Diyarname
Piştî gelek nîqaşan, piştî gotinên 'zewicîn', 'na, nezewicîn' îro bi awayeke fermî hate ragihandin ku Serokomarê Fransayê Nicolas Sarkozy û top modela berê Carla Bruni bi hev re zewicîn.
Sarkozy û Bruni îro li Qesra Serokomariyê bi beşdariya xizmên herduyan bi mehrbirîneke fermî zewicîn. Şaredarê Herêma Heştemîn a Parîsê François Lebel mehra wan birî
Lebel ji bo kanala radyoyê Europe-1 axivî û got; "Bûkê xwe bi sipîbûnê xemilî bû û wekî her demê xweşik bû. Zava jî ne xirab bû. Ez ji bo her duyan jiyaneke bextewar hêvî dikim."
Bi vê yekê li Fransayê yekem car serokomarekî di dema li ser kar e dizewice. Sarkozy'yê 53 salî meha rezbera par ji jina xwe Cecilia Cigagner-Albeniz veqetiyabû û bi Bruniya 40 salî ya bi eslê xwe îtalyan ketibû nav jiyaneke evîndariyê.
Sarkozy ku berê du caran zewicî bû 3 zarokên wî hene.
Gera wan a li Misir û Urdunê ku meha borî pêk hatibû di nav çapemeniya cihanê de deng dabû.
Li gor anketan piştî têkiliya Sarkozy ya bi Bruni re piştgiriya raya giştî ya ji bo wî daket bin sedî 50'yî.