logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Gelo me sansur danî ser Nûdem Hezex û hinên din?

  • Dîrok: 08/01/2020
Ez vê nivîsê hem wekî şexsekî, kurdekî û rojnamegerekî, hem jî wekî edîtorê Diyarnameyê dinivîsim.
Qet nayê bîra min rojek ez û rêzdar Nûdem Hezex li cihek rûniştibin, yan me silav dabe hev. Yanê ez ji nêz ve nas nakim, min jî navê wî bihîstiye. 
Nayê bîra min ku birêz Hezex xirabiyek li min kiribe; ger min nebihîstbe û xirabiyek kiribe jî bila canê wî sax be. Min bixwe heta niha xirabiyek li wî nekiriye.
Heta îro tu pêşdaraziyeke min li hemberî wî çênebûye, ger ê wî li hemberî min çêbûbe ez nizanim. Û nayê bîra min wekî edîtorê Diyarnameyê min sansurek danîbe ser wî, sansur danîbe li ser nivîsek ku li ser wî, yan li ser berhemên wî hatibe nivîsîn.
Wê çaxê ev ji ku derket? 
Ji vir: 
Me roja 06.01.2020'an di Diyarnameyê nûçeyek wisa weşand: "2019: Ji ser online re pirtûkên kurdî yên herî zêde hatine firotin" Û ev me di twittera Diyarnameyê de jî parve kir.
Birêz Hezex di binê vê parvekirina di twitterê de notek wisa nivîsî: 
"Balkêş e di lîsteya kitêbên kurdî de sê roman hene û bi tenê yek ji wan "romaneke nû"ye (H.Yûsiv) ew roman jî ji Bîrê bi tenê 10 heb zêdetir hatîne frotin. Di nav ROMANên  hatin xwendin de BÎR  di nav lîsteya 10 an de ye. Ger ambargoyên çapemenîyê nebûya wê di rêza 1 de bûya."
Gelek kesên ku pirtûkên wan derdikevin di wê baweriyê de ne ku çapemeniya kurd li ser wan ambargo datîne, nûçeyên berhemên wan çênake. Loma min pêdivî pê dît ku bersivê bidim. Lewma ew rexne di bin parvekirina Diyarnameyê ya di twitterê de hatiye weşandin û yê sûcdar em in. Min jî wisa bersiv da:
"Wekî edîtorê Diyarnameyê ez bêjim, me ambargo dananiye ser pirtûka tu kesî. Ji aliyê me ve ger tiştek wisa te bihîstiye bêje. Yan na kî ambargo daniye ser pirtûka te navê/n wê/wan bêje..."

Piştî vê birêz Hezex gotiye; "Ez jî sîstema bazara çapemenîyê fêm nakim, bi tenê vê dizanim; Heya îro ji çapemenîya kurdî kesî slavek nedaye nivîsbêje Belalûk, Lîlistan, Mahzer, Bîr û Xizêmokê (trt6 jî tê de) Ne ew bitenê, gelek kesên weke wî"bêxwedî hene, çapemenî ji hin kesan re çawa dixebite darîçav e."

Min wisa bersiv da: "Pêşî ji weşangerê xwe re bêje te pirtûka min ji çend rojnamegeran re şand ku wan cih neda kê... Paşê were em xeber bidin..." û wî bersiva "Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin" (1) Gelo wan  ji we re tiştek şandibûn? Niha Demirtaş xelata nobelê wergire ji bo hûn bikin nûçe hûn ê li benda weşanxaneya wî bimînin? Rojnamevan li pey nûçeyan digere, an nûçe li rojnamevanan? An ez şaş im?"

A rast ez nizanim ji Hezex zêdetir ez bi rojnamegerî dizanim an na, lê ez dizanim ku herî hindik bi qasî wî bi rojnamegerî dizanim û ez pêdivî pê nabînim û rê nadim ku ew dersê bide min. 
Li ser vê bû ferz ku ez hin tiştan binivîsim. Ev tiştên dinivîsim hem wekî bersiv ji bo birêz Nûdem Hezex in, hem jî ji bo kesên rexneyên wisa dikin:
Me gelek caran nivîsandiye ku weşanxane pirtûkên xwe ji me re neşînin em nûçeya wan çênakin. Ligel ku min nivîsî "Pêşî ji weşangerê xwe bipirse" jî, birêz Hezex hê îdîa dike me ambargo daniye ser wî.
Çima em nikarin bidin fêmkirin gelo?
Çima nivîskar ji weşangerên xwe napirsin, hesabê ji wan naxwazin dev diavêjin çapemenî ku cih nade wan?
Dema pirtûkek we neyê emê çawa bizanibin ew pirtûk derketiye, çi têde heye, çawa û çi nivîsiye?
Ma em gere herin pirtûkê bi pereyên xwe bikirin û danasîna wan bikin? Yek, em dê çawa bikaribin ew qas pirtûkan bikirin? Didu, ma xêr e, em çima bi pereyên xwe danasîn û reklama we bikin?
Ha, ez vê bêjim: Nivîskarên ez ji wan hez dikim ez diçim pirtûkên wan dikirim, lê ez nûçeya wan çênakim. Ez tenê mînakek bidim: Pirtûkên Mehmet Dîcle ji Avestayê dertên, hemû jî li cem min hene. Ez ji çîrokên Dîcle hez dikim û dema pirtûkek wî ya nû dertê ez dikirim. Lê min nûçeyên wî çênekirine.
Tu pirtûkek Nûdem Hezex negihîştiye me û bi awayekî xwezayî me nûçeya wî çênekiriye. Lê tu ambargoya me li ser wî tune. Ma em dê çima ambargoyê deynin ser wî? Wekî dubare, pirtûk neyê mailê danasînê bê jî em nûçeyê çênakin. Ha, nivîskarekî me, yan kesek nivîsek li ser berhemek binivîse, em bi qîmet bibînin em diweşînin. Em nabêjin te çima li ser berhema filankesî/ê nivîsî. Jixwe li ser "Bîr"a Nûdem Hezex hevalê me Çorê Arda nivîsîbû, me weşand (2). Ger amborgoya me li ser wî heba me dê ew nivîs jî neweşanda.
Ji Weşanên Dara ku "Bîr" a birêz Hezex jî jê derketiye heta niha tenê du pirtûk ji min re hatine. Ew yek "Gurzo" yê Egîd Yazar bû û ya din "Alfabeya Kurdî bi Tîpên Erebî" a Amed Çeko Jiyan bû. Egîd jî, Amed jî her du hevalên min in, wan bi taybetî ji weşanxaneyê xwestibûn ji min re bişîne. Çawa pirtûk hatin me nûçeya wan çêkir. Wekî din bila berpirsên Dara bibêjin ka çend pirtûk şandine ji me re...
 
Ji bo gotina birêz Hezex a li ser  "Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin" Gelo wan  ji we re tiştek şandibûn? Niha Demirtaş xelata nobelê wergire ji bo hûn bikin nûçe hûn ê li benda weşanxaneya wî bimînin?" jî wekî bersiv em van rêz bikin bila mesele zelal bibe:
Di ev nûçeya navborî de nûçeya yekem mirina 1923 karkerên di dema kar de ye, jixwe ne hewceye ew tiştek ji min re bişînin, jixwe 1923 mirî nikarin tiştek bişînin jî. Û ne hewcebû birêz Hezex mînakek wisa bide jî.
Ya duyem qeyran û mirinên ji ber e-cixareyê, ya sêyem nûçeya şewata Katedrala dîrokî ye, ya çarem hilbijartina Spanyayê e. Em dirêj nekin, ka wê ev çi ji min re bişînin? Ez fêm nakim çima em tiştan tevlihev dikin?
Her ku meseleya Demîrtaş e, ew jî tiştek din e jixwe. Yek jê qîmeta Demîrtaş li cem me gelek û gelek e em vê nadin nîqaşkirin; ya diduyan jî li her derê, li nav hemû çapemeniyê îstîsna çêdibin.

Û piştî ku min got "Bû ferz ez nivîsek dirêj lê bikim", a rast min nexwist dirêj jî bikim, birêz Hezex nesekinî û vê carê ev peyam parve kir:
"Hevalekî min ê hepsê ye Omer Ozdurak, niha li zîndanê ye, malbata wî pere dan ji bo weşanxane kitêba wî çap bikin.Hê min li derekê nedîtîye navê wî.Yanî, kes nikare bibêje çapemenîya kurdan bi edalet e. Her kes dizane çapemenîya kurdî ne objektîf e subjektîf e. mînakeke baş nîne."
Em tên ser heman xalê: Gelek kes pere didin weşanxaneyên kurd û pirtûkên xwe didin çapkirin. Ev ne sûcê me ye, ne sûcê çapemeniya kurd e û sûcdarkirina me û sûcdarkirina çapemeniya kurd bêedaletî ye.
Ji bo pirtûka birêz Ozdurak pere dane kîjan weşanxaneyê, weşanxaneyê çi kiriye haya min jê nîn e, çima vê bi bîra min dixe ez wê jî nizanim. Ger pirtûka Ozdurak derketibe haya me jê nîn e û pirtûkek wisa nehatiye ber destên me jî. Ger me nûçe çênekiribe dîsa bila ji weşanxaneyên xwe bipirsin. Li ser vê mijarê tam 13 sal berê min nivîsek bi navê "Daxwazeke ji nivîskarên kurd" (3) nivîsîbû. Wê çaxê min bersiva van gotinan daye, lê waye em her xwe dubare dikin. Birêz Hezex jî, nivîskarên me yên din jî bila xêra xwe carek din li wê nivîsê binêrin. Tiştek din ku lê zêde bikim nîn e. Nivîskar çiqas kedê didin ji bo nivîsandina pirtûkek bila piçek jî kedê bidin û li ser reklam û belavkirina wê bisekinin. Ma nabe? Ka ez çi bibêjim? Qet nebe bila ji weşangerên xwe bipirsin.

Bi kurt û kurmancî:
Ez wekî şexs û em wekî Diyarname li ser hin rêgezan em xebata xwe didomînin. Ne hewceye ez li vir qal bikim ku di nav Lijneya Diyarnameyê de em çi nîqaşan dikin, çi biryaran digirin.
Ger hebe kêmasiyek me, bi gelek rêyan her kes dikare xwe bigihîne me, lê ne mafê kesî ye bêyî berpirsî li ser milên me be, bêyî sûc ê me be rabe me sûcdar bike...
Dirêj bû. Ger heta vir hê jî we xwendina vê nivîsê domandibe lêborînek ji bo we ku min dema we girt.

1- 2019: Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin
2- Çorê Arda: Bîrek Monologwarî
3- Cemil Oguz: Daxwazeke ji nivîskarên kurd

Hin Nivîsen Nivîskar

Notên ji 2'yemîn Kongreya DTP'ê: Serê her gotinê kurd bû

  • 21 Tîrmeh 2008

 Hema bêje di deh salên rojnamegeriya xwe de min hemû kongreyên DTP'ê (yên asayî, yan jî awarte) yên mezin şopandine, ez li wir amade bûme wekî...

Evîndariya yekem

  • 23 Gulan 2007

Hûn rûniştîne, hevaleke we tê cem we. Pêşî hûn fêm nakin mesele çi ye, dûre hûn ferq dikin ew wekî çivîkek hatiye xwe daniye û...

Daxwazeke ji Şaredarên Kurd

  • 15 Tebax 2009

Ev demekê ye ez dixwazim vê nivîsê binivîsim. Ev nivîs bangeke ji bo hemû şaredarên kurd e yên ku li kêleka Çemê Dîcle şaredariyê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin

ad

Piştî meh û nîvekê meclis karî here Roboskî

ad

Heyeta OCHA'yê çû Kobanî

ad

Endamên Meclisa Kantona Efrînê hatin hilbijartin

ad

Liverpool dîsa bi penaltiyan bi ser ket

ad

Bi wêneyan Boykota Dibistanên Tirkî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname