“Li gor Miail M.Bahtin di şêwazê an jî di vegotinan de gelek cure hene, mînak in: vegotina pirtûkê, vegotina populer, vegotina rojnamegerî, vegotina fermî, vegotina rojane û ji rêzê, vegotina sade.” Û li gor Bahtîn ji xeynî vana hin şêwazên din jî hene; vegotina bêjeyên heremî û gotinên arkaîk hin şêwazên kategoriyên din in. Bo çi min behsa van şêwaz, vebêjî û vegotinan kir, çimkî her nivîskar şêwaz û şêwaza vegotin û vebêjiya wan heye û cihê ye. Şêwaz, vegotin û vebêjiya helbestvan Reyhan Sarhan jî piranî bi vebijiyeke sade, rojane û tevlî hev neqişandiye Em îcar temamiya helbestan û naveroka helbestên xwe binêrin.
Pirtûka helbestvan Reyhan Sarhan a bi navê “Mijdar" mijara xwe piranî ji elementên civakê û ji serlehengên têkoşer yên ku bûne milkê civak û gelê xwe werdigire. Yanê neynika hebûna têkoşeriya civaka xwe û gelê xwe di neynika çavdêriya xwe de teyisandiye. Vejîn û serîrakirina serlehengên civakê wekî findekê çirisandiye. Loma mijara helbestên me desthilatdarî, bindestî, serlehengî û têkoşîneke hebûnî ye. Her wekî din helbestvan bi şêwazeke sade û hêsan helbestên xwe vehûnaye, yanê helbestên bê metafor, bê analojî, bê bêwij, bêalegorîk û aforîzma û bêretorîk hatine neqişandin. Loma şêwaz û vegotineke sade di helbestan de serdest e.
Helbestên Reyhan Sarhan helbestên şer û têkoşîna hebûna miletekî diteyisîne, em dikarin bêjin hemû helbestên me li ser civak û gelê kurd e. Yanê helbestvaneke civakparêz û gelparêz e. Asas neynika rastiya xwe û a gelê xwe ji me re veolandiye. Ji helbestên derûnî yên şexsî bêtir neynika êş û şahiya gelê xwe neqişandiye. Helbet helbestên şexsî û axaftinên hestewarî jî hene. Di helbestan de lêkolîn û lê pirsîna hin têgehan jî hene. Lê di encamê de helbestên Reyhan Sarhan piranî li ser têkoşîn û lehengên têkoşînê ne, li ser welatparêziyê, lehengparêziyê ne. Di helbestan de gelek mekan û navên bajar û navçeyan dibore, her wekî din di helbestan de daxwaziya her car perçeyên welêt, eşqa Edûlê û Dewrêş, xerakirina gundan û penaberî û doza welatekî serbixwe û hwd gelek tiştên din di helbestan de hatine vehûnandin.
Mijarên di helbestan de serdest in piranî wiha ne: Hebûn û vejîneke bi êş, keser û kul, hêviyên emirqûtî û bendemayinên bi êş û têkoşeriya lehengên civakê û hwd. Talî mijdareke bi êş û bi mij e helbestên “Mijdar"ê. Li xwe mikurhatinên şikestîn, penaberî û şibandinên cihêrengîn, doza welêt, bêrîkirin, şikestandin, derbdayînên doza welêt û her çar perçeyê Kurdistanê mijara helbestan e. Zarokatî û milkê zarokatiyê û bîranînan jî xwe di helbestan de neqişandine. Hin helbestên me jî wekî agirê tenûreke dadayî ya tenebûnê ye. Her wiha di nav helbestên Reyhan Sarhan de têgehên hatine dahûrandin û analîzkirin hene loma jî meriv dibêje qey ne helbest in, meriv dibêje qey teoriya têgehan e, mînakek:
EM Û GIRÎ
Girî qirêjiya dil davêje derve
Û hestên dil ji gemariyê paqij dike.
Carna hin kes û derdor
Girî wek qelsiyeke giyanî bi nav dikin
Û li gorî xwe dinirxînin.
Lê belê her kes çawa dinirxîne,
Ew mijarek din e û ji xwe ne girîng e
Bê kî çawa dinirxîne.
Ya girîng ew e ku, mirov xwe çawa bi girî re hest dike.
Lê nebêjin ku girî her tim tê û li deriyê me dide
Na, mixabin ku girî her gav nayê
Eksa girî pir hişk e, dijwar e
Dema ku ji mirov dixeyide nayê
Dema em wî erzan dibînin ew nayê
Demekê pevcûnek di navbera me de çê bû,
Sê salan girî bi dora min neket.
Helbestvan nabêje “Ez” dibêje “ Em” yanê dema lêkera girî tehlîl dike heman demê de tehlîla giriyê civaka xwe jî dike, helbet ji xwe destpêkiriye û ketiye vê rêwîtiyê û xwe gihîştiye vê encamê. Yanê asas neynik xwe girtiye û paşê berê neynika xwe bi civakê vekiriye û dîtiye ku giriyê wê û yê civaka wê heman tişt e û heman hêsir û hestan diweşîne û dibarîne loma helbestvan bi qasî têgeha girî vekolaye û veçirandiye ew qasî jî xwebixwe ketiye nîqaşan û ketiye bin bandora têgeha girîbûnê. Asas helbestvan di vir de bi qasî têgeha girî analîz dike heman demê bandora ehleq û estetîka girî ya li ser şexs û civakê jî analîz dike. Vê analîza xwe jî bi şêwazeke monologîn vedirêsîne. Loma jî dema em li gelemperiya vê helbestê dinêrin, em fêm dikin, têgeha girî hatiye analîzkirin. Li ser têgeha girî helbestvana me analîzên xwe û tespîtên xwe datîne, helbestê nanivîse, di dewsa helbestê dahûrandinê û mijarên teorîk berbiçav dike. Belê teorî û analîzkirin baş e û ramanî ne lê bi awayekî helbestî dema meriv vê helbestê dixwîne meriv ekla helbestê jê wernagire, meriv tama ceribandina teoriya têgeha girî jê werdigire. Loma ji helbestê bêtir di ekla teoriya têgehekê de ye. Wekî em dizanin girî têgeheke hem xwezayî û hem jî hesteke xwezayî ye, wekî hestên din girî jî ji bo jiyana mirovan hewcedar e. Em dikarin bêjin di hin deman de dermanekî rihî û hestî ne. Loma girî hesteke asayî ye û divê asayî bê lênêrîn. Taliya talî di temamiya helbestên me de mijar lehengên ji civakê bûne milk û têkoşerî û serhildanên wan hatine neqişandin. Loma em dikarin bêjin helbestvana me, ji “Ez ê” bêtir “Em” teyisandiye di helbestên xwe de....
Sûdewergirtin:
Mihail M.Bahtin, “Soylem Turleri ve Başka Yazilar”, Metis