Vê gavê li ser bêndera wêjeya kurdî ya serdemê sê nifşên pênûsa xwe dihejînin xuya ne!
Yên bi rûyekî spî ji ser şêstî re salî dîtine, nifşê navîn ê ji ser çilî re û nifşê teze yê ji ser bîstan re! Ku ez ji vî nifşê piçûk teze yê ji ser bîstan re bêjim nifşê ferhengê bila şaş neyê famkirin! Qesta min ne piçûk xistine. Dixwazim balê bikşînim ser têkîlîpêdanîna wan a bi kurdî re; hînkirina wan a zimên belkî ji dê û bavê bêhtir bi ferhengê ye, loma min go nifşê ferhengê!
Bo li cihê bihîstina dengê rast a peyva kurdî piştî nifşê ser şêstî re yên herî bi bext nifşê navîn e; ew ên dawî ne ku peyva kurdî bi dengê rast li cihê bilêv dibû bihîstin; nifşê ser bîstan re ku dê û bavan çiqas kurdî bi xwe re anîbûn bajêr ew qas bihîstin û hew! Ya mayî di ferhengan de lê geriyan(!)
Helbet cudahiyek tê de heye; peyvê li cihê wê bibihîsî û di ferhengê de lê bigerî, nabin wekî hev!
Cudahiyek din jî heye; yekê bi guhên xwe dibihîsî, yekê di ferhengê de li beramberî peyva tirkî peyva kurdî digerî, helbet wekî rastiyê nabin!..
Peyv deng e, lê dema meriv dengê wê dibihîse ew deng di mêjûyê yên jê fam dike de dibe melodiyek, dibe wêneyek, dibe navek, dibe kesayetek, dibe dirûv û teşeyek; bihîstina peyvekê bi tenê ne deng e, dîtina siya rihekî ye jî; ji yê bi wî dengî dizane bi bihîstinê re gelek tiştî di hişê xwe de bi cî dike… Lewma yê dizane, dizane ku ‘gund gundê hember e’ lê ji yê nizane re ‘gund, gundê dijber e’, yanê baqê nîskan e, yanê tir li ku das li ku(!)
Bo wê divê mirov zanibe kurd nabêjin zarokê/a min a/ê pêşî, kurd dibêjin ‘berê nixurî’!
Û yê dizane, dizane ku ku tîpa ‘r’ hem kurt e hem dirêj e; eger bi dengê peyvê dizanî hewce nake du ‘rr’yan bi hev re binivîsî; (ker e, ker e, bir e, bir e)!
Peyvên ferhenga kurdî belkî ji sê paran dupar nîv ên serdema çandiniyê ne; piştî ew qas dem, helkeftin, bajarîbûnê ve jî, bi min hê jî wisa ye; ferhenga me ji peyvên serdema çandiniyê tije ye; peyvên wê li deşt û çiya, li gund û zozanan in, ne ji kuçe, kolan, Avm û kafeyan in… Kêmên wan karîne li bajaran xwe kêrhatî bikin, pir kêm…
Loma hemû nivîskar, helbestkar û çîroknûsên nifşê ser şêstî û çilî re heya demekê nekarîn metn û rista xwe bînin bajêr; eger wan metn û rista xwe li bajêr honandibin-lêkiribin jî lê peyvên ferhenga wan ên serdema çandiniyê-ji gundan bûn!
Ta kêngê, ta ku nivîskaran ferhengeke bajarî ji wêjeya xwe ya modern re ava kirin, hêngê heya radeyekê ziman, mekan û leheng bûn ên ji bajaran.
Jixwe divê wan ava bikira, çi ku bajar ne bi destê me hatibûn avakirin, bajarîbûna me ya van çil salên dawiyê ne bi dilxwazî bi darê zorê pêk hat!
Nivîskar neçar bûn ferhengeke bajarî ava bikin an çêkin; çi ku ne esnafan, ne bazirganan, ne siyasiyan, ne xwendeyên ji gundan hatibûn li bajaran dixwendin û ne sazî û komeleyan tiştekî wisa nekiribûn-nekirin!.. Loma yên giyanê wan bi giyanê peyvan li ser piyan dima nivîskar bûn, wan ava kir-dikin…
Bi wê avakirinê re ji wêjeya civakeke çandiniyê em ber bi wêjeya civakeke bajarî ve çûn-diçin…
Lê pirs ne ev e, pirs bikaranîna dengê rast ê peyva ferhengê ye! Erê peyv tê xwendin, wateya wê tê famkirin balam lê dengê wê çi dibêje? Di dengê wê de çendîn wêne, çendîn hêma, melodî, wate û çendîn qerekteran di xwe de dihewîne!? Loma bi min ya rastî ne ya tê xwendin û famkirin, ya tê bihîstin e; çi ku xwendina peyvê tiştekî bi tenê dibêje lê bihîstina dengê peyvê gelek tişt û wateyan dibêje…
Helbet, kurdî ne zimanê îngilîziye ku xwendeyên ziman û wêjeya wê ji bo bihîstina dengê rast û wateyên peyvê yên cihê cihê bibihîsin (bo nasîna rih û erdnîgariya zimên) bi meh û salan bikevin rê biçin Îngilistanê(!) Ême bi ferhengê jî dibe! Em dikarin ji diya xwe jî bipirsin (dayê qûna kerê çi ye!) Yanê ‘ji dewsa em ê peya bin’ bi wateya tirkî em dikarin bêjin-binivîsin ‘şofêr me daxe, yan em ê dakevin, me deyne’!
Îjar ên bi bihîstina dengê peyvê yê rast hewl didin ferhengeke wêjeya modern ava bikin û yên bi ferhengê, bi nebihîstina dengê rast û bi pênezanînê hevok û metna xwe lê dikin!..
Loma dibêm çendîn sê nifşên wêjeya kurdî hebin jî lê meriv dikare wan bike du beşan; yek, beşa nivîskarên ku bi dengê peyvê yê li cihê wê bihîstî dinivîsin “kurdiya resen; ev nifş nifşê dawî yê kurdiya resen e”(!) û yên ku bi peyvên beramberî yên tirkî, ji ferhengê hînbûyî dinivîsin “kurdên bi kurdiya ji tirkî çêkirî diaxifin, çîrok, şano, helbest û gotaran dinivîsin, û yên ku romaneke kurdî jî qet nexwendine bi wêjekaran re bernameyên wêjeyî online çêdikin û bi vê jî namînin, wergerê jî dikin”!!!
Û meriv dikare wiha jî bêje, du zimanên kurdî hene (!) kurdiya kurdên ku kurdî di zikê diya xwe de hîn kirî “yên erdnîgariya zimên dinasin” û kurdiya kurdên ku kurdî li beramberî peyvên tirkî hatî çêkirin hîn kirî, yên bi hişê tirkî devê ferhengê vedikin “Nifşê Ferhengê”
Lê tiştê ecêb diqewime ev e; her du beş nivîskar jî, wekî nivîskarên heman wêjeyê dixuyîn!…
Û sosreta mezin jî ev e, nifşê ferhengê bi kurdiya nifşê ku kurdî di zikê diya xwe de hîn kirî ne qayîl e…
Têbinî-1: Qesta vê nivîsê, yan jî tiştê dixwazim balê bibim ser ne ev e; çima bo hînbûna zimên ferheng tê bikaranîn, tiştê dixwazim balê bibim ser ev e; bi rêya ferhengê bi wergera tirkî derketina holê ya kurdiyeke nû ye! (qest ne qursiyerên kurdî ne)
Helbet bo hînkirina zimên ferheng bivê nevê ye, lê bo lêkirina metnên kurdî; helbest, çîrok, şano, kovargerî, werger, bername pêşkeş kirin, rojnamegerî bes bi zimên zanînê, li ber desta bûna ferhengê têrê nake, divê meriv rih û erdnîgariya zimên jî bizanibe.
Ango bo metna kurdî meriv dikare devê ferhengê veke da ku karibe peyvên hemwate yên wekî peyva qulzêmê ‘serçavî, çavkanî, kan’ê bibîne, jê yekê bişixulîne; lê ne bo wergera tirkî bibîne bêje ‘min têkîliya xwe bi wî-wê re birî’ çi ku kurd têkîliyê nabirin, kurd danûstendinê dibirin-diqedînin; yanê dibêjin ‘me silav-merheba birî’.
Têbinî-2: Nizam zimanê kurdî di nav qonaxa peresendiyê de ye yan nifşê nû yê bi kurdî dest bi axaftin û hwd. dike peresendî derbas kiriye(!) Kurdiyeke nû li holê ye; bi min eger bal ne lê be ya li ber asîmîlasyonê maye ew ê bînin serê kurdî, (mîna navê xwe dizanim ne nêt xirab in, lêêê!) Kurdî hezî û hewla zanînê hêja ye, lê ji rih û reseniya zimên re rêzgirtin jî divê piçekî baldarî jî…
Hêvî dikim ‘kurdiya li ber asîmlesyonê mayî ew nexwin’(!)


