Gotine, ‘bi dizî gon bixwe jî, bizin aÅŸkere dizê’!
Her qana ku ‘gon’ xwar, ‘bizinê’ xwe da bi vir û bi wir de, û ‘hemlê’ xwe dananî!
Lê vê carê, emê bi hev re tev bibînin vê zayînê - welew ku barîna ‘bizinê’ di erÅŸê xweda re derkeve-!
Jixwe; her zayîn bi qolic û totilme ye; xasma ‘bizina’ me, ya ku 80 sal e ‘kahrik’ ji ber diçin!
Lê vê qanê, her kes pê ve gihaye û dizanin ku ‘bizin’ li ser roja ye!
Heman zana dizanin ku ‘pîrikeke’ xwedî ezmûn bi qasî ku dikare qolincên ‘bizina’ li ber zayînê sivik bike, diÅŸê ‘karikê ‘di malzarokê’ de 25 salên wî qediyayî, ne ji paÅŸpaÅŸkî ji paÅŸ de; ji serî, bêyî ku biêÅŸe û qajîn pêbikeve, werîne der!
Wekî her kesî niha a ez jî li bendê, piÅŸtî vê ‘zayînê’ ne ku ‘bizin’ ‘kahrikeke’ virnî, pêkkeftî, eloeza; yeke kejik, hîtik, rebît; bi dilê dê û bavan, ÅŸîrînê ber dilê zarokan îro û siberojê bîne, û her kes bibêje, ‘erê welleh…çi kahrikeke xweÅŸik e’!
Hûn jî dizanin ku pir ‘kahrikên xweÅŸîk’ bi destê ‘zarokên rindik’ bûn pahra devê guran!
Bi qasî yên li der mayî, ‘gur’ îro rewde rewde di hepsên cuda de ne, û her serê maweyekê di dadgehên Silîvrîyê de –xwedêgiravî- têne darizandin!
Xweda, tu nifira diya min qebûl bike, yek ji wan ji heps û zîndanan dernekeve!
Lê, wekî ku hûn jî dizanin, her roj yek ji wan ‘guran’ bi mahneya nexweÅŸînê radikin NexweÅŸxaneya Gata û ji wir jî berê wî didin malê…
Xêra Xwedê; ma koro ji Xweda çi divê!
Lê; wisa xuyaye ku ‘korin’ dixwazin korinan ji nava korergenekonan derînin, û yên mayî jî bikin ‘peza qurbanê’!
Jixwe vaye Remezan jî tê!
Heyva pîroz û bimbarek, sultana salê!
Em çi bibêjin, bi xêr bê, û bereket û biratiyê û haÅŸî û aramiyê bîne bi xwe re.
Dibêjin Welî efendî ÅŸorbeyeke pir xweÅŸ çêdike, di hepsê de!
Dewlet li serê Xwedê, nan ji kîsî dewletê, av jî kisî wê!
Di dev û pozê we re derkeve nanê ku we xwar, xwîna ku wê rêt!
Li wan binêrin, di wan çend heyvan de mîna conegayên li ser alif li wan hatiye!
Ji vê bitrî û boxîtiyê ye; gurergenekonên bi nav û deng bi hinceta darizandina xwe ya bi hinin din re - ku ew jî golegayên wan in- bo xwe wekî heqaret dibînin û daniÅŸîna dadgehê protesto dikin û dertên!
Yek ji wan gurergenekon ku milê wî bi vê darizînê giran dibe û ev rewÅŸ li tel û tillêra zikê wî dikeve, Dogu Perinçek e!
Perînçek, di destpêka salên 90’î de hidik mabû mala xwe bibe Beqaa, li Åžamê li Taxa Kurdan malekê deman bike!
PiÅŸtî maweyeke dirêj ya ‘mêvandarîyê’, vegeriyabû welêt û wekî etarekî mîkûtfiroÅŸ bajarê ku neçûyê, navçeya ku lê negeriya û civîn lê negerand nehiÅŸt!
Lê paÅŸê? PiÅŸtî ku bi erk û peywira xwe ve rabû?
Perînçek bû, di çavên kawikan de muxalîfekî zirz î ÅŸûm, di çavên dewletê de ‘zarokê rind’!
Her dewlet – bi taybetî ya ku niha wê bibe ya me- ji ‘zarokên rind’ hez dike!
Wekî Xwedê; ji roja ewil de, ji roja ku min ew bi van çavên di nava serê xwe de dît û min guh dêran li ÅŸor û xiÅŸnepeyvên wî, dilînên min kirin ku ev mirov wekî Qereoxlan li ber çavên min bibe teniya binê beroÅŸê!
Hê wan salan, piÅŸtî konferansa ku li Nisêbînê da, min ji xwe û ciwanmêrinan re gotibû ‘ev mirov mirovekî wisa ye; ‘kare bi gur re bikuje, bi ÅŸivan re bixwe, bi xwedî re ÅŸînê bigerîne’!
Bînin bîra xwe; dema ku Frensa zagona derbarê redkirina Komkujiya Ermeniyan de derxist, bê ev gur li bajarên Ewropayê çawa zûriya!
Xwedê riha bavê me bisitîrîne, ku niha yên wekî wî di hepsan de ‘kêçan ji navrana derpiyên xwe dineqînin li derve bûna û kesên wekî ‘bacimiz’ Tansû xanimê jî li qad û meydana hebûna û bigitina ‘yê ku ji bo vî welatî bikuje jî bi ÅŸeref e, yê ku bimre jî’?!
Êdî ne wextê mirinê ye:
Bi taybetî, piÅŸtî ku dayikên her du aliyan tên û hev du hembêz dikin!