Wextê sî û çar deng, bûn siyek sor, welatekî vegirtin, Ji dilê min hat helbestekê lê bikim, min lê nekir; ger min lêkira ê dilê min rihet bûya; siya sor, her ma li ser dilê min!
Wextê hîs dikim ku henaseyên bedenên birçî, li dîwaran dibin deng, ji dilê min tê, helbestekê lê bikim, lê nakim; reng bi dengê min nakeve!
Arjen, li dû mirina te, min nexwest helbest lê bikim; te helbesta xwe nivîsîbû… Mirinên bêwext, ger qelemeke, ‘ramûsanên xwe’ veneşartibe, rojekê, helbesta ‘mirinên bêwext’ lê bike, ez ê dengekî li miriyekî bikim, bêjim, rabe, li welatê te, ramûsan nayên veşartin…


