Va ez êdî nêzîkî ber mala we dibim. Nêzî pênc sed metro maye ku di ber deriyê we re bibihurim. Lê hîna dest û ling li min neşkestî ne, hîna jî dilê min ê di biniya parsûyan de razaye û nake gulpe gulp. Dibe ku hîna ez dûrî mala we me, ji bo vê jî hîna piyê min li hev na hebilin.
Lê tu nizanî. Berê, dema ku ez li te difikirîm û tu şipiya tu li mêjiyê min dibûyî mêvan, ku tu li ku bûyayî jî qidûmê min dişkest û da ku nekevim, min pala xwe dida hêtekî. Wê çaxa ku çav û birhên te û biskên te, bejn û bala te dihate ber çavê min, cîzêniyek bi dilê min diket, te digot qey bîstikek zirav a sor kirî li dilê min diket û dikizirî dilê min. Wê çaxê jî ji kevîkên çavê min dilopine agirîn giran giran di ser hinarikên min re diherikîn.
Niha qey çar sed metro maye ku bigihêm ber deriyê wê. Lê hîna jî dilê min bi lez lê naxe, hîna jî dilê min nake çîzênî. Hîna jî dest û pî li min negerîne. Dibe ku hîna dûrî te me, bo vêya jî hîna tiştek bi min nehatiye.
Niha tu li malê yî vêga? Dibe ku zewicî bî jî! Dibe ku li wê kûçeyê ku cara pêşîn me bi dest hev girtibû, tu derkevî pêşiya min destê te di destê yekî de. Dibe ku zikê te werimî be û dibe ku di destê te yê din de destê zarokek te jî hebe! Nizanim!
Va, ez gîham fitloneka dawî ku êdî ez dikevim kuçeya we. Va êdî deriyê mala we xuyanî dibe. We boyaxeke şîn li deriyê mala xwe daye. Lê hîna jî tu tişt bi min nehatiye.
Ez çend caran di ber deriyê we re çûbûm da ku te bibînim nizam! Lê çi dema ku ez di wir re dibihurîm, dilê min bi lez lê dida, min digot qey dê wê gavê dilê min li wir raweste. Xwêdanek bi min diket. Min hew dikarî bimeşim. Ew rê li ber çavê min çiqasî dirêj dibû. Ew riya we, ya ku di ber deriyê we re dibihurî li ber çavê min dibû mîna pira siratê.
Deh panzdeh gavên din ezê bigihim ber deriyê we. Vaye dengê çingala deriyê we hat. Ez gîhaştim ber deriyê we, te derî vekir. Min li te nêrî, di ber te re bihurîm, qet tu tişt bi min nehat. Du re pê hesiyam ku ya ku demekê min jê hez dikir tu bûyî.
Avrlê, 2009
gernus@msn.com


