Diyarname
Berpirsê Ekolojî û Rêveberiyên Herîmî yê BDP'ê û Cîgirê Hevserokan Demir Çelik bersiva vê pirsê da.
BDP'ê di hilbijartina herêmî ya 2009'an de bajarên Amed, Batman, Şirnex, Wan, Culemêrg, Dêrsim, Îdir jî têde bi giştî li 99 bajar, navçe û bajarokan şaredarî bi dest xistibû. BDP'ê di hilbijartina 2004'an de 54 şaredarî bi dest xistibû û 99'an de hema bibêje hejmara şaredariyên xwe derxistibû du qatî.
Niha rewş guherî ye. Mêrdîn û Wan bûn Bajarên Mezin, li van deran rewşa BDP'ê çi ye? Hin bajarok hatin betalkirin, hin şaredariyên navçeyan jî bi bajaran ve hatin girêdan. Di vê serdema ku hêdî hêdî berendam jî eşkere dibin de BDP'ê çi dike, di hilbijartina pêşiya me de dê çend şaredariyan bi dest bixe?
Berpirsê Ekolojî û Rêveberiyên Herîmî yê BDP'ê û Cîgirê Hevserokan, mebûsê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik bersiva vê pirsê da.
Vaye bersiva Çelik:
"Di hibijartina 2009'an de me li dor 100 şaredarî bi dest xistin. Divê ez bibêjim, ligel hejmarê ji aliyê qelîteya xebatê ve jî me serketinek bi dest xistiye. Ji çend şaredarî bi destxistin wêdetir, xebata li wir muhîm e. Divê şaredariyek ji bo civak û civaka demokratîk pêşengî bike, ji bo beşdariya herkesî vekirî be, alîgirê ekolojî û azadiya jinê be. Bi vê armancê em dixwazin hilbijartinek derbas bikin. Wekî hemû partiyên siyasî em dixwazin ligel van yekan serketineke jî bi dest bixin. Ev serketin divê ji ya niha zêdetir be. Niha 102 şaredariyên me hene. Lê bi zagona Şaredariyên Bajarên Mezin a nû re em li dor 30 şaredariyan winda dikin. Ji van hin, ji ber guherîna serjimariyê ye. Emê bi 72 şaredariyan bikevin hilbijartinê. Niha hedefa me ew e em di navbera 120-140 şaredarî bi dest bixin."
Çelik li ser bi dest xistina şaredariyên bajaran jî wisa got: "AKP dixwaze Mêrdîn û Wanê bigire. Li van deran gelê me bi pratîka AKP'ê dizane. Ev der ne mimkûn e. Em dixwazin van deran bikin keleha azadiyê. Amed jî keleha aştî û azadiyê... Ligel Amedê emê Wan û Mêrdînê jî bi dest bixin û hejmara Şaredariyên Bajarên Mezin ên xwe derxin sisêyan. Niha 8 bajar di destên me de ne, emê hejmara van jî derxin 12'yan."
***
REKLAM:
MAZGAL tê nîşandayîn
Dîrok: 11.10.2013, În
Saet: 19.30
Cih: Garaj İstanbul
Navnîşan: Tomtom Mahallesi, Yeni Çarşı Caddesi,
Kaymakam Reşat Bey Sokak 11A,
Beyoğlu-Istanbul
Telefon 0212 244 44 99
(Not: Li ser Kolana îstîklalê Yapi Kredi heye, li ber wê jî 'Zara' heye. Ji ber Zarayê re dema mirov bikeve hundir kuçe destê rastê ve dizivire. Piştî 30-40 metreyî Garaj İstanbul li wir e)