Diyarname
Rojnameya bi navê "Rojev" ku 24'ê mehê dest bi weşana xwe kiribû bi cezayê girtina mehekê cezakirin û girtin.
Hefteya borê rojnameya Azadiya Welat bi mehake cezaya girtinê hatibû cezakirin. Piştî vê yekê Rojevê dest bi weşana xwe kiribû lê îro ji ber wêneyê Ocalan û ala PKK'ê hat girtin.
11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîaya ku rojnameyê propagandaya PKK'ê kiriye ceza lê baran. Rojevê di nûçeya xwe ya ku "Boykotê bişidînin" de wêneyê Ocalan û ala PKK weşandibû, dadgehê jî ev wekî propagandaya rêxistinê nîşan da û ceza li rojnameyê birî.
Her wiha dozger xwest der barê Midûrê Karên Nivîsaran û Xwediyê Rojnameyê de lêpirsîn bê vekirin.
Li ser girtina rojnameyan sibê xebatkarên Azadiya Welat û Rojevê wê daxuyaniyeke bidin çapemeniyê.
**
Nûçeya eleqedar:


