Wexta min bi şal û şapikê wê, di dest wê de pênûs dît û wê bi wê pênûsê tîp û bêjeyên "tawanbar" û "bêqidoş" li texte dinivisîn û wê ew "zimanê lanetkirî" hînî "zarokên cin û şeytanan" dikir, ji bîrên min ên çikiyayî çend hêstir bi zeviya çavê min ê qelişî ve vekişiyan û noqî şaneyên lêv-tî bûn. Min di dilê xwe de got; "Bivê nevê, ev keçik, mirûdek ji pêxemberê bêqewm e. Ev mirûdek li dû şop û rêça Xanî ye."
Erê!. Xaniyê bê xanî, ku niha saqî kerem bikira û te di camê Cem de Medyaya xwe bidîta tu dê gelek şad bibûna. Te dê bidîtîna ku zaroyek kurd zimanê kurdî yê wekî mirariyan e hînî zarokên kurdan dike. Ma ne daxwaza te jî ev bû?! Ma, ne "da xelq nebêjin ku Ekrad, bême’rifet in, bê esl û binyad" te cefa kişand ji bo yê miletê xwe?! Û te Safî şemirand, vexwarî durdî manendê dûrê lisanê kurdî.
Belê, "hasil, ji înad, eger ji bêdad" Medyaya te "Ev bid’ete kir xilafê mu’tad" û got, mîna pîreka zemanan: ezê li dadgeha bêdad jî tortê vexwim; bi zimanê kurdî yê mirarî biaxifim.
*
Saqî, tu ji bo Xwedê kerem ke
Yek cureyê mey ji zimanê Medya di camê Cem ke
Da cam-i bi evîna wê cihannuma bit
Xaniyê cefakêş pê şad bit
Da Xanî Melayê Cizîrî paş ve bînê
Elî Herîrî pê vejîne
Da kêfek bide Feqiyê Teyran
Heta hetayê bimîne heyran


