logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Vaqayîname*

  • Dîrok: 25/07/2009

Bi pêşketina alavên ragihandinê; enternet, ename, peyamên telefonên destan re nameyên ku bîhna hibrê li tevî dilsoziya yê şandî re jê difûriya, hima hima ji jiyana me tevan weke gotina ‘ nû hatin kevn xelatin’ bi yek derbê re hilatin.
Hal ew hal e; ristine helbestnameyên ku Nazim ji Girtîgeha Bursayê ji Pîreyeya xwe re şandine ,ji sala 1978'ê ve di  bîra min de cihê xwe diparêzin.
Bi du helbestnameyên Nazim re, piştî maweyeke dirêj di dîwanên helbestkarê nemir Seydayê Cegerxwîn de li helbestnameyan rast hatim.
Ev helbestname ne weke yên Nazim serbest û serbixwe; bi şêweyeke  helbesta kilasîk; malikî, bi wazn û kêş û serwayî bûn….
Ji wan helbestnameyan têgihiştim ku Seyda ji çendek nêzenasên xwe re helbestname reqifandine hev, û şandine…
Hinek ji wan helbestnameyan di kêlîka xwendinê de bi bersivandineke helbestî çêjeke danberhevî dabûne min, û vê çêjê kiribû  ku danberheva Feqî û Mella bi bîr bînim.
Selama min heqîrê sedefek divê têkin
Îro ke li Cizîrê heqe ko li Mella kin
Hilak in ji derba tîrê, dermen divê ko lêkin

Selamên milyaketan bêhed û bêhesab in
Şubhetê avên şetan ji  Mella ‘mîm û hê’ bin
Hîlak in ji zehmetan derman jî ‘lam û bê’ bin**
Di serdana şarê Cizîrê de, herdu gewrey gewrekanê serdema xwe bi vê danberhevê xêrhatin û xêrindariyê didine hev…
Ji bilî berheman, piştî ‘koçberbûna wan a ber bi hêla din’, li gel jiyana wan a hunerî, jiyan û nameyên birek nivîskaran weke pirtuk hatine çap kirin.
Yên ‘hinekên din’ jî bin, name, nameyên peyv bi peyv mişt bêrî, xwerû hisret, tijî fîraq… meriv bi bêrî û azarkêşiya xwediyê nameyê dihesînin.
Weke nameyên Napoleon, meriv di nameyinan de li evîneke nedîtî û nebînayî rast tê.
Dema ku min nameya bo Jozefîneê xwend, min ne Napoleonê ku dixwest gerdûnê têxe serê rima xwe; Napoleonekî jar, zarok; hêsirê dil û dildarê dîtibû û min ji xwe pirsîbû: Mirovekî wisa dil mişt hez, çawa dikare leşkerekî cengawer be?
Hez carinan dikare di dilê hezkir de bi heyvanê kerbê bimeye, bibe nifrîn, bibe tofana dexsê!
Dexs jî dilînek e, hez jî…
Kî kê çendî dihewînê, çiqasî dihebîne, Xweda zane.
Lê ya ku dizanim, weke seydayê seydayan gotî
Aşik û bulhewes cuda ne
Hin faîdexwaz û hin fîda ne…fîdakarin hene niha di nava çar hîmên stûr di hûndir de; ku ez nikarim bi zimanê xwe nameyekê ji wan re rê bikim.
Rê bikim jî nagihe wan, nadine wan…
Û ew jî, di vê serdema ku mirovahî gihiştiye qonaxa avakirina dinyayeke nû-nûjen de ji girtîgeheke ji wan girtigehên li ser axa vî welatê ku kêf û qîma xwe dabeşkirî û dagirkirî, nameyek çiye, nameyêkê bi zimanê dayika xwe ne karin bişînin ji min re, ji dê û da û xuşk û hogirên xwe re….
Ji lew, piştî sih salên xitm yên di ser ‘berdana tirkiya’ re, bo xatirê wan xoşewistan nameyên ‘bi tirkî li qelemdayî’ dişînim ji girtîyên di girtîgeha Sêrtê û Elbîstanê: xoşewist Zekî Kayar, Enwer Ehmed, Sînan Sutpak re…
Zekî, ango mella ji qal û belayê de girtî ye di vê hepsê di wê hepsê de. Enwerê ku niha di xurfeya li kêlekê de ji Binxetê ye, yanî ji Başûrê Rojava…
Û weke yekî ji ‘jêr’, Enwer mahrûqê Helîm Yûsivê Binxetî ye! Di cihekî nameya xwe de dibêje: Li min megire ji ber ku xwe li te dikim bar!Û  dipirse,’Min û Mella di ser destê Azadiya Welat re nameyek şandibû ji te re, da tu bigihinî destê Helîm?
Heyrana çavên te, Enwer, bawer bike min nameya te bi nav û nîşan xist nava lepên PTT’ya tirkan.
Ew û bext û textê xwe!
Tu jî dizanî, 600 sal e ku ew li ser text in!
Îro ku em bindest bin sedemek jê jî ev peyva pêşiyan e, Enwer:
Me bext neda bi text!
Di dawiya vê nivîsnameyê de silavên germ û gurr bo  we girtiyên azadiyê!

*Navê berhemeke Mûsa Anter
**F.Teyran, Ey avê av, Wş.Ens.Kurdî ya Stenbolê


23/07/09

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Rojnûska Serhildana Şêx

  • 28 Pûşper 2008

  Ji rojnûskêRojek eDi xewna xwe de min dît: Li ser hespekî gewr ê boz Xortekî esmer ê di tenga Elî Rizayê xwe de bûm.Li perê kaniyek ji van...

Vebirîna sûretekî ji sûret

  • 19 Tîrmeh 2008

 Roja PêncêSoxî; vê siharê roj qamekê rabûye ranebûye, Qirdo’yê delîlê qirdê min hatiye, piştî ku taştêyek mîranî kiriye...

Ev derî deriyeke ku bi sê mifteyan vedibe

  • 05 Pûşper 2008

  Arjen Arî vê carê bersiva pirsên Diyarnameyê dide. Û qala windabûna dosyayên xwe dike, qala helbestvaniya xwedike.Xwendevanên Diyarnameyê her hefte...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

NY: Di 2050 de ji 5 mîlyar zêdetir kes dê nikaribin avê bi dest bixin

ad

Vê carê îdîayên dopîngê ji Lîga Premier hatin

ad

Mazlûm Ebdî çû Ewropayê

ad

Şengul Ogur: Giriyê Mirinê

ad

Nameyên wê bi 56 hezar Euroyî hatin firotin

ad

Beşiktaşê kûpa îade kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname