Tatêla vê yekê gelekî dikim; dema dibînim guliyên daran dihejin, bayek tê wan bi hev re dihejîne; yek di vir de yek di wir de, geh bi jêr de geh bi jor de, ku ne bi aheng bin jî; hin mezin hin biçûk, li hemberî hejîna wan dimînim heyirî…
Li xwe dipirsim; gelo di vê tevgera xwezayî de çi ye tişta bi te ecêb tê, te diheyirîne! Pişt re bersiveke sosert didim xwe; ‘dema guliyên darê dihejin dar çi hest dike, çi dihizire’; ji deng û zimanê wê yê pê nizanim û nabihîsim, gelo di wan demen ba guliyên wî dihejîne de ew çi dibêje?
Ew dara ku hemû guliyên wê dihejin, carinan ku koka wê jî bi hejîneke erdhejî diheje; gelekî meraq dikim, gelo dar wê hejînê hez dike, pê kêfxweş dibe, yan çima ku guliyên wê ji xewa aram hişyar bûne, ew bi hêrs dikeve?
Piranî jî di zivistanan de; ba bi şid û tije bi serma ye, û carinan baran wan şilo pilo dike û bi ser de jî berfa ji spiya şîr î…
Dîsa li parke me, erd û her der berf e û dara li hemberî min a çamê ji berfê xêliyek li xwe kiriye. Bayekî kur dike kûrekûr, guliyên berf danişî ser bi vir de wê de hêl dibin, bi her hêlbûnekê re hinekî berfa li ser xwe kulî bi kulî dadixînin ser berfa li erdê.
Di ber de diçim têm; gelo aniha ew gulî dicemidin, wan jî wekî min sar e, ji bayî, ji berfê û ji sermayê re didin çêran! ew jî dibêjin ‘sermayê, ax ar bi mala te keve’?
Heçî ew; ‘ew darên gulan, ew ên nazik û narîn, darên mêweyan, mêwên tirî, ew aj, ew şitl û guliyên teze, hêrfok û nazenîn’; di vê zivistana xeder de, di bin şilî, serma û li dijî pêlên bayî yên wekî qeşayê çi hest dikin, çi dibêjin, gelo wekî min ew jî dixwazin xwe bidin bin sîvnengekê, sere xwe bixin bin xirbeyekê; nizam, ew ji halê xwe razî ne yan bi gazinc in… belkî jî mîna wê çivîka ser berfê, ku ji bo libek genim berfa vala nikul dike, qey çareyeke wan a din tune, qey ew jî nikarin birevin xwe bidin bin sitareyekê, an jî, gelo cihekî ew bi pêde herin nîn e!!!
Nizanim ji ku hat bîra min! Xwe bi xwe dibêjim, ‘ma ne di vê rojhilata bêxêr, a nebûyî tu gû; jin, zarok, kalepîr, bi sed hezaran, bi mîlyonan kes ji bê maliyê ji bê wariyê; belkî pêxas, nîv tazî nîv birçî, û tevî yên di qul û şikeft, di bin kevir û berehan de ji dewsa nanî û qultek av bi henaseyekê re jînê dikişînin hinavên xwe jî, wekî guliyên vê darê di bin berf û serma û baran û kûrekûra ba û bageran de hewl didin neqerisin, hewl didin namirin…
Ku vê kambaxiyê dihizirim, tayek sar bi min digre, li cihê xwe diricifim, çizinî bi dile min dikeve…


