Diyarname
Di vê serdema ku li hemû dinyayê ji bo lîgên welatan pişke têne kişandin de li vî welatî fûtbol hat qedexekirin.
Wezareta Karên Hundir a Misrê ragihand ku ji ber ewlehiyê serdema fûtbolê ya 2012-2013'yan dê neyê lîstin. Ev biryara wezaretê di nava lîstikvanan de bû sedema reaksiyonan, her wiha hin fûtbolkaran jî biryar daye ku ji bo betalkirina vê biryarê dê çalakiyên mezin ên ji bo protestokirinê li dar bixin.
Midûrê Çapemeniyê yê Federasyona Fûtbolê ya Misrê Ezmî Micahid wisa got: "Ev biryar mirovan aciz dike. Sporkar û hezkiriyên fûtbolê dibe ku li hemberî wezaretê çalakiyan li dar bixin."
Micahid got ku lîstikvanên lîga 2'yem û 3'yem ku debara xwe ji fûtbolê dikin bi vê biryarê dibe ku berê xwe bidin "zordestî û sûckirinê". Micahid xwest komîsyonekek lezgîn ava bibe, li ser mijarê çareseriyeke saz bike û vê pêşkêşî Wezareta Karên Hundir û Serokomariyê bike.
Endamê Lijneya Rêveberiyê yê FIFA'yê Hanî Ebsû Ride jî ev biryar wekî biryareke hema wisa hatibe girtin bi nav kir û got ku dibe ku FIFA li hemberî Misrê biryareke bistîne.
Ride xwest Serokomar Mursî bi lezgînî mudexeleyê vê yekê bike û wisa got: "Ger ev biryar bê cih dê fûtbola Misrê û îtîbara hêzên ewlehiyê têk biçe. Divê lîstikên fûtbolê di 24'ê gelawêjê de, di roja xwe de dest pê bikin."
Teknîk Dîrektorê KLûba Sporê ya Mihafizên Sînor Hîlmî Tulan got ku ew bawer dike ev ne biryareke teqez e û got ku ger lîstik bêne rawestandin dê gelek qlûb bên asta îflasê, di nav vê sektorê de dê gelek betal çêbibin.