Diyarname
Şaxa PEN'a (Yekîtiya Nivîskaran a Navneteweyî) a Almanyayê nivîskar Ahmet Altan ê ku hat berdan û dîsa hat girtin kir endamê xwe yê rûmetê. PEN'a Almanyayê bang li dewleta Tirkiyeyê kir: "Di cih de û bê şert wî serbest berdin."
Cîgirê Serokê PEN'a Almanyayê Ralf Nestmeyer wisa got: "Em ji rayedarên tirk diwazin endamê me yê rûmetê Ahmet Altan bê şert û merc, di cih de bê berdan."
Nestmeyer got ku Altan ji ber sedemên siyasî di hepsê de ye û wisa got: "Ev yek ne meşrû ye, ne jî tê qebûlkirin."
Demek Vaclav Havel endamê rûmetê yê PEN'a Almanyayê bû. Niha Anabel Hernandez, dîsa Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş jî endamê rûmetê yê PEN'a Almanyayê ye.
Nivîskar Ahmet Altan û Nazli Ilicak di 4'ê meha sermaweza 2019'an de hatibûn berdan, lê dozger 6'ê mehê de ji bo Altan îtîraz kiribû û Altan di 13'yê mehê de tewqîf kiribû.


