‘Birayên’ min ên tirk piştî ku ‘girêk li werîsê xwe’ dan; komara nû û ciwan, komara ku dawî li gelek kêmneteweyan anî û li ser koka gelekan rûnişt, di 23’yê Avrêla 1920’î de damezrandina wê daxuyandin û ew roj wekî Cejna Zarokan diyarî ‘zarokên komarê’ yên ‘qenc’ kirin.
Piştî vê qewimînê bi biryarên yasayî yê parlemenê guhertinên bingehîn ên ku îro jî devên fermî wan wekî ‘şoreşê’ bi nav dikin, li ser navê pêkanîna civateke pêşketî bi pêşengtiya hîmavêj û damezrînerê Komarê Mustafa Kemal Paşa bi zor û zextan, bi bac û bêş û singoyan wekî cawekî nû û fesilandî di ser serê civakê re anîn xwarê!
Hişmendiya ku hemû hêza xwe ji feresata yek ziman, yek al, yek neteweyî distend, ji bo pêkanîna neteweyekî xweser û xwerû, li dû hev; pêşî ‘Şoreşa Alfabeyê’, bi dû re ya ‘Kinc û Berg (Serûber)’, bi dû re jî ya ‘Paşnav’ wekî hemû şirîkên ji komarê bêpahr û pişk mayî, li kurdan jî hate erz û ferz kirin…
Ev yasa, bi dana paşnavên nû re bû mahneya guhertina navê erdnîgariya kurdan jî:
Kurdên ku xwe wekî filankesê kurê filankes, ji filan eşîr û bavikî, ji filan cih û warî pênaseya xwe werdigirtin; bi yasayê re bi paşnavê wekî turk, turkan, turkoglu, tatar, batar… û hwd. gihiştin paşnavê xwe yê nip î nû!
Wekî mînak, Brahîmê Stilîlî, piştî vê yasayê bûbû Îbrahîm Turk, û navê gundê wî, Stilîlê jî bibû Akarsu!
Bi vê yasayê, tirkan bi tîrekî du sê çivîk anîbûn xwarê:
1. Bi paşnavê nû re xwestibûn civakê ji hev veçirînin tîş-işî bikin.
2. Dîsa bi saya yasayê navê erdnîgariyê: gund û mezre, bajar û navçe, dol û çiya, deşt û berî, çem û gol û rûbar bikin tirkoxlî tirk!
3. Berê civakê bidin ‘Geliyê Fîlan’; rêya bêveger; tirkitiyê!
Di wan serdemên ku fermanberên nifûsê li gund û navçeyan digerin û her mal û malbatekê paşnavekî dikin dûvika wan, bi navê Xelîl Efendî mirovek tê gundê Stilîlê.
Stilîlî li herêma Mêrdînê bi qerf û henek, bi tinazkerî û deqarûtî, hebekî jî bi ‘feremezhebiyê’ têne naskirin.
Xelîlê farmanber ê xwelîser li ser maseyeke depî rûniştiye, ji stilîliyan re paşnavên heyî dijimêre. Dor tê gundeyekî pîç, ku guhên wî dilivin. Xelîl efendî pêşniyaz dike ku paşnavê xwe bike turkoglu. Gava ku dipirse, navê te çi ye, exuy?, yê gundî wisa bersivê dide Xelîl efendî: Kîrmino!
Xelîl efendî dike nake, devê wî nagere, nikare navê yê gundî bilêvîne.
Her cara ku dixwaze bibêje, zimanê wî dialiqe, wekî yekî lal lalûke dibêje,’ Kiirr…kirrr..kiiiir’!
Pîştî carekê du caran, Xelîl efendî li yê gundî vedigere, bi lavayî û berger dibêje ‘ka em navê te deynin ser Mihemed Salih; xweşik, nazik girover…’
Dema ku li tevî navê min ‘nivîskarine navqelp’ têne bîra min ew serboriya Xelîl efendî û pê re jî serboriya Nazim Hîkmet dikeve bîra min.
Nazim dema ku diçe paşnavekî li xwe bike, mêzê dike ku ketûber her kes paşnavekî duviktirk ji xwe re hildibijêre. Ew jî ji vêya ciz û aciz dibe, radibe - bi qasî ku ne bi dilê memûrê nifûsê ye- wekî paşnav ‘Ran’hildibijêre.
Vêca, wekî pêyva pêşiyan ‘siiimmm…siiimmm… simaîl’…nivîskarên ku hê jî wekî pênase qîma xwe bi nav û paşnavê tirkan li bav û kalên wan kirî, tînin; ji kerema xwe bila careke din bihizirin, û ji xwe bipirsin:
Navê min qelp e, an navên nivîskarên ku ji qîm û riza xwe navek li xwe kirine?
Têbinî:
1925’ê Qanûna Şewqeyê, 1928’ê de ya Alfabeyê, 1934’ê Qanûna Paşnavan, û ya Cil û Bergan derçûye ji meclisê.
20/02/2009


