logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Semptoma metafora HEFSAR

  • Dîrok: 03/07/2020
“Heke em dîrokê bikûrînin-vekolînin, em li ser dîrokê serê xwe biêşînin, teqez ne gengaz e mirov ne reşbîn be”(1)
Hefsar: “Çîrokeke dîrokî a rasteqîn e û bi hubreke sorik hatiye honakkirin, sêwirandin û reşxemilandin… Hefsar semtoma metafora çîroka rasteqînîyê ye.”
Ez ê bi kurtasî behsa naveroka novela Hesenê Metê a bi navê “Hefsar” bikim û paşê derbasî rexneya xwe bibim. 
Di destpêka romanê de dema min xwend min go qey ez pirtûka Irvan D. Yalom a bi navê “Dema Ku Nietszche Digiriya” dixwînim. Çimkî destpêka novelê dişibiya naveroka vê pirtûkê. Di her du pirtûkan de psîkologek heye, nexweşek heye û bi pêşniyara kesekî din li cem psîkolog vedihewin. Di pirtûka Hefsar de Germîyan kesekî nexweş e û diçe cem psîkologa bi navê Monicayê. Di “Dema Ku Nietszche Digirîya” de, nexweş Nietsczhe bixwe ye û ew diçe cem psîkologê xwe, lê axir tenê destpêka Hefsar dişibe vê pirtûkê. Paşê berê novela Hesenê Metê vediguhere rengekî din.
Germiyan navê warê karekter bixwe ye, navê warê wî jê re bûye bextekî giran. Germiyan mîna ji terefê Xwedê ve wekî wehî ji jor ve jê re hatibe, li ber mizgeftê bêxwedî tê dîyîn. Paşê bavê wî yê ji eşîra Bêrtiyan wî ji ber mizgeftê radihêje û dibe cem jina xwe Despînayê. Helbet vebêj rewş û derûnîya karekter vedibêje û rave dike. Nivîskar teknîka vebêjîya psîkoyî (psîko-anlati) bikaraniye. Germiyan li cem wan mezin dibe, ji bo zanîngeha wî ji zozanên xwe bar dikin tên Amedê, paşê dixtorîyê zeft dike, dibe dixtor, dizewice û zarokekî wî çê dibe, piştî wextekê şûnde bav û dêya wî diçe rehmetê. Dewlet zarok û jina wî li ber çavên wî qetil dike. Helbet ev bûyer bi awayekî trajîk diqewime û sedemên wan hene. Lê min go ez ê bi kuratasî behs bikim, ez ê nekevim kitekitên naverokan, çimkî dema rexne bikim jixwe dê her tişt eşkere bibe. 
Germîyan piştî hemû jîyînên xwe dikeve rewşeke dijwar derûniya wî têk diçe, êdî Germiyan karekterekî melankolîk yê reşbîn e. Mînak: “-Dibêjin li vê dinyayê rûdana her tiştî, hebûna her tiştî maneyeke xwe heye. Lê aniha maneya tiştekî nemaye, her tişt pûç û her tişt vala... û reş e: carina çavên min di reş ve diçin û her tişt tarî dibe. Û sibehan jî dema ez çavên xwe vedikim, tenê qederekê, tenê rêyekê li pêş xwe dibînim… rêya mirinê. Lewra ez bi xwe dizanim ku ji vir û pê ve, hêviya min ê tu carî ji êş û xema min mezintir nebe.”(rp, 11) Di vir de em hîs dikin Germiyan lehengekî reşbîn û melankolîk e û heman demê de bi teknîka herkehişînê(Bîlînç Akişi) teknîka gotinên rasterast (Dogrudan Soylem) diaxive. Di Hefsar de gelek teknîkên monologî hatine bikaranîn. Hasilîkelam, hemû hêvîyên xwe qutkiriye ji heyatê, tênê rêyekê ji xwe re watedar dibîne ew jî biryardayîna xwekuştinê ye. Li şêwaza xwekuştina xwe digere, divê ez ê xwe çawa û bi çi şiklî xwe bikujim. Xwekuştin qelsî ye an jî serketin e gelo? Di vê novelê de xwekuştin qelsî ye, karekter xwe li a qelp qirtiye. Çimkî bûyerên hatiye serê wî ew bi ber tarîyê ve biriye. Divê wiha be ecêba? Helbet ev tercîha nivîskêr tevnesazkirina wî ye. Lê nivîskêr dikarîbû karekterê xwe epîk jî bihona, berevajî karekterê xwe reşbîn, melankolîk û têkçûyî honaye. Loma bijartina xwekuştinê, bijartina karekterekî qels e, xwekuştin têk nebiriye, xwekuştinê karekter têk biriye. Belkî jî karekter xwekuştin û mirin têk biribe, çimkî rasteqînî û honakbûn naşibin hev, carinan yek dibe kujerê a din, carinan vediguhêzin hev û carinan jî di heman hevîrê tên strandin.
Nietsczhe, digot: “Ji bextê xwe hez bikin” lê carinan mirov nikare ji bextê xwe hez bike. Lê a rast divê mirov bikaribe bextê xwe hilgire û jê hez bike û bi bextê xwe re lihev be. Helbet dema Nietzsche dibêje ji bextê xwe hez bike, armanc, ev e: lihevbûna xweyî ye, li xwe mikurhatin, ji qisûrê xwe hez kirin, hemû êş û qisûrê xwe hemêzkirin e ango lihevbûna xwebûna xwe ya bi her awayî qebûlkirin e. Helbesteke layiqî navê helbesta xwe, bi serpêhatîya bextê xwe destpê dike.(2) Erê çîroka karekterê me dişibe helbesta serpêhatîya bextê wî û navî wî … Çima min behsa bext kir, çimkî di pirtûka “Hefsar” de mijar ji bêrîkirinê wêdetir û bextekî trajîk e. Bextê karekterê me yê ewil welidandina wî ya awarteyî ye. Bextê duyem jî trajedîya qetilkirina malbata wî ye. Her du trajedî jê re bûye bextekî giran û di binê vî barê giran de karekter tewiya ye. Mînak: “Li gor Monica Bogrenê ev rewşa wî, ji bêrîkirin û dûrketina erd û welatê wî bêtir, bêzarî û wendakirina kesên nas û nêzîkî wî ye. Bi êşeke welê mezin û welê aloz e ku meriv nikane ji hev derxe, meriv nikare li rûyî wî mêze bike” (r, 13) Em dibîne meseleya Germiyan ne tenê bêrîkirina zozana ye. Ji welidandina Germiyan bigire heta desthilatdarîya dewletê, ji trajedîya afirandina wî bigre heta qetilkirina malbata wî giş bi serê xwe bextekî semptomîk e. Ji ber van sedeman karekterê me veguhezîye yekî reşbîn û melankolîk. Derûnîya wî ya têkçûyî li hemû bedena wî desthilatdarî kiriye. Germîyan tenê mirinê difikire, bo wî mirin xelateke pîroz e, mizgînîya xêrê ye. Çimkî tenê mirin dikare êdî wî watedarkirin bide, her tişt jê re bêwate û tewş tê, loma ji bo ku xwe bigihêje armanca xwe divê ji nû ve veje-biveje, bo ku biveje divê xwe bikuje. Çimkî xwekuştin vejîn e, vejîn jî xwekuştin e. Vejîn wate ye, wate jî mirin û vejînê temsîl dike. Di novelê de a Germiyan ne vejîn e, a Germiyan xwe ji êşan rizgarkirin e, nikare êşên xwe têk bibe, loma xwe li xwekujtinê radikêşîne. Bi hefsarê hespê xwe yê kumêt xwe dadilîqîne. 
Germiyan mirin watedar nekiriye, ji ber zeîfbûn, qelsbûn û êşên xwe, xwe dadiliqîne. Halbûkî mirin jî bi qasî heyatê bi qîmet û nirxdar e. Germiyan ewil karekterekî bi siûd û bi şans dixuye dema li zozana dijî, lê dema hikumet êrîşî ser kon û zozanên wan dike û hemû koçberan ji binê konên wan ên reş-qehweyî diqewirîne, ango dema wan ji xwezayê dûr dixîne û berê wan ber bi modernîteyê ve dike, a wê çaxê jiyana nû û ewrên desthilatdarîyê li hiş û dilê Germiyanî xwe radipêçe. Çimkî jiyanveguhertin-jiyanveguhezîn bi serê xwe pirsgirikeke herî mezin e. Germiyan piştî ji zozan û welatê xwe dûr dikeve û dema hikumet kulfetên wî qetil dike şûnde êdî karekterekî dilgerm û rûgerm diçe dewsa wî karekterekî rûsar, xwînjêkêşiyayî û melankolîk li tê dijber me diraweste. 
Welidandina Germiyan bi serê xwe dijît e. Çima û kê Germiyan daniye ber mizgeftê, an jî mîna Îsa û pexemberên din ji terefê Xwedê ve gelo hatiye afirandin, welew Germiyan kesekî ermen bû û ji ber tirsa dewletê dêya wî li ber mizgeftê danî bû? Çimkî dewletê wextekê di binê konê ol-îslamê de kirkirina ermenan pêk anîbû, lê di vê kirkirinê de kurd alav bû, çimkî nezanî ji mirinê jî dijwartir e. Çima di afirandina Germiyan de xûmamî heye? Germiyan kî ye? Pêxember e? Rasteqîn û kesekî çîroka wî rasteqîn e? Çima ji bavê xwe re dibêje bavo, çima ji diya xwe ra nabêje dayê? Mînak: “Min ê çi bigota… min behsa koçeriya bavê xwe û xanima wî Despînayê kir(r, 42) Mînakek din: “Lê di xwendina xwe de min jî kêmasî nekir. Min xwend û min xwest ez bibim layiqê bavê xwe û jina wî Destpîna xanimê.(r, 56) Çima ji Daspînayê ra nabêje dêya min, çima dibêje “jina wî Destpînayê xanim” dibe ku ji ber dêya xwe qet nedîbe û bertekeke wiha dide, heke wiha be, divê heman tişt ji bav jî derbasdar be, çimkî bavê xwe jî nediye, wê çaxê çima ji bavê xwe ra dibêje bavo? Dibe ku birajî bavê wî be? Loma di vir de hezar pirs tê serê mirovî. 
Helbet mijar rastîyeke û ji rastîyeke qewimî a sêwirandinê hatiye afirandin. Di berhema me de sehneya zarokdayîna ber mizgeftê dişibe rêzefîlm-fîlmê tirkan. Ev sehneyeke hêsan e. Lê bi qasî dizanim di çanda kurdan de bûyerên wiha tune ne, belkî jî ez ne serwext im. Ha heke mijar a ermenîbûnê be û keseke ermen, ji neçarî zaroyê xwe danîbe ber mizgeftê a wê çaxê em dikarin bêjin sehneyeke serketî a ji rûpelê dîrokê niziliye nava hişê me. Di romanê de li ser gelek hevokan reşexêz hene. Heke mirov ser hevokan reşexêzan bikarbîne demêg hin tiştan red dike, hin tiştan qebûl nake, serîrakirineke, teqezdanîn e û neecibandin e. Belkî jî tiştekî din be jî helbet? Çi be jî, çima? Weke pirsekê di serê xwînêr de dimine, lê mayîna pirsan jî bi serê xwe serketinek e. Helbet hinek mijar çavkaniya xwe ji rasteqînîyê werdigirin, lê li vî welatî ji dîroka berî osmanîyan bigre heta dewleta niha gelek bûyer û qewimînê rasteqîn ên wiha qewimîne, niha jî diqewimin. Çimkî welatê me bûye bîreke bêsînor û abadîn a qetilkirin-qirkirinê û kuştinê. Loma ev çîrok jî di esasê xwe de bawer im ji wan rûpelên dîrokê tenê yek ji wan rasteqînîyek e. Trajedîyên wiha li welatê me pir in, êdî ji hesab ketine…. 
(1)E. M. Cioran, Ezelî Mağlup, Metis, rp, 47
(2)(2) E. M. Cioran, Burukluk, Metis, rp, 18

28. 06. 2020

Hin Nivîsen Nivîskar

HOSTAYÊ XAPANDINÊ

  • 08 Berfanbar 2019

Di destpêka romana “Şampazê"de mijar koçkirin dixuye, lê paşê babeta me vediguhere rengekî din. Di romanê de malbatek ji ber dewletê ji gundê xwe bar dikin...

Gêreya Hestên Bindestiyê û Serdestiyê

  • 27 Sibat 2019

“Divê bixwe bihesin, dev ji kinc û cilên xelkê berdin, bi cil û kincên xwe bijîn da ku hûn bibin xwe, hêlên we’y kêm û vala...

DEQÊN CIHÊRENG

  • 20 Sibat 2021

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn ji me re rêya felat û xweşîyê vediçe.”(1) Nivîskarê me jî di vê pirtûka xwe ya bi navê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

UEFA’yê li ser spora Rusyayê biryarên nû girtin

ad

Her du bi penaltiyan hatibûn yek bi penaltiyan bi ser ket

ad

Wêneyê rojê: Kayûmê al bi dikanên girtî ve kirin

ad

'Tarîxa Dewleta Kurdan' parçeyek dîroka kurdan ronî dike

ad

Du nivîfînalîst diyar bûn

ad

Nûbihar Akademî’yek nû derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname