dilsar.
Hesenê Metê şêwe guherand. Çiya Mazî jî niha li mekanekî din dijî. Bi mereq ezê li benda berhema li dû Baholê jî bim.
* Celadet Bedirxan, ji lewre, bikaraniye.
***
Nivîsên eleqedar:
- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)
- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin