Xadim peyveke erebî ye yanî xizmetkar, xizmetçî. Fiîla wê xedeme, yedimû ye, ango: xizmet kir, xizmetê dike. Niha leqeba qiralê Erebistana Si`ûdiyê: Xadim El Heremeyn El Şerîfeyn e, yanî xizmetkarê mizgefta Mekkeyê û mizgefta Medîneyê ye. Ji ya jin re tê gotin Xadime. (di devokên ereban de Xeddame tê gotin).
Meseleya “xesandin = Castration” a kesê xadim jî ji zemanê berê hatiye. Tê gotin ku Semiramis qiralejina asûriyan yekem kes bû ku fermana xesandina dîlên şer dabû. Paşê di împaratoriya îslamê de ev diyarde berferh bû û êdî pirtûkên li ser koleyên “xesandî” jî hatin nivîsîn. Li gor hukmê şerîetê xesandin heram e. Lê şerîeta misilmanan jî li gor dilê xelîfe û siltanan “lastîkî” bûbû. Hedefa “xesandinê” ya yekem jî kedîkirina kesê ku tê xesandin bû. Bi saya jêkirina gunan, hormonê Testosteron di laşê ê xesandî de nedima û êdî nêraniya wî diçû. Ji ganê mehrûm dibû lê qeweta wî hemû di bedena wî de dima! (Bi vê hedefê ji zemanên pir dûr de mirovayetiyê xesandina heywanan naskiribû). Di serayên xelîfeyan de bi sedan koleyên reş(zencî) yên xesandî hebûn. Hin ji wan gihane payeyên bilind û dewlet jî avakirine. (Li Misrê Kafûrê Ixşîdî bûbû qiral û bîst û sê salan hukumdariya Misr û sûryayê kir) ku şairê ereb yê herî navdar Mutenbbî (915-965) gelekî medhê wî kiribû, paşê bi tundî dijî wî û (xesandina) wî helbest nivîsîbûn. Di împeratoriya osmaniyan de jî diyardeya “Xesandinê” berfirehtir bûbû. Di Heremlikan de êdî zenciyên reş ên xesandî (piraniya wan ji Darfûra Sûdanê û navenda Efrîqayê dianîn) li ber destên jin û keç û bûkên siltanan diçûn û dihatin û xizmet dikirin. Tirsa ku têkiliyên cinsî bi kesî re deynin nebû. Tavacî (di erebî de bûye Tewaşî) kesên ku di Haremên siltanan de bûn û di bin destê Kizlaragasi de dixebitîn, ew jî li gor agahiyên kitêbên erebî, yê ku her du gunên wî û qetek ji organê wî yê nêraniyê jêkirî be. Di romana Mîrname de, di beşê Xalidê Çolaq de, paragrafek bi navê “Hevalê min bi mirîtî dibe Tewacî” heye. Ew çê li wê meselê dike.
Kitêba Selaheddîn Bulut “XADIM ” û rexneyên li ser kitêbê rêya vê nivîsê li ber min vekir. Bi hêvî me ku ev nivîs dê bi kêrî ziman û wêjeya kurdî were. Û êdî divê peyva Xadim bi wateya kesê nemêr û xesandî derbasî ferhenga kurdî ya nûjen bibe.
jandost@hotmail.com