Digotin li wî serî dinyayê ye, sar e; heşt mehan berf ranebe ji erdê... Hinekan jî digot şeş heyvan roj e li wê, şeş mehan şev…
Ez neçûbûm wê erdnîgariyê, min ew der û dever, ew ba û kişwer nedîtibûn; hew min navê wî welatî bihistibû: Swêdê!
Lê…ji devê kê?
Niha jî ku bîra xwe tev didim û li wan roj û kêliyên di qul û qawêrên bîra salên hêwî û di rewayê de mayî vedigerim, bi ser ve nabim bê navê wî welatî ji devê kê derketibû û hatibû hatibû, ketibû qula guhê min!
Di dibistana navîncî de bûm wan deman; li Mêrdînê li wargeha nîv-sêwiyan: Wakiflar Yurdu!
Kî li wê yurdê nebû….
Deriyê yurdê yê hesinî û dubask, dişibiya devê moristanekê: Yek diçû, hek dihat…yek dihat, yek diçû…
Tev xwendevan bûn yên ku xwe li vê yurdê girtibûn. Ji Qezê hatibûn, ji Nisêbînê, ji Dêrika Çiyayê Mazî…Û ji hêla Omeriyan ji Hatxê, ji Cibiltînê, ji Çalê …
Ez nîvsêwiyek bûm di wê moristanê de; bêbav lê bi dê!
Lê yên mayî...?
Bavê Çalîko hebû; di deriyekî re nediçû; mîna qetakî dirêj, xişn, bi dar û ber bû…
Ji bavê hemûyan yê Çalîko dihat serdana wî…
Her ku me dibihîst bavê wî hatiye ji Stilîlê, me dawa pahra xwe lê dikir…Wî jî bêdiliya me nedikir; qetek pastêq jî bihata, li me belav dikir…
Lê Şemsedînê Hatxî…Şemsedînê ji bo ku gûzekê nede me, gûyê xwe di xwe de hişk nedikir!
Vê siharê, di ser taştiya mîranî de dema ku min destê xwe dirêjî qinê gûzan kir, Şemsedîn kete bîra min; û Zêdoyê ku çavsorî li me tevan dikir, Bedirxanê ku her ku aciz dibû dest xwe dibir ber guhê xwe û qîr dikir stirana ‘lê lê lê canê…û Elîkê Çalî yê li Swêdê, û Şerefxan Cizîrî’yê ku ji pişti 30 salî lê jiya ji welatê xortaniya min, ji Swêdê vegeriya…
Her sihar her ku li ber vê maseya di şaneşîna seranser camkirî de rûdinim û li der dinêrim, rengê zere yê dîwarê avahiya li hember, bêhemdê min Swêdê tîne bîra min… û şaneşîna mala xwişka min, bajarê Orebro, taxa Svarta Bangata…
Wekî dilketina çavên beqê be jî ya min, min ji wî welatî hez kir; hê jî jê hez dikim.
Û ji te jî xwişkê!
***
Û helbestek:
Ezpel
pel ji şaxê ket û pê ve, hêsîrê bê û erdê ye…
tiştekî nebe jî ji tehtê, pel sêwiyê li ser perê rê ye!
ba dê her bê…
pel dê her hişweşe…
û ax ku pel nesitirîne?..
nabêjim here, warekî din bibîne
war ew war be jî, bihar ne ew bihar e
pel, erdeke Xweda bibîne ku li te bê rehmê!
14/03/09
arjenari99@yahoo.com


