Nota pêşî: Ev nivîseke şexsî ye.
Helbet tişteke xweş e mirov xelatê bigire, yan jî mirov bê xelatkirin.
Xelat girtin û xelatkirin ji hev cihê ne lê her du jî bi rûmet in.
Ez nizanim çend sal berê bû yekem car ez beşdarî Pêşbaziya Çîrokan a Huseyîn Çelebî bûbûm bi çîrokeke xwe. Ez bi ser neketim. Min nû nû dest bi çîrokan kiribû. Piştî demekê ku ez li wê çîrokê vegeriyam min bi xwe jî ew çîrok ne eciband. Tê bîra min, min ew çîrok ji kompîtura xwe jê bir.
Min heta niha gelek nivîs jê birine. Hin digel ku li xweşa min çûbûne jî, ji ber ku tam ne bi dilê min bûne loma min avêtine. Ez gelek caran, çend caran nûçeyê jê dibim, dûre dinivîsim, dûre dibêjim: Temam ev çêbû.
Nûçeya min a ku niha xelat girt jî wisa bû. Jixwe nûçe ser û binê wê du A4 e. Dema min nivîsî, heta A4'ek temam bû min nivîsî, ne bi dilê min bû min jê bir. Piştî çend rojan ez dîsa rûniştim min nivîsî. Dîsa jê bir û dûre bi şêweyekî din dest pê kir.
Piştî vê kurtenotê em dîsa vegerin serî:
Piştî şandina wê çîrokê min ji bo tu derê tiştek neşand heta sala 2003'yan.
Di sala 2003'yan de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo 100 saliya Cegerxwîn pêşbaziya çîrok, helbest û ceribandinê da dest pê kirin.
Piştî wê çîrokê ez vê carê beşdarî vê pêşbaziyê bûm. Bi ceribandina xwe min xelat girt.
Xelata min a yekemîn bû. Helbet kêfa min hatibû.
Û heta par ez beşdarî tu pêşbaziyan nebûm. Par dema Azadiya Welat pêşbaziya nûçeyan da dest pê kirin li min ferz bû ku beşdar bibim. Ji ber ku di nav kurdan de yek ji kesên ku herî zêde nûçeyan çêdike jî ez bûm. Û bi nûçeya xwe ez beşdar bûm, min xelata sêyemînî girt. Êdî li mal du heb plaketên çêbûn.
Îsal, Azadiya Welat û rojnameya Alternatîfê bi hev re Pêşbaziya Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad li dar xist.
Dema qala rojnamegerî, nûçegîhanî tê kirin ez xwe nagirim. Bi bihîstina vê pêşbaziyê re jî wisa bû.
Min nûçeya xwe ya "Nav her pirsgirêk bûn di nav kurdan de" şand. Juriyê Xelata Taybet da nûçeyê. Dawiya vê hefteyê bi merasimekê kesên xelat girtine dê bigihîn plaketên xwe.
Niha bûn sê xelatên min.
Bû sê xelat min girtin. Hê du plaket li mal in û dawiya hefteyê plaketa min a sisêyan dê li mal cihê xwe bigire.
Ma ez êdî çi bixwazim...
Helbet kêfa min li cih e.
***
Hefteya borî min nikarî nivîsa xwe binivîsim. Roja nivîsandina min duşem e. Bi hêviya hevdîtinê.


