logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Çi eleqeya ‘xwê’ bi dewletê re heye?

  • Dîrok: 28/10/2019
Erê pirs ev e, çi eleqeya xwê û dewletê bi hev re heye? Ka em bi hev re hinekî serê xwe biêşînin...
Xwê nebe goşt bêhn dide û tê avêtin. Bi xwê em goştî diparêzin.
Amediyên heqîqî tenê penîrên heqîqî yên Amedê dixwin. Amediyên sexte û yên niha hinek dewlemend bûne penîrê sexte dixwin. Ha, ew penîrê Amedê yê heqîqî bê xwê nabe. Ji biharê de penîr ji bo bê parastin tê xwêkirin. Carinan hinek zêdetir xwê dikin lê xem nake.
Ger em bibêjin "Xwê" yek ji xurekên bingehîn ên mirovan e belkî hûn bawer nekin.
Ji bo zindîbûyîna nav hucreyên mirov berdewam be her roj divê 2-2.5 lître av bê vexwarin, 3-6 gram xwê bê xwarin. Ger her roj bi qasî ku divê mirov xwê nede laş wê çaxê pirsgirêkên ku nayên fêmkirin dê derkevin holê. Ji ber vê yekê yek ji xureka bingehîn jî xwê ye.
Tê zanîn îngilîzên ku Hindistan dagir kiribûn xwê difrotin Hindistanê.
Rêberê Hindistanê Gandhi banga boykota xwêya îngilîzan kir. Got "Ji dêvla hûn xwêya îngilîzan bixwin, çamûrê behra Hindistanê bixwin."
Îngilîzan bi xwêya ku difrotin gelek pere kar dikirin lê ev banga boykotê bû derbeyek mezin ji bo îngilîzan. Xwêya ku nedihat firotin li dikanan ma. Îngilîzan xwest bê pere xwê bidin gel, armanc ew bû ku boykotê bi awayekî bişkînin lê gel negirt û boykot jî neşikand.
Paşê li hemberî îngilîzan çalakiyên wisa pasîf ên din jî li dar ketin û encamê hûn dizanin; îngilîz ji Hindistanê derketin û welat azad bû.
Ev azadiya Hindistanê hemû bi xwê dest pê kir. Em dikarin bibêjin Hindistan wekî welatê ku bi xwê bû dewlet ket nava rûpelên dîrokê. Fînlandiya bi firotina hêkan bûbû dewlet.
Pirs ev e: Başûr dê bi çi bibe dewlet?
Niha, mînak li Başûrê me hêk ji Tirkiye û Îranê têne standin. Şîr ji Îranê tê û pê dondirme tê çêkirin. Birinc, savar ji Tirkiyeyê, û her wiha piraniya tiştan ji Tirkiyeyê diçe Başûr.
Pirsa diduyan, çend mîlyon kurd li Ewropayê xwêya kê bikar tînin?
Îdîa ew e ku li Ewropayê 2 mîlyon kurd dijîn. Ew 2 mîlyon kes çiqas xwê bikar tînin? Xwêya kîjan welatî? Ger ew 2 mîlyon kes xwêya wî welatî nekirin û berê xwe bidin welatek din dê derbeyek aboriyê ya çawa be?
Xwê yek ji mînakan e û mînakên din jî bi vî awayî.
Ma em nabêjin "Berjewendiyên DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) li Sûriyeyê hene loma ji wir naçe, ne ku heyranê ser û çavên me ye." Wê çaxê em kurd nikaribin tiştek bikin jî, em çima nikarin bi berjewendî, bi aborî tiştinan bikin?
Ma em nabêjin 50 mîlyon kurd li dinyayê dijîn? Ger wisa be ew 50 mîlyon salek xwê nekirin dê zirarek çawa bidin welatê ku xwê difroşin?
Ka we got çi? Ev 50 mîlyon kes xwê nekirin dê çawa be?
Ma hewce dike em mînakên din jî lê zêde bikin?
Hin Nivîsen Nivîskar

Daxwazeke ji Şaredarên Kurd

  • 15 Tebax 2009

Ev demekê ye ez dixwazim vê nivîsê binivîsim. Ev nivîs bangeke ji bo hemû şaredarên kurd e yên ku li kêleka Çemê Dîcle şaredariyê...

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin?

  • 28 Tebax 2013

Li Amedê Komeleya Nivîskarên Kurd heye. Gelo ev komele dê bê girtin?Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê hate avakirin. Edîb Polat wisa qala vê avakirinê dike:...

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • 30 Sermawez 2025

Pirs ev e; Çi eleqeya lîstikvana tirk Ozgu Kaya û keça kurd Dilan Karaman heye? Yek ji Stenbolê ye, ya din ji Wanê. Erê çi eleqe? Belkî jî tu eleqeya wan bi hev ve tune ye. Lê ez jî wekî her kesî ji pencereya...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Jinên Chelsea bûn reqîbên jinên Barselonayê

ad

Ji bo Van Sporê gavek girîng

ad

Festîvala Fîlmên Karkeran tê

ad

Fransizan qeybî îngizîlî va "nê"

ad

Ji bo beşdariya Konservatuara Aramê Tîgran serîlêdan didomin

ad

Roj Tv berendamê Nobelê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname