Diyarname
Piştî Lîga Şampiyonan ji bo play-offa Lîga Ewropayê jî pişke hat kişandin, reqîb diyar bûn.
Di Lîga Ewropayê ya UEFA'yê de piştî maçên 8'an Lazio bûbû yekemîn dûre Athletic Club, Man. United, Tottenham, Eintracth Frankfurt, Lyon, Olympiacos û Ranger raste rast derbasî Dora 16'an bûbûn.
Ji bo 16 tîmên din ku di rêzên navbera 9-24'an de cih girtibûn pişke hat kişandin.
Ev tîm di maçên play-offê de ji bo derbasî Dora 16'an bibin dê bilîzin.
Ji van 16 tîman 8 tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 16'an bibin û bibin reqîbên tîmên berê çûne.
Di pişkeya ku îro li bajarê Nyonê çêbû de ev tîm bûn reqîbên hev:
- Fenerbahçe-Anderlecht
- Galatasaray-AZ Alkmaar
- Porto-Roma
- Ferencvaros-Viktoria Plzen
- Real Sociedad-Midtjylland
- Ajax-Union St. Gilloisse
- PAOK-FCSB
- Twente-Bodo Glimt
Maçên vê dorê wê rojên 13 û 20'ê reşemiyê bêne lîstin.
MAÇA FÎNALÊ
Piştî Dora 16'an dê çarîk fîna, nîv fînal û herî dawî jî roja 21'ê gulanê wê maça fînalê bê lîstin. Maça fînalê roja 21'ê gulanê li Bilbaoyê li Stada San Mamesê bê lîstin.
**
Pişke hat kişandin: Du tîmên mezin hatin hemberî hev
64 gol, 8 tîm çûn, 16 jê dê play-offê bilîzin


