Di tarîxa miletan de “tarîxa hatî sêwirîn” bingehek ne baş e ji bo pêşeroj, teheyul û fikrîyata miletan çimkî ew di heman demê de dibe bingeh însan ji ilm dûr bikevin û çi wextî lê teng hat bikevin nava hewldana sêwirîn an jî çêkirinan.
Ji bo pêşî li tiştên wisa were girtin xebatên dîtbarî, edebî, hunerî muhîm in. Xebatên wisa bi tevî xebatên ilmî yên tarîxî alîkariya pêşerojeke xweş dikin.
Wextê em zarok bûn di şevbuhêrkan de derbarê Serhildana Şêx Seîd* de şîrove dihatin kirin, bûyer dihatin vegotin. Li gorî zarokatî û xortbûnê tabloya herî hukum li min dikir birina Xalid Begê Cibrî ya Bedlîsê bû. Çi çaxî digotin, bi awayek şîfre xeber şandiye da bi hawara wî de biçin û kes neçûye wî wextî tabloyek dihat ber çavên min û min xeyal dikir bê Xalid Beg wê kêliyê li ser hespê çawa li derdora xwe nihêriye…
Xebatên dîtbarî yên derbarê hin sehneyan de muhîm in.
Mehmet Bayrak derbarê “Serhildana Şêx Seîd de wisa gotiye: “Helbet ez bi qestî têgeha “îxtîlala 1925”an bikar tînim. Çimkî, “Derbirîna, “Serhildana Şêx seîd” pênaseyeke bi qestî a deolojiya fermî ye.(Di vê derbarê de, bnr. M. Bayrak: “Çima ne Serhildana Şêx Seîd”?...(Rojnama Ronahî. Hejmar: 52/1996) Rastiyek e ku di vê tevgerê de Şêx Seîd fîgurek muhîm e lê belê di serî de yek ji serekên Hereketa Azadî a Kurd e. Jixwe serekên vê rêxistinê di sala 1926’an de “Name-Muhtirayekê” ji hukumeta di bin Serokatiya Îsmet Paşa re bi rê dikin di wê nameyê de navê tevgera 1925’an wekî, “Îxtîlala Kurd Ya Neteweyî” an jî, “Hereketa Berxwedanê Ya Neteweyî” tê binavkirin.” Mehmet Bayrak, 23 Adar 2016 Çarşem| PolitikART
Ez ne dîrokzan im lê wextê ji bo edebîyatê çavkaniyên tarîxî dixwînim û min xwendin, guh li çavkaniyên devkî dikim heqîqeten nav bi arîşe ye û heta gerek wekî, “Serhildana Hereketa Azadî” were dîtin. Di nivîseke din de em ê bi detay hin sebeban pêşkêş bikin ku ji derî pisporiya tarîxî û profesyonelî, bi çavek edebî fikrên xwe pêşkêş bikin da ku aliyê însanî, aliyê sîvîl yê tarîx, şexsiyet û jiyanê werin şîrovekirin, dîtin û gengêşîn.


