Li ber derê Restorantê ji serma dicirîm, zivistana ku van rojan giran bûye, vê êvarê bi hemû hebûna xwe ve, bi rik, xwe dide hîs kirin. Bi xatirxwestina rojê re surekî hişk dest pê kir. Erdê cemed girtiye. Li hundir tije mişterî ne, kursiyên vala hema bigire nemane. Ronahiya hundir ya zerîn, ew hulm û gulma ku li ser pîzzayan dikeve, ew bêhna nanê pijiyayî yê di firinê de, xwe wekî germahiya malbatî li nava rûyê min dixin. Bi kincên xwe yên motorê naxwazim li hundir li ser piyan bisekinim. Em, kuriyerên pîzzayê di nava xwe de ji sohbetê hez dikin, lewma her çend hewa sarbe jî, em derve tercih dikin. Keçika ku tim bersiv dide têlefonan vê êvarê dereng maye, heta ew were kî pê re bigihe ewê bersivê bide têlefonan. Êvaran di nava saetekê de herî kêm çil-pêncî kes têlefon dikin, ji lîsteya me xwarin dixwazin malên xwe. Bi lêdana têlefonê re îcar min bersiv da:
- Alo êvar baş, keremkin çi dikarim bikim ji bo we?
- Êvar baş, ez Gonzales. Ji kerema xwe re, ji min re nîv mirîşka sorkirî, bi tevî kartolên qelandî, bişînin mala min.
- Belê bi kêfxwesî. Gelo hûn dixwazin li ber, ji we re vexwarinek wekî şarab, yan jî meşrûbatekê bişînim?
- Na na, sipas, xwarin tenê bes e.
- Navnîşana we çi bû ji kerema xwe re?
- Hûn her êvarê eynî pirsî ji min dikin. De ka navê kolana min li derekî qeyd bikin, bes ji min bipirsin!
- Biborin, raste, de ka navnîşana xwe keremkin ezê vê êvarê bi xwe ji we re bînim, û careke din jî, tim ezê werim.
- Navê min, Monsieur Gonzales, Chemin de Vert, nimroya wî jî heft e. Li biniya nexwesxanê, li qata yekem, hema deriyê li hemberî asansorê…
- Ez têgihîstim, sipas Monsieur Gonzales, herî zêde di nava nîv saetê de li mala we me.
- Baş e, sipas, li benda we me.
Min daxwaza muşterî nivîsand. Hema di nava çend deqeyan de, çente amade kirin dan ber destê min. Divê hê sarnebûye vê nîv mirîşka sorbûyî bigînim navnîşanê. Min çente li pişt motorê bi cîh kir, lepikên xwe kirin destê xwe, kask da serê xwe û ketim rê. Di wê hewaya bi berf û bi cemed de divê motor pir bi fesal were ajotin. Rêça tekerên erebeyan ji ber serma û berfê xetên wisa kûr çêkirine ku dema tekera motorê bikeve êdî wisa zû bi zû dernakeve. Lê hertişt di bin kontrola min de ye. Di berfê de ez jîhatî me. Ez û berf, em hev xweş nas dikin. Li welatê ku gora dayika min dihewîne berf salê şes mehan ji erdê ranabe. Tevahiya herêmê dagir dike, li gorî dilê xwe ecir dide gelê herêmê, rê dibire, carnan ew qas ji hed derdikeve ku dibe aşît bi ser gundan ve tê. Hevala min Hîva jî gelek ji berfê kişandiye. Her cara ku wê dibînim, berfa dijwar xwe dide ber çavên min. Min Hîva berî du salan di dema serdana kampeke penaberan de naskir. Ez wekî wergêr bi hin parazvanên mafên mirovan re çûbûn wê kampê. Destên Hîva yên bêtilî bala min kişandibû. Piştî ku pê re bûm dost, behsa serpêhatiyên xwe kiribû. Ew û sê hevalên xwe bîst û du rojan di bin aşîtê de mane. Wan her çaran jî, hin ji beşên bedena xwe winda kiribûn. Serê tiliyên wê tune ne, lê destê xwe bi hêsanî dikare bi kar bîne. Ez û Hîva hema bigire rojane demên tije sohbet derbas dikin. Kêfa min gelekî ji deng û axaftina wê re tê. Hin caran tevgerên min yên sivik min li hemberî sergiraniya wê di şermê de dihêlin. Ez ligel wê xwe rehet hîs dikim. Ew jî dixwaze biçe zanîngehê lê hê jî têr fransî fêrnebûye.
Ev çend êvarin giliyên mişteriyan yên ji ber derengketinê û sarbûna xwarinê zêde bûne. Ev jî dibe sedema gotegotên patronê me. Ez hîç naxwazin ji kar bêm avêtin. Mirov hem xwendekar be hem jî karibe li derekî kar bike, serkeftinek e. Ev kar ji min re lê hatiye, ji ber ku bi roj li zanîngehê me, êvaran jî heta nîvê şevê bi wan re kar dikim. Ji xwe pêdiviya wan tenê êvaran bi min heye. Eger karibin derdê xwe bixwim, van çend demên zivistanê bi zehmetî derbas bikin, di hewaya biharê de ev kar pir bi kêf tê kirin. Heqdestê ku min û patron li ser li hev kiriye her êvar heştê frank e. Lê tiştek din heye min bi vî karî ve girê dide, ew jî baxşîş e. Ger mirov rûgeş be, xwarinê di dema wê de bibe, mişterî mirovan destvala bi rê nakin. Carnan şevê hema bigire bi qasî 30 frank bexşîş pere dikeve bêrika min.
Taxa mişterî li nêzê nexwesxaneyê ye. Ji ber ku Hîva jî li nexweşxanê kar dike, hema bêje her roj li van deran im. Lewma heremê baş nas dikim.
Çûm ber derê avahiya nimroya heftan, min motora xwe park kir, çenteyê xwarinê girt, koda derî lêxist û derketim qata yekê. Çawa ku ji min re behs kiribû li ser deriyê li hemberî asansorê tu nav tune bû. Zengila wî nedixebitî, min bi dest sê caran tikand. Bi qasî demekî sekinim, ji hundir tu deng nehat. Min li ser hemû deriyên wê qatê nêrî navên cuda hebûn. Deriyê bi tenê yê bê nav ev der bû. Carekî din çûm ber û îjar min bi hişkî lêda. Ji hundir deng hat. Çawa ku derî vebû, neçar mam xwe bidim alî, ji ber ku ew hewaya bêhngirtî, bêhna tênê û ya xaniyên kevin tevlihev xwe li nav çavên min xist. Xûyabû bi rojan e hema bigire bi mehan e pencere nehatine vekirin. Ciwamêr bi pijame bû, delingek li jêr yek li jor. Rû û porên wî yên dirêj nav di nav hev de. Ez êcêb mam ka di nava bêhna ew qas genî de çawa sax maye.
Di şûna 14 fangî de banknoteke 20 firankî xist nav kefa destê min. Dema min paketa xwarinê dirêjê wî kir çavên min çûn ser bi tonan rojnameyên tirkî ku li aliyekî korîdorê li ser hev komkirîbûn. Şiklê wî ciwamêrê efsûnî hîç nedişibiya navê Gonzales. Dema derî di ser min de da cîh awirên me wekî birûsk li hev qelibîn. Bi çar çavan li bendê me ku bi siparîşeke nû dîsa li ber vî deriyê bim. Meraqa mine w e: Gelo ev camêr kî ye?!