Çawa ji bo muzîkjenekî dinya ji dengan pêk tê, ji bo resamekî jî dinya reng be, ji bo min jî dinya peyv e û ez jî bi çavên çîrokê li dinyayê dinêrim. Loma gava ku ez vedigerim û li dîrokê dinêrim ez bi çavekî çîrokî serpêhatiya însên dibînim. Ez diherim wan rojên ewil ku hê însan nezan e, hov e û ji siya xwe ditirse.
Dû re, tu dinêrî ew însanê ku nizane ewê çawa li heyatê bimîne, li hember tunebûn û mirinê li riyên parastin û hebûnê digere. Bi vê re çîroka berxwedanê dest pê dike. Li hemberî dijwarî û bûyerên xwezayê li ber xwe dide. Li hember heywanên kovî û wehşî li ber xwe dide. Li hember însanên wekî xwe li ber xwe dide, dixwaze xwe bistirîne û li heyatê bimîne.
Ew berxwedana wan însanan dewam dike. Yê ku bi ser dikevin dimînin, yê winda dikin diherin û namînin. Di vê rêwîtiya ku însan tê de her li hember mirin û tunebûnê sekiniye û berxwe daye, bi salên ku derbas bûye re dûmahiyek hiştiye. Tecrubeyek ji wan maye. Yên ku bi serketine hukum li xwezayê, li heywên û li însanên din kirine û xwe li ser lingan hiştine. Ev jî rê dide ku gelek carî li bûyerên ku ew êşandine, ew fikirandine, ew kenandine, ew bi girî kirine û kêfa wan anî ye rast hatine. Têkçûn û serketinên xwe di bîr de anîne û ji bo ku neyê ji bîr kirin ketine nav hewldanekê. Loma stran, çîrok, meselok, destan, efsane, kilamê dengbêjî, heyranok, mesel, pêkenok, gotinên pêşiya, biwêj û lîstikên wextbihurînê, lîstikên mîna govendê û rojên pîroz hatine afirandin. Ji hêla hunerî, edebî, felsefî, ehlaqî, civakî û her wekî din bermayiyek, sermiyanek hatiye afirandin. Giştik jî di ziman de bi awayekî cihê xwe digrin.
Di vê rêwîtiya berxwedanê de hinek rehên însên jê winda bûne. Ji ser rûyê dinyayê hatine rakirin û qira wan hatiye. Qelihîne. Çimkî hinek jê jêhatî, zanetir û xurtir bûne û yê din xistine bin hukmê xwe, hukum li dinyayê kirine û xwe bi darê zorê li ser yê din ferz kirine, loma hinek jê navê wan jî li ser rûyê dinyayê nema ye û hinek jî wekî me hê li ber xwe didin.
Heta vê derê tu dibînî ku em ne wekî yên winda bûne û ne jî em wekî yên bi ser ketîne. Em di ortê de ne. Li gorî hêza xwe em dixwazin nemrin, winda nebin û berhemên ku di rêwîtiya berxwedanê de hatine afirandin biparêzin û hemdem bikin. Ji ber vê divê em bingeha çîroka xwe ya nûjen li gorî van berheman deynin. Bi tevn û qalibê nuh li ser vê erda ku beyar hatiye hiştin ji bo afirîneriyek xurt bixebitin. Çimkî me ala berxwedanê hilgirtiye û êdî em dixwazin nemrin û bijîn.
Divê em vê çîroka berxwedanê ya devkî ku nîvco maye, derb xwariye, birîndar bûye û pir tişt jê winda bûye bigrin dest û ji nû ve saz bikin. Çimkî em di nava vê çîrokê de ne. Divê em di wir de li xwe bigerin û xwe bibînin.
Bi vî hawî emê karibin jiyana gelê xwe, hestên wî, ramanênên wî, hêviyên wî û derdên wî hîn bibin. Ku me ew bi dest xist, rih, mejî û xulqê wî dikeve mista me. Kî ye, çi ye kifş dibe. Piştî vê emê karibin wî tevlî çîrokek nûjen bikin û berhema xwe bihûnin. Gava ku ev bibe; pêr, do, îro û sibe li hev dibahnin. Heta ku em berê xwe nedin gel û em nekevin nav behra folklorê û xwe neavêjin bextê zimanê wî emê nikaribin wêjeyekê biafirînin. Bê folklor û jiyana gel tiştên ku emê biafirînin ewê ji koka xwe dûr be û ewê dirbê hinekê din bidin.
Divê ewil em wê ferqa ku ketiye û dikeve navbera zimanê nivîsê û yê heyatê ji ortê rakin. Gava ku em ji zimanekî çêkirî, xav, tevlihev û şolî birevin û berê xwe bidin zimanê heyatê emê bigihîjîn mexsedê. Divê pîvanê me zimanê gel be. Zimanekî ku gel henekên xwe pê bike, jê fêm neke, jê hezneke û xwe tê de nebîne, qebûl nake. Tu herî peyvên ku mejiyê gel ew pûç kiriye û ji ferhenga xwe avêtiye bînî nabe.
Loma divê em qenc bala xwe bidin ser zimanê gel yê heyatê. Heta ku ji me bê divê em ji peyvên çêkirî ku ew di heyata xwe de naxebitînin birevin. Ne tenê ji bo ku gel fêm bike divê em xwe li zimanê wî bigrin. Na. Ji bo ku berhemên me rih û xwîn têkevê, xweş û xurt bibe û dirbekî xwe bigre divê em lê vegerin. Çimkî zimanê gel derfeta ku em karibin xweştir û çêtir hunerê biafirînin dide me. Bi sedsalan hatiye xebitandin. Li gorî xwe rûniştiye û di ruh, hest û mejiyê xwediyê xwe de cihek girtiye. Ji ber vê tehmek wî, xweşikbûnek wî, germbûnek wî, rehetiyek wî heye û wê derfeta ku tu di nav de avjaniyê bikî dide te. Tuyê çima jê birevî?
Ez nabêjim em ji standardiyê birevin. Na. Divê zimanekî yekgirtî ava bibe. Lê li gorî xulqê zimên tevger divê. Jixwe, tu yê wî ji peyvên beloq rizgar bikî. Lê divê tu vê jî ji bîr nekî; hinek peyv ketine xizmeta zimanê te û ev di heyata xwediyê zimên de bi watene. Tu nikarî zû zû pê bilîzî. Ku te pê lîst tuyê ziman şolî bikî û ewê ji mexseda te derkeve. Ji hêla din jî ewê basko bibe. Bi zimanekî baskokirî jî tuyê nikaribî der bibî û berhemên edebî û hunerî biafirînî.
Dibêjin; “Gel eleqeyê rê berhemên edebî yê zimanê xwe nadin. Berhem nagihîje xwendevên û heger bigihêje jî dibêje, ‘ez fêm nakim’ û naxwîne.” Çima neyê fêmkirin û çima em bihêlin ku ev gazin û hincet derkevin pêşberî me?
Ji bo ku tu bigihîjî gel, divê te fêm bikin. Ji bo vê jî divê tu bi zimanê wî li deriyê wî bixî. Tuyê zimanê gel bigrî dest û tuyê li ser bixebitî, tuyê dewlemendtir bikî, sererast bikî, xweştir bikî û tuyê xwe pê bidî xwendin.
Divê tu ji gel, ziman, çand û heyata wî dûr nekevî.
Wê çaxê tuyê zanibî ku çîroka berxwedanê çûye serî.
* Di 17ê sibatê de bi çend saziyan re Eğitim-Sen’a Amede panelek ji bo roja çîrokê organîze kiribû, ev nivîs ji axaftina min ya wê rojê ye.


