Şanuşîn e ev dilê min şah û sultan im were
ez mirî me bê rih û can, ey rih û canim were
dilbera min tu bihara vî dilê jar û birîn
ez li benda te dinalim dil zivistan im were
tî me wek axa beyabanê li benda avekê
lehî û derya û pêl û berf û baranim were
Zîna Botan î xwedana awirên mêrkuj û tûj
ez perîşan im hejar im Memê zindan im were
ey Xeca pezkovî ez dûrî te avêtim gelî
ez Siyamendê birîndar im li Sîpan im were
herdu çavên te ne Laleş rû bihişta Eden î
dîn û îmana mi çûne, dîn û îmanim were
bawerî min nîne, êdî min qetandin sed kitêb
Zendevista , Cilwe û Incîl û Quranim were.(1)
1994
(1)Cilwe : Celwe, yek ji kitêbên pîroz ên Êzdiyan e
**
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Jan Dost "Ji deftera xwe ya kevnare" hilbijartin û pêşkêşkirina helbestên xwe didomîne.
Helbestek ku berê vê, di vê çarçoveyê de hatibû weşandin:
- Jan Dost: Yara kê yî tu?