Koln
Siyasetmedar Şemsettîn Kara ku kurdan bi pênasa "Xalê Elî" bang li wî dikir 14'ê mehê li Almanyayê wefat kir. Merasima cenazeyê wî roja 15'ê mehê saet 12.00’an de li Koln Schlodderdicherweg 48 Bergische Gladbach Saal 2000 de dê pêk bê û piştre dê cenazeyê wî bişînin Kurdistanê.
Kara bi nexweşiya qansêrê ketibû. Kara ku li nexweşxaneya Troisdorf a Almanya dihat derman kirin, bi şev wefat kiribû. Ew îsal di kongreya Heyva Sor a Kurdistanê de ji bo Serokatiya Heyva Sor hatibû hilbijartin.
Şemsettin Kara li Ewropayê di nav tevgera azadîxwaz a kurd de xebat dikir û de deh salên dawî de jî di nav Heyva Sor de kar dikir.
Ji bo Xalê Elî dê li Schlodderdicterweg 48/ 51469 Bergische Gladbach Koln Saal 2000 merasîmek bê lidarxistin û oxir li cenazeyê wî bikin.