Di despêka romana Yildiz Çakar a bi navê “Ev Rê Naçe Bihûştê” de karekterên me bi romorkekê ji gundê xwe derdikevin û di dawiya romanê de karekterên me dîsa vedigerin gundên xwe, an jî gumaneke wisa bi mirov ra çê dike. Roman ji ber ku derûnî ye, mirov nikare teqeziyan deyne, tiştê ku teqez mijar e, mijar jî fermana heftê û çaran a jinên êzdî ne. Feqet mijar hinekî groteskwarî û girîfît hatiye hûnandin, loma di gelek tiştan de mirov di şikê de dimîne.
Mekan di hundirê romorkê de bi awayekî rêwîtî dibore, mekana duyemîn hundir odeyeke nediyar diqewime, mekana sêyem gund û bîranîn e, îcar mekana odeyê, odeya hundirê serê karekter e an jî odeya serê nivîskar e welew odeyeke rasteqîn e. Loma tim mirov di dudilîyê de dimîne, geh di odeyeke rasteqîn de dibore, geh di odeyeke groteskwarî dibore û geh em di xewn û xeyalên bîranînên karekter de digevizin. Feqet tiştên di odeyê de diqewime hem sîleyeke rastiqîn a tund li nava çavên me dixîne, hem jî sîleyeke tirswarî li belengoşka guhê me dixîne, carinan jî mîna dêyekê destên xwe bi serê me dide û me dibe bîranînan... Di vê ode û romorka rasteqîn û groteskwarî de trajediyên rastî bi şêwazeke derbirîn, bi hestên tîr ên di şekla şîreyê de û tijî metaforên cur bi cur bi şayestên xemilandî ên bi reşbînî hatiye kemilandin.
Di romorkê de bi saya bîranînên Şemsîxanê em diçin warên xwe, eşqên xwe, çanda xwe, dîroka xwe, mîtosa xwe, sembolên çanda xwe û geh em tên jiyana rasteqîn û li dîwarên trajediyên rasteqîn ên dojehî diqewimin, em zîz dibin, diqehirin, diêşin, birîndar dibin, kulên me ji nû ve dibişkûvin. Rastî bi şêwazeke hişk, trajîk, derbirîn û bi kitekit li ser tabloyekê hatiye boyaxkirin. Feqet di romanê de a girîng bûyer û derûniya karekteran li ser tabloyê çawa hatiye boyaxkirin welew hûnandin. Çimkî bûyerên wisa ango mijarên werê şayestandin û vegotina wan dijwar e.
Babetên wisa divê hevdilînî an jî mirov bi xwe jiya be, loma mijarên koka xwe ji rastiyê werdigirin vegotin, şayestandin û hûnandina wan dijwar e. Vegotin û şayestina karekterên derûnîk û hundirîn dijwar e.Ji ber a ku an jî ên ku trajedî dîne, divê tu bi hezar çavhişî û hişçavî li derûnîya wan mêze bike.
Divê karekterên trajîk û derûnîk bi stîleke pirhêlî di mercekê de bên derbaskirin. Welhasil îcar em werin ser karekter û hêlên romanê ên din.
Di Romana “Ev Rê Naçe Bihuştê a Yildiz Çakar de gelek karekter hene, piraniya karekteran jin in. Navên karekterên me wiha ne:
Xasê, Şemsîxan, Samîra,Alê, Çinê, Keleşo, Rustem, Fexra, Zîzê, Perwîna zarok, Nofa, Dayê Mêyan, Sinê, Mişîr(Şêro bavê Mişîr e) û hwd.
Feqet di romanê de karekterên ku derketine pêş ango ên ku rêya romanê û rêwîtiya mijarê derxistine holê Şemsîxan, Dayê Xasê, Samîra, Keleşo û Dayê Mêyan e. Lê belê serlehengê me Şemsîxan, Keleşo û Dayê Xasê ye. Feqet a ku berbicav û pêşeng Şemsîxanê ye. Hemû mijar û hûnandina romanê li derdora Şemsîxanê dizivire. Şemsîxan karektereke hundirîn û derûnîk e. Di hundirê hişê xwe de dikeve galegalên monolojîk û diyalojîk, mînak ji romanê: ”Kujerê li nava romorkê jipiya sekinîbû,yeko yeko li nava çavên me mêze dikir. Çi cara min çavên xwe vedikir, min ew didît û derzek li rihê min diket"(rp16) Em dibînin ku karektera me di derûniyeke dijwar de ye, divê “çi çaxa çavên xwe vedikim kujerê xwe dibînim” dêmeg karektera me xewn, xeyal û rastiya li nav hev dixîne, loma xwe bixwe carinan diaxive, gotinên monologî û diyalogî bi pêk tîne. Dêmeg gelek caran rastî kujerê xwe tê. Loma heman demê de di jiyaneke rasteqîn û di jiyaneke xeyalî de digevize, di navbera her du neqeban de carinan asê dimîne, neqebeke hêla wê bihuşt e, hêla wê ya dinê dojeh e. Geh di bihuştê de digere û geh di dojehekê de dişewite.
Em mînakek dinê jî ji romanê bidin “Kîjan kêlî xewn e, kîjan xeyal e, kîjan rast e, nizanim"(rp63) di vir de xuya dibe ku karaktera me Şemsîxan ji ber derûniya xwe êdî hemú deman, mekanan û rastî, xewn û xeyalan li bin guhê hev du dixîne. Rêya qulbe li ber şaş bûye. Karektera me di navbera pira rastiyê û xeyal û xewnan de bi awayekî derûnîk diheje. Şertên ku karaktera me tê de dijî-jiyaye ev derûnî pê ra avakiriye.
Derûniya Şemsîxanê heman demê babeta romanê jî destnîşan dike. Babeta romanê li ser jinan û jinên kurd ên êzdî ne. Dema ku Daiş jinên kurd ên êzdî direwîne, dişewitîne û tecawiz dike, behsa wan bûyerên qewimî ên rasteqîn dike, feqet bingeha romana me ne li ser lingekî ye du lingên romanê heye, lingê ewilîn lingê babeta jinên kurd ên êzdî ne, lingê babeta me ya dinê jî eşqa di navbera Keleşo û Şemsîxanê ye.
Semsîxanê hem di bîranën xwe de, hem di rasteqîniyê de û hem jî di xeyalan de dijî, loma derûniyeke tevlihev di rihê Şemsîxanê de ava bûye. Du mijar di romanê de serdest in. Mijara yekemîn jinên kurd ên êzdî ne, behsa revandina wan û bûyera hatiye serê wan û çawa hatiye xelaskirin dike.
Mînakek "Ax Şemsîxan! Ev ferman e, fermana me kurdan e, li hember xwedayê me hemû xerab rabûne xwîna me kirine şerbet qurtequrta wan e. Ev fermana heftê û çaran e.” Di vir de em fêm dikin ku mijar jinên kurd ên êzdî ne û wekî fermana heftê û çaran hatiye diyîn. Îcar Şemsîxan vê mijarê bi awayekî derûnî ji me re dilîze, vedibêje û dihûne. Şemsîxan neynika civakekê ye loma derûniya civaka xwe û rewşa civaka xwe teyîsandiye. Bi saya şexsê Şemsîxanê em wehşetiyan dibînin. Karektera me di jiyaneke binhişî de dijî û bûyerên qewimiye û diqewime bi awayekî zindî dijî û vedibêje, hemû bûyeran bi şêwazeke derûnî ji pêxîla xwe dertîne. Geh em di bîranînan de ne, geh em li bûyerên trajîk ên jinên êzdî temaşe dikin, geh em li eşqa karaktera xwe û Keleşo temaşe dikin, û geh em monologên karaktera xwe û derúniya karektera xwe temase dikin û geh em li dîmenên wekî din û ên cihêreng temaşe dikin.

Di romanê de hin metafor welew sembol hatine bikaranîn. Heywanên wekî teyr, şêr, pisîk, mar û hesp hatiye şixulandin. Marjan pisîka Şemsîxanê ye, wer bi wê re ye. Heywanên din wekî nîşaneya sembolan hatiye sixulandin.
Şêr; sembola xurtbûn, tirsê û (wehşetiyê) ye.
Mar; Sembola tirsê, û neyîniyê ye.
Teyr: Sembola azadiyê ye. Îcar azadî, tirs û wehşetî bingeha romanê ava dike gelo?
Pisîka me Marjan ji sembolbûnê wêdetir wekî karekterekî ye. Em werin ser karaktera hevala Şemsîxanê ango Samîrayê. Malbata Samîrayê ew firotiye Huzeyfî. Piştî vê çîroka Samîrayê şûnde Şemsîxan û Samîra tim û tim bi hev re dem dibihurîne. Jiyana Samîrayê ú rihê wê ewrên tirsê xwe lê rapêça ye. Samîra karektereke pir û pir tirsonek e. Samîra û Şemsîxan du karekterên di heman rewşê de dijîn.
Şêwaza romanê şêwazeke derûnîk û trajîk e. Şemsîxan di vê hêsîrbûn û di kolebûna xwe de diçe bîranên xwe, gundê xwe, ba Keleşoyê xwe hwd yanê di navbera du jiyanan de, di navbera du zeman û mekanan de wendayî û winda dibe.
Wekî din di romanê de têgehên ku herî zêde hatiye şixulandin ronahî

û tarîtî ye. Loma diyalektîka tarîbûnê û ronahiyê berbiçavkiriye. Desthilatdariya tariyê û hembêzkirin ronahiyê hatiye teşekirin. Nivîskar serketina ronahiyê a li dijber tarîtiyê nîşanî me daye. Ronahî tarîtiyê dadiqurtîne, ronahî tiliyê xwe di çavên tarîtiyê de radike. Şemsîxan di xewnereşkên tarîtiyê de dijî, di hundirê odeya xwe da groteskan dibîne, loma monolojîk û diyalojîk e. Ji hêleke din ve yên ku wehşetiyan pêk tînin ango qesas di lûtkeyên Sadîzmê de dijîn mînakek ji romanê:
”Meydana gund, heta îro, ji bilî goga plastîk tu car serê mirovekî di nava lingan de nedîtibû"(rp82)
Di vir de karektera me û karekterên din xwe veşartine û li bûyerên diqewime temaşe dikin ji neçarî. Karaktera me ji ber ku gelek caran pêrgî dîmenên werê hatiye loma dikeve xewn û xeyalan û groteskan dibîne. A ku vê wehşetiyê-kiryarê bi qesas kirin dide konê olê ye, fîstanê olê ye, metaya kapîtalîzmê ye û Sadîzm e. Bifikirin ku mirovek li ser navê olê û Xweda bi serê meytekî bilîze, ev lûtkeya Sadîzmê ye. Ev êdî ne zewq e, ji zewqê wêdetirîn e. Wehşetiyên werê ji zewqê wêdetirîn e, êdî ev kêfxweşî ye, ne zewq e. Nivîskar rasteqîn, grotesk, xewn, xeyal giş di nav hevdu de esirandiye û hûnandiye. Metafora “Sêniya giloverik a xwarinê “di romanê de wekî dinya cihê xwarinê û goştxwarinê be, nimandiye. Em goştên hevdu dixwin, sênîya giloverik dinyaya giloverik bi xwe ye û kî li ser vê sênîka giloverik be dê ew ê bê xwarin. Metaforek e watedar e. Desthilatdarî, kapîtalîzm, ol, oldarî û tirs bingeha romanê diteyisîne. Di romanê de ol û oldarî bûye alava kapîtalîzmê.
Di romanê de tirs jî bi serê xwe bingeha romanê diafirîne. Cihê ku wehşet lê hebe tirs jî ew ê hebe teqez. Tirs koka wê esil ji fêrbûnê tê, ji ber ku mirov bi saya tecrubeyên xwe fêrî tirsê dibe. Welhasil nêzî dawiya romanê heft şervan kecên kurd ên êzdî ji nava lepên hûtan derdixîne. Çîroka hûtan di naveroka romanê de wekî çîrokekê Dayê Xasê ji Şemsîxanê re vedibêje, ji ber ku hûtan dişibîne Daişiyan, her du jî seriya dihilqitîne û serjê dikin û dixwin lê yek çîrokek mîtolojîk e, a din rastîyeke qewimî ye.
Di dawiya romanê de Şemsîxanê wekî hatibe gundê xwe û Keleşo jî wekî miribe, ew jî li ser mezelê wî ye. Karekterekî me yê din jî Mişîr e, Mişîr fêlbaz, kahîn û pêşerojdîtek e. Dema vana giş tên gund Mişîr ji wan re behsa pêşerojê de dê çi biqewime dike. Feqet rêveberê û rêberê Semsîxanê gotinên Dayê Xasê ên watedar, felsefîk, bîwêjîk, û afarozmatîk in.
Di dawiya romanê de Sinê û Şemsîxanê heman kes xuya dibe, dudiliyeke wisa bi mirov ra dihêle. Simko jî Keleşo xuya dibe. Talî karakterên me ji terefên heft şervanan ve ji destên wehşan tê xelaskirin û berî bi gundê xwe vedikin. Roman Ji gund derketinekê dest pê dike û dîsa li vegera gundekî diqede. Hemû bûyerên diqewimin di navbera çûyîn û hatinekê an jî di navbera derketin û vegereke gund de diqewime, didome. Vegotin û gotûbêjiya romanê carinan herkehişî, carinan derhişî û carinan jî bi şêwazeke rasteqîn hatiye nivîsandin. Feqet teknîkeke herkehişî, carcaran jî monologî û bi dîyalojîk hatiye hûnandin. Lê belê bingeha romanê û mijar kana xwe ji rastiyeke qewimiye wergirtiye...Rastiyeke dojehî ye. Loma “Ev Rê Naçe Bihûştê" Ev Rê Diçe Dojehê gelo an jî diçe Arafê gelo? Diçe ku Ev Rê Gelo?.....