Li gorî gotegotan, dibêjin Mîhaîl Aleksandrovîç Bakûnînê anarşîst gotiye,‘Dad qehpika desthilatdar (egemen)an e’ (1)
Û bila ew jî gotina min be, hêvî dikim ku xwînerê vê nivîsê vê gotina min a tirtire jî bixe nav lîtaratûra gotinên qirase(!) ku li gorî min duyemîn qehpika desthilatdaran jî bikaranîna peyva ‘demokrasiyê’ an jî demokrasî bi xwe ye (2)
Bi vî hawî desthilatdar bi bikaranîna 2 qehpikan (tika ye: bila tu ‘nêr û mê’ zayendpereziyê nekin; ew qehpikên mijarê razber û notir in; geh dibin mê geh nêr û hemû qest jê ev e. Lê belê, nizanim, belkî wekî kesayet bişibin hev) (Dad û demokrasiya ‘peyvkî’) ku desthilatdar xwe pê ewk dikin…(!)
Ger em bi awirvedaneke arezûdar û şehwetkêş û tilîavêj li wan 2 ewkên desthilatdaran binêrin, em ê bi xwe xweşanînekê bibînin, ku wan bi ‘wan’ 2 ewkên xwe çi kirine, çi anîne serê evdên belkî; îhtîmal e hestîkujiyekê bi dest xwe ve bînin, ji sawdariya hêzê xwedayan çêdikin û cîhanoka gilover;
Dewlet bê dewlet, terîqet an civata komeleyekê, li ku bi çi navî; biçûk an mezin, çawa ku li wir hêzek serdest be, li wî cî desthilatek heye; li wî cî roja îroyîn, wekî benîşt du peyv wekî ewk li ser zimanê wan sar nabe; dad û demokrasî!
Ku çi dikin, ku çawa dikin, ku ji bo kê dikin, ku bi çi rêbazê dikin; her tişt li gorî dad û demokarasiya wan pêk tê.
Dema meriv li kirinên wan dinêre, yan a hatî seriyê ‘naêşe çima diêşînî’ meriv lê werdiqile, ku çi kirine bo yên li jêr (teba) xwe, bi çîka ewka xwe, bi ‘dadwerî û demokratîk’ kirine.
Camêran bo cemeata xwe dizî kirine, bo cemeata xwe şelefî kirine; şer kirine, welat feht kirine, serkeftinên mezin diyarî civata xwe kirine, gencîneyên spartiyî wan hatî kirin şêlandine, berdêl dane, canê xwe bo berjewendiyên ên li jêr kirine mertal, têkoşîne, berxwe dane, destan nivîsî ne, kuştine dane kuştin; derdora xwe, dost, hemşerî, xal û xwarziyên xwe kirine xwedan kursî û payeyên heq ne-kirî; bo silametiya sazî, dezgeh, komel, partî, gel û şoreş û berdewamiya desthilata xwe ya alaleyî filan kes bêvan kes kirine mebûs, şaredar, midûr, şofêr, onbaşî û VC cî; welat, dewlet, bajar û cîhan bi ser serê yên li taxa jêr dijîn de hilweşandine û ji nû ve ava kirine, û ji yên li jêr, li biniyê dijîn hatiye xwestin, bê şert û şûrt, bê şik û guman, ‘îttîhata mitleq’!
Kî be ji kê be, ne hed e (!) ji ber ku ji rastiyê ditirsin, ji ber ku hizra rastgo, peyva rastgo û kirina rasteqîn qidûmê wan dişkênîne deziyê dilê wan diqetîne, tirsonek in, newêrek in, nahêlin ji yekî/ê re bêjî pozê sola te xar e. Nikarî bêjî tu şaş î, ez ne bi te re me. Ez ji te re nabilînin, nakim tilîlî û li çepikan nadim. Ku bêjî, hingê dibî gunehkar, dibî dojehî, dibî xayîn!!!
Wile û bile û tileh, ku ciwamêran bi-û-bo polîtîka, siyaset, bîrdozî, şoreş, cinet û ceheneman çi kirine, xweş ‘lihevanîne’ û giş ji bo me-yên nezan kirine!
Bi 2 ewkên xwe yên medenî-modern, mafperwer, dadwer û demokratîk; neheqî û tecewîzkariya xwe rûspî kirine, ji xwe re rewa dîtine û li xwe helal kirine; kirine, dikin û wê bikin jî…
Çimkî dikarin bikin, çimkî ew desthilatdar (egemen)ên hin mezin û hin biçûk in û di bin wan de 2 ewk raza ne!
Ew dikarin bi wan 2 ewkan her tim tiliyan biavêjin bin dûvê evdên li jêr, ên di jêrzemîna keştiya Tîtanîkê de dijîn…
Ta kingê dê wisa be? Kingê ku yên li jêr dijîn şik bibin tiliyekê biavêjin bin dûvê yên li jor, li ser kursiyên nerm û germ rûniştî û kemaxan mezin dikin…
Nexwe, ji Sûmeran ta îro ‘dad’, ji Grekiyan tê îro ‘demokrasî’ wekî ewk û hesp, desthilatên zor-dest de lê sîwar in û xweş dibezînin.


