Peşêw di wê baweriyê de ye ku pisporiya di warekî de ne mercê tekaneye ku kesekî pispor were vexwendin û bibe mêvanê bernameyeke TV’yê, ew dibêje ku şertê yekem zimanê wî kesî ye û vê fikra xwe û her wiha mijara zimanê xwerû û petî wiha şirove dike: “Pisporî û serkeftina di warekî hunerî an jî zanistî de, ne bes in ji bo wê hindê ku yek ji bo nîqaşeke televîzyonî bê bang kirin. Divê ew kes, qet nebe heya radeyekê agahdarê wî zimanê nîv standard be ku îro ji bo nivîsandinê bi kar tê. Ez qet bi zimanê petî(xwerû) re nîme û ez di wê baweriyê de me ku zimanekî petî di cîhanê de tune ye. Ji bo bikaranîn an jî xweîfadekirina daxwazî û kar û barên rojane, bi agahdar dibêjim, ku zimanê kurdî yek e ji wan zimanên herî dewlemend yên dinyayê. Her peyveke biyanî jî ku hatibe nava zimanê me, vaye bav û kalên me kum û cemedaniyek wisa kirine serî, şûtikek wisa li piştê girêdane, wisa mist dane, ku xwediyê wê careke din nas neke! Bab û kalên me qet nehatine peyvekê biyanî li gor giramer û zagonên fonetîka zimanê eslî bikar bînin, belkî her tim bi selîqeyeke rewan û di dareke xwemalî de darijandine. Ewa ku em niha dibînin tiştekî din e. Niha peyva biyanî çawa ye, wiha jî bikar tê.
Nizanim, ji bo bernameyek televîzyonî, di zankoyeke mezin û giran de, çima divê keçekê hilbijirên ku nekare du axaftinên rêk û pêk bike? ew jî ne di derbarê felsefe û zanistê de, belku di derbarê dostanî û hevalbendiyê de! nedibû beriya programê wekî ku dibêjin, bême´ina tama zarê wê biken? çibû, qey zimanê xwelîserê kurd peyvek têde nebû li cihê "sedîq" bi kar bê? nedikarî bêje heval, yar, dost, birader, nasyar, hemdem...û hwd? an ger bi erebî nebûya, dilê wî danediket? Zimanê kurdî li cihê “zewac”a erebî tiştek têde nebû? Kengî û çawa rewaye ku di çend risteyan de, ev hemû peyv û gotinên erebî bên avêtin? “Eger sedaqet nebit heyat nabit, em reyî min e”[1], “sedaqete e´ez şit e[2]”, a´dat û teqalîd, îhtîfaz, rewabit, efkar, zewac însan, zirûf tehekum..., teisîrat selbî,...hd.[3]"
Lê ev ne tenê rewşa kesekî/e ji rêzê ye, Peşêw dibêje ku diyardeya bikaranîna pirr a peyvên biyanî di nav axaftina bi kurdî de gihîştiye radeyekê ku heta li ba nivîskarên kurd jî heye. Ew vê mînakê tîne zimên: “Êvara roja 29.05.2000’an Kurdistan TV’ya delal, bi birayekî nivîskar re çavpêketinek di derbarê xwe paşdekişandina Îsraîl li Libnanê kir. Ger kesê ku erebîyek baş nizanibe, bawer nakim ku jê fam bike: “Heq, însîhab, îhtilal muhtel, muehel, qenae, quwwat, quwe, muqaweme, hucûm, qewanînî diwelî, i´ceba cundî, îstî´imar, cenûb, qeziye, muzahîm, îhtîmamatî diwelî miweze´ie, xîlafatî herekatî kurdî, meziye, siqlî îhtîmamatî diwelî, halatî îhtîlal, hell be terîqeyek a´mîlî xarîcî, kutle, îstîfade, hellêkî nîhayî, esasî heq teqrîr elmesîr, wezi` muheye e, hîmayey Kurdistan, merkezî qerar...hd”. Êdî ger ev zimanê nivîskarekî be, li ser ekranê ne ku li çayxanekê, divê rewşa xelkê normalê civakê çawa be?! Mafê wan tuneye ji zarokên xwe re bêjin “birûne xurfey newm” (Herin odeya nivistin an jî razanê), an “El`abekan mebene xurfey îstîqbal” (amrazên lîstokan nebin odeya pêşwaziyê!), “Qemîseket le ser xessale danê”!( Kirasê xwe deyne ser cilşûkê). Ger ev rewşa para nîv azadbûyî ya nîştimanê be, ku kêm an jî zêde bi dehan salan kurdî têde hatiye xwendin, ê divê parên din çawa bin, ku xwendingehek kurdî têde nebûye û hê jî nîn e?”
Pirsa zimên û siyaset; girêdaneke giyanî:
Peşêw balê dikişîne ser xaleke zêde girîng ku ew jî bihevgirêdana zimanê kurdî û pirsa kurdî ya siyasiye. Ew dibêje ku ziman êdî her tişt e û ji ber vê yekê jî neyaran berê xwe berî her tiştî dane zimên, wan ev yek fam kiriye ku mesela hebûna kurdan hebûna zimanê wan bi xwe ye. Ew wiha pêde diçe:
“Zimanê kurdî têgehîştineke (mefhumekî) siyasî ye. Rûyê wê yê herî diyar pirsgirêka netewa kurd e. Ji Kurdistanê re sînorekî xuyakirî tuneye û hilkişiyan û dakişan (bilindî û nizmî) ya rûberê wê jî bi qasî hilkişiyan û dakişandina zimanê kurdî ye. Dijiminan jî ji ev yeka hanê fam kirine. Ji bo wê jî, dema ji Turgut Ozal dipirsin: ‘Hûn naxwazin otonomiyê biden kurdan?’, Ozal tenê ew qas dibêje: ‘Heya sala 1996’an her kes yê hînî zimanê tirkî bibe’![4] Tirk dizanin, ku kurd, kurdayetî, Kurdistan, bîr (raman)a serbixwexwaziyê hwd... ev tev di yek tiştî de diyar in: Ew jî ziman e. Ew têgihîştine ku ew birc û kelaya ku bi hezaran sal e ev netewa çiyayî parastine, sihra(caduya) zimanê kurdî ye. Ewan zanîbûn û hê jî agahdar in ku heya ev sihr(caduytî)a han betal nebe, ew kurdê serhişk ji kurdayetiyê nayê şûştin! Ji bo wê jî, Kemalîstên kevin û nû hemû hêza madî û me´inewiya xwe bi kar tînin ji bo xerakirina vê kelayê û betalkirina wê sêhrê.Piştî damezrandina dewleta (komara) Tirkiyê, piraniya herî zêde ji rûniştivanên gundên bakurê Kurdistanê, ji xeynî zimanê kurdî tu zimanekî din nedizanîn. Diviyabû kesayetiya wan bê bişaftin û tunekirin. Bi rêya wêrankirina gundên wan û koçberkirina wan ya nava bajarên Tirkiyê, tirkan xwestin kesayetiya wan ya berê bikujin û kesayetiyek din bidine wan, ew jî bi rêya jibîrbirina zimanê kurdî û hellkirina wan di nava ‘gelê tirk yê şad û bextewer’ de. Belê, li Tirkiyê ne tenê kurd, tirkek jî dikare şahiya kurdî bike, guhdariya awazê kurdî bike, roja Newrozê kincên kurdî bike ber xwe...hd. Çimkî tu zirar û ziyana van ji pez re tuneye, belkî çanda tirkî dewlemend dikin û zû an dereng dibine malê wan û navê kurdan di kundirê terr de jî namîne, ji ber wê tovê zimanê têde nîn e. Ne tenê eviya, belkî rêya (azadiya) kurdayetiyeke vala jî bidin, bi wî mercî ku amirazê wê zimanê tirkî be! Tu dikarî bê pirsgirêk li Tirkiyê bijî û heta bibî bi Îsmet Înuno, Ecevit, Hikmet Çetîn û Îsmaîl Cem, lê bi mercekê ku dest ji wî zimanê ‘çiyayî’ berdî. Bila yên mîna Yaşar Kemal tim pirtûkên stûr li ser hejarên Çukurova binivîsin lê, bi zimanê tirkî! Bila yên mîna Ehmed Kaya û Îbrahîm Tatlîses jî çiqas ku deng di wan de heye li dij çewsandinê biqêrînin, lê, bi zimanê tirkî!”
Li ser taybetmendiyên neteweperestiya tirkan jî, Peşêw xalên girîng û balkêş dide ber çavan. Ew wiha dibêje: “Di neteweperestiya tirkan de xislet an jî taybetmendiya dagirkerên fransewî heye. Ew taybetmendî jî sepandina ziman e. Ger ji tirkan re here serî, ne tenê bi laş, yê te bi can jî bikuje, kesayetiya te neşirîn û pir kirêt dike û diposîne, yê wisa li te bike ku kînê ji jiyana xwe ya derbasbûyî bikî û ji wê yekê şermê bikî ku ji dayik û bavekî kurd hatî dinê.
Kemalîstan ne tenê kurd, belkî piraniya herî zêdeya kurdan jî bi vê hindê têgehandine û agehdar kirine, ku zimanê kurdî zimanê mirovên nexwende, qereçî, paşkeftî, çete û rêgiraye. Tirkî jî zimanê şaristaniyek, zanist, rewşenbîrî, pêşkeftinê ye, dayika hemû zimanên cîhanê yên zindî ye. Vê rewşê wisa li kurdan kiriye ku, ji xwe şermê bikin û hêza wan nemîne ku bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyivin. Partî û rêxistinên kurdan jî, di piratîka xwe de, ne tenê li dijî vê siyasetê nesekinîn, lê her wiha bi xwe jî bi rêya medya û edebiyata xwe ve, ew siyaset peya kirin û bi navê pêşkeftinxwazî û înternatîonalîzmê, zimanê tirkî anîn nava mala hemû kurdan. Elbete, ez bi giştî behsa tiştê berçav dikim, lê çi di nava refên van partiyan de, çi jî li derveyî wan, hinek rewşenbîrên naskirî û şêremêrên mîna Musa Anter helkeftin û rabûne, ku pirsgirêka zimanê kurdî ji xwe re kirine doza jiyan û mirinê. Lê mixabin, têkoşîna van kesên camêr jî, ji aliyê partiyan ve tu piştvaniya cidî jêre nehatiye kirin û hê jî nayê kirin.”
Xwekêmdîtin; birîneke kevn a kurdan:
Her wiha mamoste Peşêw fenomen û diyardeya xwekêmdîtinê li ba kurdan di riya alavên medyayê ve û her cure alavên din ên derbirînê ve tîne ziman û bi tundî rexne dike û dibêje: “Yek ji rûyên here xuya yên medya kurdan ya bi zimanê cîranên wan, rûxweş nîşandan û xweşirînkirin e li ba wan. Cara wisa heye ku ew rûxweşî û xweşîrînkirina han digihe radeya zimanlûsî, (melaqî. J. Dost) û dibe ku bandorek negatif jî bike ser îmaja ‘wêne’yê kurd. Ji xwe bav û kalên me vala negotine: “Ne hinde tal be ku te nexwin û bavêjin, ne hinde jî şirîn be ku te qût bidin”. Wate: Her tiştek sînorê xwe heye. Medya kurdî ji xwe re kiriye edet, bi minasibet û bê minasibet, behsa birayetî û hevpariya olî û dîroka hevpar û qedera hevpar dike. Wiha nîşan dide, ku jiyana me bê van birayên mezin cehnemeye. Hemû roj vê hindê ji wan re dubare dike, ku nivîskarên me bi zimanê wan nivîsandine, hunermendên me bi zimanê wan strandine, zanayên me xizmeta çanda wan kirine, zarokên me ji doza wan re fîdakarî kirine. Kurt û kirmancî; Xwedayê mezin tenê em bo wê hindê afirandine ku solan ji wan re li ber nigê wan rast bikin. Ev jî bûye sedem ku cîranê me, me bi (bêpê an jî jêr pî)yên xwe bizanin û me nexin nava xaniyekî taybet. Tirk tu carî nikarin bêjin ermenî û cihû li Tirkiyê tune ne, lê bi rûyekî peyt dibêjin ku tu “kêmnetewek” bi navê kurd li Tirkiyê nîn e. Li dewleta Sûriyê ya “pêşkeftinxwaz!!” çend hezar ermenî û asûrî dikarin bi zimanê xwe bixwînin, lê du mîlyon kurdên ku him hevolên (hev ayîn)ên wan in, ji hemen mafî bêpar in. Heya kurd zêdetir behsa Selaheddînê Eyyûbî bikin, ew zêdetir wî bi yê xwe dizanin! Ji bo wê jî ez di wê baweriyê de me, çiqas ku medyaya kurdan li ser xalên hevpar îsrar dike, divê ew qas jî îsrarê li ser wan sînoran bike, ku kurd û cîranên wan ji hev cuda dikin. Ew xwecudakirina han bi tu şêweyekê serkêşî û tunekirina wan nîn e, berevajî wê, naskiririna taybetmendiyên wan e jî. Cudatiya bê dujiminahî jiyanê rengîntir û dewlemendtir dike. Birîna sivkatî an jî xwe bi kêmzanîn û kêm dîtina kurdan, xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Bi sedan salan erebî zimanê ol, farisî zimanê edebiyat, tirkî jî zimanê desthilatdarî û fermandariyê bûye. Zimanê kurdî jî, ji şerma van zimanan, xwe ber bi çiya û gundan hilkişandiye, xwe layîqî şaristaniyê nezaniye. Hezretê Ehmedê Xanî berî zêdetir ji sêsed salan, wiha kerem kiriye:
Hasil ji î´nad eger ji bêdad
Ev bide´te kir xîlafê mu´tad
Safî şemirand vexwari durdî
Manendê derî, lîsanê Kurdî
Înaye nîzam û întizamê
Kêşaye cefa ji bo wê a´mê
Da xelq nebêjitin ku Ekrad
Bê mei´rîfet in, bê esil û binyad.
Belê, xuyaye wê demê jî Xanî li vir û wir bihîstiye ku “Ekrad” nezan, sivik û bêbinyad in. Di wê serdemê de jî bi kurdî nivîsîn tiştekî ecêb û bi sosret û “bide´t” bûye. Lê Xanî badeya saf û zelal (ku zimanên ne kurdî ne) davêje û durdiya wê (ku zimanê kurdî ye) vedixwe, belkî ji xêra Xwedê zimanê kurdî jî mîna zimanê derî tiştekî xweşik yê mîna şahkarên Nizamî pê bê vehûnandin."
Mamoste Peşêw ji jiyana xwe ya rojane û her wiha ji jiyana kurdên penaber ên li Ewropayê ku êdî dûrî tesîra desthilatdaran jî çûne mînakekên gelekî balkêş li ser giyanên têkçûyî, li ser ruhên talanbûyî û dagîrbîyî tîne û dibêje: “Dema ku ez li Moskoyê xwendevan bûm, min hinek kurdên bakur jî nasdikirin. Bi hesabê xwe û qaşo tevde li ser kurdayetiyê mişext û aware bibûn. Elheq jî kurdiyeke baş dizanîn û bi me re (bi me yên çiyayî û tirkînezan re!!) tenê bi kurdî diaxivîn, lê hema ku serê kurdekî din yê bakur derdiket, yekser gera ziman diguherî û yekrast “galdim bildim” dest pê dikir! Baş e, rast e me got li Tirkiyê zimanê kurdî qedexe bû, lê li Moskoyê çima?! Vaye me got, li Kurdistanê nabe zaro hînî zimanê xwe yê zikmakî bin, lê li Ewropa çima?! Vaye li wir navên kurdî qedexene, lê li Ewropa ew qas Deniz, Orhan, Turan, Eylem û Yildirim çi ne ku wekî kuvarkên biharê şîn dibin?! Sala par pênc kes bi navê nivîskavên kurd, hatibûn kongreya nivîskarên (Pena cîhanî). Çar kes ji wan, ji bakurê Kurdistanê bûn. Di wan çend rojên ku em bi hev re bûn de, min nekarî tiştekî wiha bikim ku ew birayên min, ku tev bi zimanê kurdî diaxivîn, di nava xwe de jî bi zimanê kurdî bipeyvin! Lê ji aliyê din jî Xwedê giravî hatibûn wira ku li ser tore û zimanê kurdî biaxivin û zimanê me biparêzin! Dema ku di roja sêyemîn de, kongreyê li ser pirsgirêka kurdî konferanseke taybetî girê da, niwênerê Pena Kurd berî ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive, dest bi qisekirina bi zimanê tirkî kir! Cihê sosretmayînê di vir de bû ku werger jî kurd bû!”
Ji berhemeke Îsmaîl Beşîkçî, birêz Ebdulla Peşêw hin mînakên zêde balkêş li ser xwekêmdîtin û bixwenebaweriya kurdan li qelem dide, ew wiha dinivîsîne: “Civaknas û bîrmendê mezin ê tirk Îsmaîl Bêşîkçî, di pirtûka xwe ya giranbuha “Çend Gotin Li Ser Ronakbîrên Kurd” de, li ser vê hindê gelek nimûneyên berçav û cergbir dide ber çav[5]. Ew behsa doxtorekî dike, ku li bajarekî kurdnişînê tirkîziman da piraksîsa wî hebûye. Rojekê jineke gundî ya hejar ku nexweş e, tê cem wî. Dema ku doxtor rewşa wê jinê dibîne, bi zimanê kurdî pêre diaxive û bi nermî pêre dipeyive. Jinik di cihê xwe de sar dibe û ji doxtor dikeve nava goman û dudiliyê. Ew jinik tênagihîje ku çawa kesekî ku bi kurdî biaxive doxtor e! Êdî çi çare ji doxtor re namîne û bi ser serê wê de diqîrîne û sivaktiyê û heqaretê pê dike ji bo ku baweriyê pêbîne ku ew bi rastî doxtor e[6]!.
Carekê jî di girtîgeha Diyarbekirê de, dengxweşek lawika “Bêrîvanê” distirê. Ji nişke ve, di hucreyeke din de, kesek bi tirkî dest pê dike û strana wî dibire û diqetîne. Dema ku jê dipirsin te çima wisa kir û te nehişt ew heval strana Bêrîvanê berdewam bike? Ew kurd dibêje: Gelî hevalan, ez internasyonalîst im![7]”
Ev nivîs dê wekî sê beşan bidome.
Di beşa sêyem a vê nivîsê de dê li ser van bê sekinîn:
Ka gelo aloziyên xebata netewî li Kurdistana bakur çi ne?
Nivîskarekî esil kurd ku bi zimanekî ne kurdî binivîse, dibe nivîskarekî kurd?
Wêje û edebiyat û huner, bi mijar û zimanê xwe ne yan bi nijada nivîskêr, hunermend, wênekêş û stranvan e?
Şoreşeke kurdî, çawa dikare zimanê wê ne kurdî be?
Û gelek pirsên din. Li bendê bin
***
Beşa yekem a vê nivîsê