Wezîfey xom her teblîxî kurd e
Le mirdû herçî dimîne nawe*
Îro li vê holê ne tenha şaîrekî ku bi helbesta xwe mohra xwe li rûpelên dîroka wêjeya kurdî ya qirnê 19’emîn daye bi bîr tînin; bi du cild “Dîroka Kurdistan” dîroknûsekî, ferhengsazekî xwedî du cild “Ferhenga Kurdî”; bi pirtukeke rêziman rêşanîderê zimên, bi “Cîm û Gûlperî”, û “Reşoyê Darê” çîroknûsekî; bi berhema bi navê “Folklora Kurdî” folklorzanekî, bi kitêba bi navê “Jînenîgariya Min” bûyervebêjerekî rewan, ku qewimînên civakî û serpêhatiyên dem û temenekî, bi wext, bi mekan, bi nav û nîşan; carinan bi vegotineke kêlî bi kêlî, carinan jî bi navbirine bi meh û sal … û bi deh dîwanên ku ji me re hiştine şaîrekî gewre, şaîrê xwediyê şiîra “Kîme Ez” ku nave xwe daye festîvalê, yad dikin.…
Digel ku wî wekî remz, navê Hesarî, Seyda, Cegerxwîn li xwe kiribe, wekî şagirtekî ji mafê xwe dibînim ku ez du navên din li van zêde dikim:
1- Homerosê Kurd
2- Seydayê Evîn û Birînê!
Hemû taybetmendiyên wî li aliyekî, Cegerxwîn bi hilbijartina zimanekî fesih, sivik û zelal, bi her peyvê li dil û deriyê her kurdî daye.
Ji vêya, em dikarin bibêjin ku wî jî wekî Seydayê xwe Xanî, xwestiye `a`mê` bi hez û hêz û bedewiya peyvê bihesine, û a`mê, yanî tebeqeya jêr ya nezan û xizan û bindest bi sewta helbestê hişyar bike, rake ser pê!
Dema ku dibêje ‘dil wegeriya ji nezma xweşlugat/ hate ser nezma sê car faîlat’ rê li ber me digire ku em bi çaveke rexnegirî nêzî huner û zimanê helbestê bibin.
Di hilbijartina ‘wezna sê car faîlat de’ ev çend bi ser dikeve, yekem car, helbestên şaîrekî kurd hem di nava gelê a`mî` de, hem jî di hucreyên medreseyan de, û li tekiyayên şêx û dîwanên axayên ku Cegerxwîn bi tûjî û tundî bi ser wan diçe de dihên xwendin û jiberkirin…
Bi gotineke din mîna ‘rabsodên’, ‘Homeros’ derweşên helbesta Cegerxwîn, helbestê ji devan digihînin devan, û li çar rexên xaka dabeşkirî digerînin.
Dîroknivîsên Wêjeya Dinyayê bo destanên Homeros ‘Îlyada’ û ‘Odesîa’yê vê têbiniyê lêdikin, dibêjin; ‘Ne ji Rabsodan (ew kesên ku ji devê Homeros destanên wî dibihîzin û ji ber dikin) bûya dinya dê ji wan destanan bêpahr mabûya!’
Cegerxwînê ku di sala 1925’ê de dadikeve qada helbestê, wekî ku tê zanîn di sala 1945’ê de dîwana xwe ya yekem, ‘Agir û Pirûsk’ li Şamê bi alîkariya Mîr Celadet çap dike.
Ev mawe maweyek dûvedirêj e. Di vê wexta raborî de wisa dixuye ku Cegerxwîn jî helbestên xwe mîna qetedastanên Îlyadayê li malên hezkerên peyva kurdî, di şevbihêrk û civînên dost û yaran de xwendine.
Ev yek, liv û helwesteke Homerosane ye.
Zimanê sivik û zelal, ristên xweşkêş û xweşserwa di demeke kurt de ‘rapsodên’ xwe peyda dike û ew wekî derweşên terîqeta Cegerxwîn helbestan yek bi yek ji ber dikin û di nava gel de belav dikin.
Ji derwêşên helbesta Cegerxwîn hê jî hindek kes li heyatê ne: Ji van kesan yek Sebriyê Xelo Sîtî, Ehmed Kurdî, Bavê Mislih e… ku ev ciwanmêran ji Cegerxwîn bêhtir helbesta Cegerxwîn ji ber dizanin!
Şahidekî din yê vê ‘dengbêjiya’ Seyda, şaîrê ciwan Kawa Nemir e ku ji herêma Serhedê ye. Nemir dibêje, ‘Rojeke dêya min di ber xwe de wekî stranek tiştek digot, bala min kişand û min jê pirsî, ‘ev stran a kê ye dayê?’
Bersiva dayê ev e, ‘Jê re dibêjin Cegerxwîn lawo, dengbêjek e!’
‘Dengbêj’ Cegerxwîn ne bi tenê li Serhedê diqîre; hê di salên 60’î de bi vê helbesta li jêr ya bi zaravayê soranî, doza qedr û siyanet û xatirê xwe yê ku îro li vê ser vê axa azad, bi al û xwedîşiyan û desthilat; li Kurdistanê dike:
Ey welatem pût û latem pîrî xemgînî te me
Rencberî lawanî tû me, peykê mizgînê te me
Gerçî kurdit pêm delên ‘bê dîn û gawir’ pêm xweş e
Dîn û îmanim tû wî men dîn û bê dînê te me
Em perîşanî û zilet têk le işqê tû exum
Pêm delên em şat û dîn e, rast e men dînê te me
…………………………………………………
Tamî sebrem tamî sebr e tal û tûjî zor me xwar
Wa bi alem tal û tuj im çunkî şérîné te me
………………………………………………
Bes yekitî xweş divêtin da ku têk serbest bibin
Men be qurbanê sera û, ala rengînê te me!
Zilmî bêgane dibînim wa li xakî tû dibî
Şuhretî dawe dielêm men Cegerxwînê te me*
Belê…ew Cegerxwînê kurd û Kurdistanê ye.
Û îro Kurdistan heye.
Kurdistan zû yan dereng mecbûr e rûmetê bide rûmetdarên xwe û li hemû nîrx û hêjayiyên xwe xwedî derkeve.
*Agir û Pirûsk
11-29/02/2008 Hewlêr-Amed
Têbinî: Ev nivîs qetek ji axaftina min a bo festîvala Cegerxwîn e berî pêşkêşkirina babeta Sedemê Kurdînivîsînê û Di Helbesta Cegerxwîn de Zaravayê Soranî ye.
Têbiniya Diyarnameyê:
Nivîskarê me Arjen Arî piştî ji Festîvala Cegerxwîn, ji Başûr vegeriya qeyrana dil derbas kir. Ew rakirin nexweşxaneyê, anjiyo bû û niha li Amedê, li mala xwe bêhna xwe dide. Digel ku divê hê bêhna xwe bida jî dîsa jî navber neda nivîsên xwe û nivîsa xwe ya vê hefteyê şand.
Em careke xêrhatinê li wî û li dilê ku ew li erdê nehişt, rakir ser piyan dikin. Careke din tu bi xêra hatî kekê Arjen, careke din derbasî be.


