Îro cejn e. Bi hêviya ku hemî misilman tovbekar bin da ku peyva ‘xwîn’ neynin ser zimanê xwe. Bi hêviya ku însanên rojhilat êdî di dewsa peyva biratî de peyvên wekî dost û dostanî bi kar bînin. Bi hêviya ku berî ku însan bibin bira, bibin dost. Bi hêviya ku bi qasî cejnan em karibin şahiyan pîroz bikin…
Îro cejn e, ev cejn li hemî misilmanan e pîroz be. Cejnên din jî li bextewarên wan cejnan pîroz be.
Di rojên wanî de bêhtir însan melûl in, dilê xwe vala dihêlin. Halê nostaljîk, mîstîk xwe dide der. Ji ber ku însan ji pere, malê dinê, desthilatiyê, zilm û zorê bêhtir hinekî, “evdbûna” xwe bi bîr tîne, Xweda bi bîr tîne, mirinê bi bîr tîne hinekî însaf xwe dide der. Bi gelemperî wiha ye.
Di rojek wiha de bîrxistina hin têgehan belkî watedatir be; mîna dad, maf, hiqûq, demokrasî…
***
“Weşana bi zimanên din”!, “Enstîtuya zimanên zindî”! Wisa xuya dike em ê hê gelek nav û binavkirinên ecêb bibihîzin.
Berî sî çil salî carnan gundî pevdiçûn. Piştî wextekê ji dilê wan dihat li hev werin. Wexta kesê/a sêyemîn amade bû ya, ên pevçûbûn, navê hev hilnedidan! Bêyî navê hev hildin bi cînavkên îşarkî diaxivîn.
Ne halê kenê ye ne yê girînê; di sedsala bîst û yekan de ev hal; ne ew mijar e însan şîrove bike ne jî însan dikare bi awayek normal têbigihije.
Gelo ji bo çi kes naxwaze têbigihîje ku êdî, “Heso û Huso” nîn in, “Heso û Huso” mirin! Wekî me got sedsala bîst û yekê ye.
***
Nîşeyên Edebî*
Pirî caran pirsekê ji xwe dikim; gelo çiqas nîşeyên min hene? Piştî li bersivê digerim êdî bi nav cîhana edebî dikevim; hin jê şîrîn in, bi şev û rojan we bi bask dikin. Hin jê dişibin lûtkeyekê. Hin jê bi jan in. Hin jê mîna mabin li welatekî dûr, hûn xwe li xeyalan xweş dikin. Hin jê mîna, merhebayekê, her bi we xweş in.
Behsa nîşeyên li rih dikim. Carnan, ew newayek in, carnan navê têkçûyînekê, carnan jî navê hesretekê. Di kêliyekê de jî we dît, ew ji bo silavekê, ji bo hezkirinekê bûn reng û deng.
Helbet ne ew qas e; hew nîşeyek, di dil û hişê we de dibe ba û baran, dibe hawar dibe nediyariyek û alozî xwe di dilê we de dide der. Ger riya we bi warê edebiyatê neketibe îhtîmal e ku hin nîşe bibin kurm û bi bedena we bikevin.
Di kêliyên wanî de edebiyat derman e; êdî dimîne bi aîdî we, pênûsa we bi awayekî ji awayan ê karibe ji nîşeyên rizî, bi jan bi çêjeke edebî helbestekê, çîrokekê, romanekê diyarî dilên din bike. Piştî ew hat kirin êdî di dil de cih namîne ji bo wan nîşeyên bi keser.
Em pirsan ji xwe bikin bê çi nîşeyên me hene. Piştî bersivan jî bi şêweyê edebî em wan der bibin da ku rih li me sivik bibe, da ku ji bo nîşeyên nû cih hebe. Ger dilê we bişibe hinarê, ê piştî derbirînê, her nîşeyek bişibe dendikekî hinarê. Îja hinar sorgewez be bi tevî çêja xwe yê bi rengê xwe jî bedew be.
Ma şert e ku ji bo derbirîna nîşeyan însan wêjevan be? Helbet na, em wekî xwendevan dikarin nîşeyên xwe ji dostên xwe re, ji yara/ê xwe re…vebêjin. Ger em ji wan re venebêjin jî em dikarin ji stêrkan re, ji avê re, ji pelê darekê re, ji karekterên di xeyalên xwe re vebêjin. Na, bêyî vegotin nabe, ger em venebêjin ê ew nîşe li dilê me, li rihê me bibin bar. Ê, cih nemîne ji nîşeyên nû re û bêyî hay, em ê her bi dema borî re bin. Nostaljî xweş e lê heya ku…
Bi hêviya ev merhebaya me di “Hinarê” de bibe dendikekî…
*Ev nivîs ji bo silavek li kovara Hinar, ji bo heman kovarê jî hate bi rê kirin.