Lusî (Lucy) di nava daristanê de bi lez dimeşe. Helke helka wê ye, ev 2 roj û du şev in dimeşe. Pirsgirêkên wê yên tîbûn û birçîbûnê tune ne, lewra ew bi hêsanî dikare derkeve ser daran ji mêwe û gihayên derdorê fêde bibîne û ji çem û kaniyên di nava daristanê de avê vexwe. Pirsgirêka wê ya sereke lawirên hov in, ger zêde baldar nebe û xwe neparêze dikare bi hêsanî bibe nêçîra heywaneke nav daristanê. Lewma çavên wê tim li ser derdorê ne.
Èdî tarî ketibû erdê, roj çûbû ava, Lusî ew daristana tije xeterî li pey xwe hiştibû, li pêşiya wê çemeke zelal heye giran giran diherike. Divê ji vî çemî derbas be xwe bigîne wargeha li aliyê din yê avê. Di nava hêşinahiyê de hêdî hêdî ber bi peravê çem ve dimeşe, lê ji nişke ve lingê wê dişiqitin nava hezê. Lusî dikeve nava panikê, dipelpite, li derdorê çi bi desta dikeve, dixwaze pê bigire. Ji neçarî dest davêje gihayên derdorê. Ew qevda giha ku Lusî zexm pêgirtiye nahêle ew dakeve jêr, lê koka wê ne ew qas zexm e ku karibe pê derkeve cihê hişk jî.
Nîvê bedena wê di nava heriyê de maye. Ew jî dizane, eger xwe zêde bilivîne dibe ku ew qevda giha ji kokê ve biqete. Çavên wê li dareke stûr digerin, lê zehmet e, tariyê hikum li cîhanê kiriye, çavên wê tiştekî nabînin. Lusî neçare di nava hezê de bêliv bisekine. Êdî dimîne benda mucîzeyeke xezayî.
Ew du şevbûn raneketibû, xwe gelek westiyayî hîs dikir. Li çîroka xwe fikirî. Di ser buyîna wê re bîst bihar û bîst payîz bihurîbûn. Rêberên qebîleyê ferman dabûn diviyabû wekî qurban ji yezdanê birûskê Mulungu re were pêşkêş kirin. Wê salê zêde birûsk vedidan, dema keçeke ezeb bihata qurbankirin, birûsk kêm dibûn. Tirsa Lusî ne ji mirinê bû, dixwest xwe bigîne evîndarê xwe Dongo. Birûsk kêm be yan zêde be ne xema wê bû. Derdê wê kula wê Dongo bû. Dongo xortekî ji qebîleyeke din bû, waregeha wan li aliyê din yê çem bû. Lusî ketibû pey xeyala jiyaneke nû lê di wê rêyê de mîlîm bi mîlîm di nava hezê de winda dibû.
Tam 3 mîlyon û 300 hezar sal şûnde Lusî ji wê hezê derket. Belkî ne saxî be, belkî ne temamî be jî, lê hin hestiyên bedena wê derdikevin ser rûyê erdê.
Di sala 1974’an de di encama lêkolinên berfireh de ku bi mehan dajoyê, ji sedî 40’ê bedena wê tên dîtin. Navê wê çemê ku Lusî dixwest jê derbas be Çemê Awash e ku li Afrikayê dikeve herema Hadar ya Etiyopyayê. Hestiyên wê ku êdî bûne fosîl, îro li muzeya ‘Dîroka xwezayê ya Parîsê’ wisa bi nazikî tên parastin ku dîtina wê tenê bi destûrên taybetî, tenê bi şertên awarte mimkûn e. Lê kopya hestiyên wê wekî ya eslî, hin encamên xebatên arkeolojîk û agahiyên berfireh yên di derheqê Luci de mirov dikare li muzeya “Dîroka xwezayê ya Cenevreyê” bibîne.
Dinya girîngî dide Lusî (Lucy):
Li bajarê Cenevre ya Swîssre mezintirîn muzexaneya Ewropayê ya Dîroka Xwezayê heye. Turîst û hezkiriyên xwezayê dema tên vî bajarî yek ji deverên ku di nava mereqeke mezin de pêşî diçin serdanê, ev muze ye. Ev xezîneya dîroka xwezayê di nava sedan salan de ji her çar aliyên cihanê hatine berhev kirin û tev anîne li çar qatên vê muzeyê bi cîh kirine. Ji cureyên lawirên deryayî û heywanên sererdê bigire heta bermayiyên ku pêşketina mirovahiyê nîşan didin, ji cureyên kevir û mucevherên herî bi nirx bigire heta meteor û cureyên kevirên ku ji fezayê barîne ser cîhanê di vê muzeyê de hatine kom kirin.
Ev der her wiha ji bo xwendevan û bîologên lêkolîner jî navendeke lêkolînê ye. Ev pêsengeha daîmî ku gelek nazikî tê parastin salawext vekiriye.
Li qata navîn, di bin trînca ronahiyê de, hema di korîdorê de, mirov rastê peykerê Lucy tê. Ew peyker bi awayeke zanistî di bin kontrola bîyologên lêkolîner de, li gorî hestiyên rastîn yê Lucy hatiye çêkirin. Li hember vê peykerê jî di hundirê camekanê de hemî perçeyên rastîn yên hestiyên wê yek bi yek hatine nîşandan.
Navê wê çima lêkirine Lucy?
Yên ku cara pêşî hestiyên Lucy keşif dikin komeke lêkolînerên Etyopî û Firansî ya ji 30 kesî pêktê ye. Zanyar Donald Johnson, Maurice Taieb û Yves Coppens di dorê de ji vê komê re rêberî û serokatî kirine.
Di dema xebatên lêkolîn û lêgerînê de ekîba zanyaran tim li albuma koma bi nav û deng ya muzika Jazzê ‘Beatles’ guhdarî kirine. Ew strana ku ekîba zanyaran bi kêfxwesî lê guhdarî dikir bi navê ‘Lucy in the Sky with Diamonds’ e. Endamên ekibê di dawiya xebatên xwe yên ji bo lêgerîna wê jina kevnare de di nava xwe de şahiyekê organîze dikin û dîsa li wê sitranê guhdarî dikin. Dema lêkolîn bi dawî dibe û êdî divê navekekî li vê jinikê were kirin, herkes bê didulî di navê Lucy de biryar dide. Ji wê rojê ve, li hemû muzeyan û her wiha di nava cihana zanyarî de ew jina ku temenê wê îro gihîştiye 3 mîlyon û 300 hezar salî wekî Lucy tê bi nav kirin.