logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'
  4. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn
  5. Hozan Şiyar hat bibîranîn

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Rojhilat-rojava û şerê bo mûteahhîtan

  • Dîrok: 08/12/2015
Met, xaltî, ap û xalanên min ên li Cîzîr, Nisêbîn, Farqîn, Gimgim, Dêrik û hwd. ên li wan bajaran ku nikarin li dewsa xaniyên xwe yên bi tang û topan hatî hilweşandin-rûxandin du pîrîketan deynin ser hev û di vê zivistana sar û seqem de seriyê xwe bixin bin; binêrin, hin pûştên ku xwe bi navê dewlet, desthilat, siyasetan pênase kirî xwe wekî du blokan  li hev civandine, li erdnîgariya xêr li xwe nedî dane hember hev, şerê ku divê li deriyên Enqere, Parîs, Moskow, Washîngton, London û Riyadê bê kirin û pê re pê re qûşê li hev biqetînin, konê xwe rakirine anîne-tînin li deriyê ‘sê heyva bi bereket’a berneketî danîne. 
Yê nedî û nizane wê bêje qey dikin di nav zeviya bavê xwe de lihev bixin, xaniyê hev rûxînin, !?.
Ji berê de wisa ye; her şer ji bo bidestxistina xenîmetekê ye. Çi dem, ku xezîneya serdarekî qul ketê vala bû, çi dem ku berjewendiya serokekî kete xeteriyê, çi dem ku desthilata siltanekî derpê bi gû hejiya te dî berê çeka xwe da mala hinên ji mêjû, sermiyan û sermayeyê neçar-feqîr û malik li wan bir devê newalan.
Ew wisa ne! herdem navek û sedemekê ji pûştiya xwe ya şerî re peyda kirine; geh ol û xweda kirine hincet, geh netewe, geh ax û welat, geh neft, geh jinek kirine hincet, geh qaşo nebûna demokrasiyê (yê nedî wê bêje welatê wî bi demokrasiyê hatiye tacîdarkirin) û geh jî xistina balafirekê ku bi awayekî dizî dixwazin pê deriyê şerê cîhanê yê sêyemîn ê rojhilat-rojava li rojhilata navrast vebikin.
Lê belê, dîrokê bi me daye xitimkirin; her şer, ku bi çi navî bûbe jî, her şer ji bo bidestxistina sermayeyeke nû ye û bidestxistina her sermayeya nû jî, bivê nevê bûye sedema xizaniya hinên ji ber jinbêderpiyên li ser serê wan rûniştî, berê berê xizan.
Planên wan pir in, dûr û dirêj in. Dizanin çi dikin, ji bo çi dikin, lê ‘yên dizanin dizanin jixwe yên nizanin baqê nîskên ber bayî ketine’
Planên bi dehan salan, planên sed salan çê dikin û kî bi ber ket, kî bi av bi av çû, ne xema ewên kes nizanê ji avika ewkê kê ne!
Ji ber ku wêrek in, pişta xwe didin lawên tebaya xwe ya neçar û xizan. 
Qewad in, pê dizanin, çiqas feqîrên te hebin, ew qas ehmaqên di ber de te bimirin, xwe bidin kuştinê jî hene. 
Lê tiştek pir kifş û diyar heye; ev şer ne şerê kurd (!) ereb, fars, tirk û tu rojhilatiyên din e, û ne jî şerê ûrisî, emrîkî, germenî, fransî û bratîniyan e. Ev ne şerê misilman û xaçperestan e, ev ne şerê şaristaniyên rojhilatî û rojavayiyan e; ev şer bes ê çîna rêveber, siyasetmedarên pûşt ku li ser navê sermayeya xwînmêj memûrtiyê, kar û zagonên bêdad, qirêj amade dikin e, ku li ser serê hemû netew, gel û cîhanê bûne bela. 
Keftaran xwe daye benda cendek, da nefesa dawî bide ku biçin bi diranên xwe yên pîj cendek parçe parçe bikin, bi xwîna cendekê bêhn ketî dordevên xwe sor bikin.
Û ji me jî dixwazin em aliyê xwe diyar bikin, bibin alîgirê hêzeke rûxandinê…!
Qey me go rûxandin!?
Binêrin, ji sala 2003’yan û vir ve mûteahhîtîn tirk li başûrê Kurdistanê rê û avahiyan lêdikin lê hêj jî avakirina Başûr xelas nebûye!
Nexwe, şerê li ber deriyê Rojhilata Navîn şerê bo mûtaehhîtan e? Wê bi pereyên birçiyên Rojhilata Navîn ên li çaraliyên cîhanê bûne penaber, li ser sifreyên bûne parsekên pariyek nanî hilweşînin-rûxînin û piştre mûtaehhîtên xwe  yên li ser sifreya desthilatekê mîna avisan zik li xwe nepixandî bişînin û dîsa bi pereyên birçiyên li ser sergoyan ava bikin??? 
Bêguman, her hêz û desthilat ji xwe re herdem hevkarên bênamûs peyda dikin.
Ji loma jî, ku bêjim di vî şerê mûtaehhîtan de kî hevkarî û alîgiriyê bike bênamûs e… gelo gotina min wê bibe tirrra li ber bayî çûyî? 
Gelo piştî ezmûnên bi hezaran salan, bi sedan şeran gelên cîhanî wê di vî şerî de karibin tûfî serçavên desthilatên xwe bikin û bêjin; zarokên me ne ji bo şerê we ne, ew ne şerê me ye, hûn pir wêrek in pir ciwamêr in, hûn zarokên xwe bişînin çeperan… 
Mixabin!!!   

Hin Nivîsen Nivîskar

2 ewkên desthilatdaran(!)

  • 02 Gulan 2016

Li gorî gotegotan, dibêjin Mîhaîl Aleksandrovîç Bakûnînê anarşîst gotiye,‘Dad qehpika desthilatdar (egemen)an e’ (1)Û bila ew jî gotina min be,...

Vê zivistanê!

  • 05 Sibat 2017

Tatêla vê yekê gelekî dikim; dema dibînim guliyên daran dihejin, bayek tê wan bi hev re dihejîne; yek di vir de yek di wir de, geh bi jêr de geh bi jor de, ku ne bi aheng bin...

Nifşê ferhengê!

  • 25 Rêbendan 2021

Vê gavê li ser bêndera wêjeya kurdî ya serdemê sê nifşên pênûsa xwe dihejînin xuya ne! Yên bi rûyekî spî ji ser şêstî re...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Pêşangeha Hunerên Bedew li dar e

ad

Sarkozy û Bruni zewicîn aqûbet li serê ezeban be

ad

Ji bo bîranîna Mehmed Uzun

ad

Li vî welatî fûtbol hat qedexikirin

ad

Asayîşa bajarê Tilkoçerê hate avakirin

ad

Şahiya ji bo 'Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo' li dar ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'

  • 23 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname