Beroj Mukrîyanî
Gava min cara pêşîn navê romana nivîskar Fawaz Husên a “Barê Şevê” bihîst û bi ber çavên min ket, min got heke ji bo binavkirina pirtûkekê ne tenê navekî sivik be, wê demê ew bi navê xwe sivik bi barê xwe gelekî buha û giran e.
Navê pirtûkan pir balkêş e, û divê wisa be jî. Hin caran, piştî xwendina pirtûkekê, ez xwe dixim şûna nivîskêr û dihizirim gava navekî li pirtûka xwe bikim ez ê dilê çend navan bihêlim, bi destê kîjan navan bigirim û yekî ji wan hilbijêrim, bi kîjan navî rabim û bi kîjanî xeyalên xwe birêsim û tevna xwe deynim. Rastiyek din jî heye ku xwendekar di dema xwendina pirtûkê de di her rûpela ku bi ser hev diqulibîne de çavên wî li navê pirtûkê digere ku pêwendiyekê pê re bibîne. Her wiha ji bo nivîskar û bavê wê berhemê pirtûk jî navê wê jî wekî zarokekî li ber dilê wî şîrîn in. Heke ne şaş bim min ‘barê şevê’ tenê di cihekî pirtûkê de, di rûpela 121’ê de, dît ku ew rêz wiha bûn: “Wê roja ku wî belgeya rûniştinê xistibû berîka xwe, ew li qetekî digeriya û werîsek bi dest wî diket! Wî kêfxweşiya xwe veşart û serê xwe berda ber xwe û pişta xwe bi nefspiçûkî xûz kir wek ku hemû BARÊ ŞEVÊ û xemginiya mirovahiyê li ser milên wî bûn.”
Lê divê li xwe mikur werim ku navê Barê Şevê di nav romanên kurdî de bi min pir seyr hat û çîroka navê wê ji ku derket û bavê berhemê çawa ev navê xweşik û sivik lê daniye min di nava meraqeke bêbersiv de gerand.
Ya rast Barê Şevê wekî ku nivîskarê berhemê û xwediyê xebata zêrîn, Fawaz Husên jî gotiye, di bedenek fransî de giyanekî kurdî dilive û digere. Piştî “Parîsabad” û “Amîdabad”a ku, li gor min, zimanê her duyan jî pir xweş bû û me li kolan û berbajar û dorbajarê Fransayek û Parîsek din dibir û dianî û dîsa dibir bin xetê têr digerand û qûna me ji gotinên kurdewar bi ser serê me dixist, binavkirin û navlêdanînên hin tiştan jî em li xwe matmayî dihiştin vê carê jî, bi Fawaz Husên, “Barê Şevê” dev ji me berneda ye.
Di Parîsabada ku cêwiyê Amîdabadê bû welatê xelkê û xerîbî û xurbetî bi awayekî derûnî û têra xwe li ber çavên me reş kiribû. Û bi taybetî, wê Parîsa bi nav û deng tevî xopana Eyfela xwe jî li ber çavên me reş û tarî kiribû, ji ber ku ‘Fransaya din’, ‘Parîsa din’ ji bo ‘yên din’ tê çi wateyê li ber me raxistibû û fikra me zelal û ronî kiribû wekî meşhelê. Helbet çi rêya sirgûnê, çi jî ya xerîbî û xurbetê wekî hêkên nexişandî li bendeyî me nîn in, lê ew şaristaniya di zikê Ewropayê de ku azadî jê fûriyabû derdorê, çawa li ber çavên yekî reş dibe Fawaz Husên ev yeka baş bi cih aniye.
Gava em werin ser “Barê Şevê”, ji bo min, ev roman li gor her du cêwîkên Amîdabad û Parîsabad bêtir gihîştiye armanca xwe û hin tişt bêtir bi encam kirine. Ev roman, ji bo min, li dora çar çîrokên hevpar û pênc lehengên sereke digere. Di heman demê de, çîroka yên xwe û paşmayî jî nade ji bîr kirin. Çar leheng ji çar parçeyên Kurdistanê bi sedemên kêm zêde nêzî hev, lê her yek jê bi taybetmendiyên welatê xwe yê bindest û şikestî û şoreşên têkçûyî yên gelê xwe tevî xeyalên xweş û pak derdikeve rê û rêwîtiyek tijî hêvî û pêşerojek bi nexşên xemilî. Hêj di destpêka çîroka her lehengekî de, nivîskar jiyana wan a ku bi xeyalên tirimbêl û jîp û desteyên pereyan û heyînek mezin hatine şûştin li ber serê me datîne û ji bilî rêwîtiya wan xeyalan her wiha paşmayiyên wan jî dest ji pêsîra wan bernadin û wê wekî kurman di hestiyên wan de biçêrin û ji wan re bibin kul û derdên giran û hêlîna xwe li ser dilê wan vedin. Ya rast, gava em werin serê çîroka rêwîtî û xeyalên her çar lehengan, enînivîsa kurdan a çar parçeyan bi me dide zanîn. Ji ber ku çîroka çar kurdên çar parçeyên Kurdistanê jî bi desthilatdarên wan jî ve girêdayî ye. Rêwîtiya wan xeyalên hûr û kûr ên bi hêviya jiyanek bê derd û kul, jiyanek kamran, jiyanek bextewar a piştî vegera ji kolanên Fransayê û piştî pejirandina penahxwaziya wan a li Fransayê wekî geh gilokek berfê mezin dibû geh jî ew giloka berfê digindirî binê newalê. Wan rêberên ku bi heqê xwe wê ew bigihanda ber deriyê welatê bextewariyê, û wê mifta deriyê Ewropayê bida deste wan, û rêya wî deriyê pêşî wan bidana wan ew giloka hêviyan ji binê wê newalê kaş dikir û derdixistin serê diyar û baniyan. Wekî ku yek rîsê xwe bi teşiya xelkê birêse, wan jî xeyal û xewnên xwe bi teşiya rêberan direst û bi destê wan dihûnand. Belê Şêrkoyê rojhilatî, Sînoyê bakurî, Rustemê Zal ê rojavayî û Darayê Mukrî yê başûrî… Ev her çar ji cih û warên xwe yên wisa ku “Kurd ji ber zordariya meleyên xwedî şaşik ên Komara Îslamî ya Îranê diterqiyan. Li Iraqê piştî Sedam Husên, rewşa wan erê çêtir bû lê birakujiyê dikaribû her deqeyê di navbera her du partiyan de biqewimiya. Li Tirkiyê, jixwe îslamiyan bi rêk û pêk her roj bêhtir dezgehên dewletê dikeritandin û rewşa kurdan piştî şewitandina sê hezar gundên li başûrê rojava ji binî ve ne diyar bû. Li Sûriya ku ji pêncî salî di destê Be’siyan û mafyayê de bû, kurdan ji binî ve nizanibû serê wan li ser kîjan kevirî bû û halê wan halê helawçiyan bû.” r-123-124. Şêrko yê rojhilatî di bin desthilatdariya dagirkerên ‘mêr şaşik spî û rîh dirêj, jinên wê jî wek çewalên komirê reş’ in dijî. Ku ew desthilatdarî her ji çend salan kurdan serbir dike. Rêberên wan bi sêdarê ve dike. Ji wan serok û rêberan ê herî navdar û kêmpeyda Serokomar Qazî Mihemed ê li Meydana Çarçirayê tevî wezîrên xwe hatine dardakirin e. Û destnivîs û şîretnameya wî ji her kurdekî re bûye nivişt û berbejn ku bi kêlên hûr bi xwe ve dirûtiye. Sîno jî wekî kurdê bakurî ‘ji roja roj de hêrsa deshilata navendî çi pêşî li Stenbolê, çi paşê li Enqerê bi ser serê wan de dibariya’ û dîsa heman xembarî û xemgînî.
Rustemê Zal ê Rojavayî jî piştî parçekirina Kurdistanê Şerê Cîhanê yê Yekemîn û dek û dolabên dewletên dagirker. Mihemed Teleb Hîlalê desthilatdar di 1960’an de li rojavayê Kurdistanê 120 hezar welatiyên jin û zarok û mezin û piçûk û kal û pîrên kurd çi li Cizîrê çi jî li bajar û bajarokên din ew welatîbûnê derdixe û bê nasname û “ ecnebî” li ser axa wan wekî penaberan bê maf û stûxwar dihêle. Dara yê başûrî jî bi xeyalên lêvek lihêfî û navranên germ û pêsîrên bel ji parî û parçeyekî nîvazad berê xwe dide bihuştê, deriyê Ewropayê. Ev kurteçîroka kurdên penahxwaz ên ber deriyê Ewropayê hinekî Mijabad a Jan Dost jî di bîra me re tîne. Di Mijabadê de jî erê roman li dora Mehabad û şoreş û Komara Mahabadê dere û tê, lê ew temamê şoreşên têkçûyî jî li ber çavê me radixe. Ne şoreşên kurdan tenê, her wiha qirkirina ermeniyan a bi fermana desthilatdariya bermayiyên Osmaniyan, û keldaniyên ku bi destê Mîr Bedirxan pêk hatiye… û hwd. Anku Mijabad bi barê hemû ketiyan rabûye û wekî romanek dîrokî heqê gotinê dayê, heqê kêmqewet, kêmnetew û şikestiyan dayiyê. Barê Şevê jî di çend cihan û bi çend gotinan bal kişandiye ser rewşa êzîdiyan û bi devê Sîno yê bakurî bi lêv dike. Êzîdiyên çi bi destê misilmanên kurd û ereb û yên çi jî bi destê desthilat û xwedîbaweriyên din hatine kuştin û komkujî li wan hatiye kirin. Dîsa li cih û warê penahxwazan rojek ji rojan mamoste ji penaberan wekî spartek dîmen û çîrok û metelok û derbarê jiyana malbat û welatê wan de çend tiştan dixwaze, yekî çeçen ê ku xwe nêzî kurdê rojavayî Rustemê Zal dibîne û di derzan de jî bi wî re li maseyekê rûniştî, derdikeve sahneyê û rewşa Çeçenistanê li ber çavên me radixe. Di dîmenên daweta xwe de, kesên ji wê dawetê bi destê Rûsan hatine kuştin, çi pismam, çi hevalên wî ên din yek bi yek nîşan dide heya ku mamoste wan dîmenan nedan sekinandin jî ew gêjemêj û şikestî wekî kevokek serjêkirî li dora xwe digere û govenda miriyan digerîne.
Ji ber hindê, Barê Şevê çîroka şikestiyan e. Çîroka yên ji pirxwediyan a bêxwedimayiya ye.
Çîroka ketiya ye. Dîsa Barê Şevê çîroka Kêz Xatûnê û Mişko bi rewşa Darayê Başûrî û Zîba ya Afrîkaya Bakurî ve girê daye ku hebûn û nebûna Zîba ji bo Darayê Mukrî tev de jan û êş e û bagiraniyek ji Barê Şevê ye, lixwe mikurhatinek e. Her wiha ji bo Zîba nakokiya di navbera meha Remezanê û yanzdeh mehên din ê salê, nakokiya navbera jiyana mala xwe ya Afrîkayê û şev û rojên mişt şehwet û ên bi melodiya “Çi xweş e! Bêhtir, bêhtir! Xurttir xurttir! Kûrtir kûrtir! Ax, ox, ofyaaaaaaan!” a xopana Parîsê jî rewşa têkçûyînek dinê jî bi me dide zanîn.
Lê çîroka Mîrza Mihemed û Teyrê Sîmir a li temamê sercivatên piçûk û mezinên Kurdistanê geriyaye hîn balkêştir e. Ya rast çîrokek serkeftinê jî ye, çîrok bi neqencî û fêlbaziyan jî bi nav û deng e. û ew jî wekî kirasekî li deshilata Îranê hatiye kirin, pir xwe jî lê hatiye, ev çîrok xwe rasterast gihandiye xewnên Sîno yê bakurî. Ev her du çîrokên bi nav û deng ên zarokatiya me bi romanê û kurdên ku derketine serê riyan û nizanin serê wan li ser kîjan kevirî ye pevgirêdayî ye.
Barê Şevê di warê zimanê erotîk de jî têra xwe giranbuha ye. Her çendî nivîskar bi ‘Fransaya din’ û ‘Parîsa din’ û ‘yên din’ bi berdor û derdorên bajêr, wî welatê Eyfela xopan li ber çavê xwendekaran reş kiribe jî, bi zimanê erotîk jî xeyalên xwendekaran bi defa xwe rakiriye govendê. Heke em Zîba ya Afrîkaya Bakurî ji nav derxin û werin ser çîroka çar lehengên kurd trajediyek mezin e. Ji xeyalên ku pê rabûne heya dawiyê xêr ji xwe û rabin û rûniştina xwe û koç û penahxwaziya xwe nedîtine. Ji van çar lehengan sê ji wan bi awayekî tirajîk û bi daxwaz û niyazên çilmisî li kuçe û kolanan dimirin. Û çîroka yên paşmayî jî di paşila wan de serê xwe datînin ser xeyalên sar, lê ne ser axa sar. Gava yek bimire, ax û hewa lê bicemide tiştekî din e, lê gava xeyal li yekî bişkê dijwartir e. Ji van lehengan yek jê difilite ku ew jî dibe kefenbir û gorkolê her siyên din û kurdên pêl bi pêl berê xwe dane wê rêya çûnehatê. Ew jî Sîno yê bakurî ye, hinekî şiyarî xwe ye, hinekî çavvekiriyî ye, hinekî jî bi pey xeyalên mezin û tîtîk û tirimbêl û jîpan neketiye. Û bi zîrekiya xwe û çîroka xwe ya ku ji OFPRA yê re anku Ofîsa Parastina Penahxwaz û Bêwelatiyan dibêje bê wergêr û paçvan, bi tena serê xwe, bersiva pirsên ‘mamûra parastinê’ dide û wan qanî dike. Dibû ku ev roman hîn dirêjtir, û van çîrokan hîn berfirehtir berdewam bikira, nivîskar her çar leheng bi çi zor û zehmetiyê ew anîne heya ber deriyê xeyalên wan û ew di wî deriyê re derbasî hundir nekirine, lê bi ya min nivîskar bingehek mezin danîbû ji bo ku Barê Şevê biba hemtayê romanên navdar ên dinyayê. Heke ez ji hedê xwe derkevim û zimandirêjiyekê bikim, ew jî çima ev roman kurt hatiye birîn, ku hêj gotinên wan lehengan neqediyabûn. Ji ber ku pir xwê dabûn heya ber wî deriyê hanê.
Û zimanê Fawaz Husên –Çi jî binivîse- pir xweş e. Fawaz Husên bi zimanê xwe yê şîrîn kurdiya me jî ‘tûj û şahîk’ dike.
***
Nûçeya eleqedar:
- Çîroka çar kurdan, 'Barê Şevê' derket