DÊRİK
Piştî ku bajarê Tilkoçerê ji komên Çeteyan hate rizgar kirin, hêza Asayîşa bajêr hate ava kirin û di ketin û derketina bajêr de bendên kontrolê hatin çêkirin.
Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di roja 26'ê kewçêra 2013’yan de bajarê Tilkoçer ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kir, dest bi paqijkina bajêr ji mayin û teqemeniyan kirin. Komîteyên Xizmetê jî ji bo çêkirina Stasyona Elektrîkê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû xirab kirin dest bi xebatê kirin. Piştî van xebatan hêza Asayîşa bajarê Tilkoçerê hate avakirin.
Hêzên Asyîşa dê bi armanca parastina aramî û ewlehiya welatiyan kar û xebatên xwe li bajêr bi rê ve bibe. Endamên Asayîşa Tilkoçerê li ketin û derketina bajêr bendên kontrolê çêkirin û parastina bajêr dikin.
Endamê hêzên Asayîşa Tilkoçerê Ekrem Kafê da zanîn û hêzên wan dê bi şev roj parastina bajêr bikin.
Çav li rê ye ku di rojên pêş de welatiyên bajarê Tilkoçerê vegerin malên xwe.