Tu dişibî lehengê çîrçîrokan. Tu ji ku derketî û hatî ez nizanim. Wext û cî jî ne diyar e. Wekî xewnekê tu li pêş çavên min xuyanî dibî û tu pê re winda dibî. Tu ji xewn û xeyalên min dizê yan ji çîrçîrokên bîra min bi rûqalê dinyê dikevî nizanim. Tişta xuya û li ber çav tu zilamekî çilek î. Tu nikarî bi nefsa xwe. Tu nikarî bi nefsa xwe û tu radibî diherî hevalê xwe qanih dikî û hûn dikevin rê. Tu bûyî mîna jinê nebîranî. Ji bo firek qehwe tu ji gundekî didî rê diherî gundekî din. Piştî rêyek dûr û dirêj hûn digihîjin odeya axê. Hûn ji hal de ketine. Wekî her carê dîsa wî tebhê te hatiye bi pêxîla te girtiye. Li pey vexwarina qehweyê xeweke giran xwe avêtiye ser çavên te. Piştî ku çend caran serê te dikeve ber te tu di xew re diherî. Çi dibe çi diqewime di wê kêlîkê de bi serê te de tê. Êdî tu nema ji ber çavên min winda dibî û ez jî li te dinêrim.
Tu dibînî ku bi derbekê re ribabçiyek ket derî. Ewilî bala xwe dide ser kesên li hundur rûniştine û dû re bi giranî dimeşe tê li orta odê disekine. Ji teriya hespan çend mû di destan de ye. Wan li hev du ba dide. Dike wekî guliyekî hûnayî. Dibêje, “Kî van mûyê di destê min de ye bi destan biqetîne, ezê barek qehweya kutandî bidimê. Yê ji xwe bawer e bila derkeve pêş!”
Yek evdê Xwedê dernakeve. Çavên kesî jê nabire. Deng jî ji kesî nayê. Bi awayekî ji xwe razî tu rabû ser xwe û tu derketî pêş. Barek qehwe ne karê henekan bû! Ribabçî mûyê di destê xwe de dirêjî te kir. Te kir û nekir neqetiya. Cara dawî heta ku Xwedê hêl û qawet dabû te, te mûyê di destê xwe de ji hev rakişand. A îcar tu biserketibû. Çawa ku mû qetiya ribabçî deng bi ribabê xist û dengê “tirrrr tirrrr” jê anî!
Bi carekê re kêleka te jan da.
Hevalê te bi enîşka xwe dikira newqa te qul bikira.
Tu ji xew hol bû.
Tu li xwe hay bûbû.
Temamê odê bi te dikeniya. Te fêmkir bê barek qehwe li ser te bi çi bûbû mal. Ji fediya rûyê xwe hûn nema karibûn rûniştina. Hûn rabûn ketin rê. Bê navber hûn meşiyan. Wexta ku hûn gihaştin nav gund, hûn ji hev veqetiyan.Tu hatî malê. Tu ji lephilanîn de ketibû. Te zanibû wê xwêdana ku te li odeya axê dabû ne ji xêrê re bû. Tu ketî nav nivînan.
Hevalê ku te ew bi xwe re biribû û hûn çûbûn we qehwe vexwaribû hatiye dixwaze tu pê re derkevî derve. Tu çiqasî dibêjî, “ Na dev ji min biqer” jî ew dîsa ji ya xwe nayê xwarê. Rûyê wî wekî yê mirîşkan e. Ji destê wî tu nakî der û tu dibêjî, “Ezê bi te re werim ku law?” Bi mahneya, ‘ez nikarim wilo eşkere bibêjim’ îşaretê dide te. Tu ji maliyên xwe dixwazî we bi tenê bihêlin. Ku hûn bi tenê dimînin dibêje, “Di vî xirbeyê dîwanê de ez li xezîneyekê rast hatime.” Tu jê bawer nakî û tu dibêjî, “Tu bi qedrê Xwedê dikî ji ser serê min here!” Ew nare. Dibe mezeloq û bi te ve dizeliqe. Dest bi sondan dike. Telaqê xwe diavêje. Tu di hundirê xwe de dibêjî, “Mizawirekî wekî wî li ser rûyê dinyê tune ye, çima tê dixwaze min jî bi xwe re bike şirîk, nizanim. Ewê fenek di vê de hebe, lê çi?” Gava ku tu qenc bala xwe didiyê tu dibînî ku çavên wî dibiriqin. Tu bi vê rewşa wî zanî. Kengî rast bibêje û bixwaze hinekan qanih bike lê wer tê. Dilê te dikeve cih ku rast dibêje. Tu dibêjî, “Emrê me ji Xwedê re” û tu radibî bi tengala wî dikevî. Tarî ketiye erdê. Kiras û derpiyê te yê dirêj û sipî di wê tariyê de ji dûr ve xuyanî dibe. Ku hinek çav li te bikevin ewê bibêjin qey tu miriyê mezelayî û tu ji tirbê rabûyî.
Wî daye pêşiya te û hûn dimeşin. Hergî diçe tarî hukmê xwe zêdetir dike. Hûn tên hinda xirbeyê dîwane. Hûn tên li ber devê bîrekê disekinin. Dibêje, “Zêr di binê vê bîrê de ye. Gava ku fileh ji van deran reviyane zêrê xwe di vir de veşartine û çûne.” Tu dibêjî, “Baş e, ka emê çawa xwe berdin hundirê wê?” Kindira ku xistiye binê kevirekî derdixe û dibêje, “Vaye kindir, emê xwe bi vê kindirê berdin jêr.”
Ew newêre xwe berde jêr. Tiştekî ku hûn zêra têxinê jî neanî ye. Ji mecbûrî tuyê têxî nav derpiyê xwe. Tu xwe berdidî binê bîrê. Eyn wekî ku wî gotibû tu dibînî ku komek zêr li wir in. Çavên te diçin nav qotê te. Tu tavilê derpiyê xwe ji xwe dişeqitînî û tu devdelingên wî girê didî. Heta ku têde hiltê tu zêran dixê. Çavên te barnabe ku tu wan zêran li wir bihêlî. Tu dawa xwe jî li xwe badidî û tu tijî zêr dikî. Tu derpiyê tije zêr diavêjî ser hustê xwe û tu xwe digihînî kindirê. Tu kindirê kaş dikî. Piştî ku hevalê te wê kindira ku te li nava xwe girêdaye dikşîne, lingê te ji erdê diqetin. Ji kêfa tu nema dizanî bê tuyê çi bikî. Lê bi derbekê re ji nav lingên te êşek dest pê dike ku tu dibêjî wextî dilê te ji ber bisekine. Ji ber janê tu dikî hewar û tu diqêrî. Hevalê te dibêje, “Çi bû? Çi qewimî gidî?” Tu dibêjî, “Hewar, ji bo Xwedê ez mirim! Yekî ji jêr de bi gunê min girtiye, ba dide û hey ba dide!” Hevalê te dibêje, “Malmîrato bi ser de bimîz ewê te berde!” Tu jî bi ya wî dikî û tu dimîzî. Sist dibe. Bêhna te tê ber te. Hevalê te dîsa kindirê dikşîne. Lê dîsa heman êşa cangizok li hemî bedena te belav dibe û orîn ji te diçe. Hevalê te dibêje, “Îcar çi bû?” Tu dibêjî, “Dîsa xwe pê ve daleqandiye û diguvêşe!” Hevalê te dibêje, “Îcar pê de birî, ewê te berde û tê jê xelas bibî!” Tu bi ya hevalê xwe dikî!
Tu bi tepê jina xwe ji xew hol dibî.
Pê re tu ji ber çavên min winda dibî.


