Diyarname
Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kûpaya Konfederasyonê de maçên sêyemîn ên Koma A îro hatin lîstin. Portekîz ku xwedî 4 pûanan bû bi 4-0 Zelandaya Nû têk bir û wekî yekemînê koma bi 7 pûanan derket nîv fînalê. Meksîka ku ew jî xwedî 4 pûanan bû bi 2-1 Rusya têk bir û ji komê derket. Di vê komê de Rusya di 3 pûanan de ma, Zelandaya Nû bê pûan vegeriya mala xwe.
Her du nivî fînalîstên din sibê dê diyar bibin. Di Koma B de Şîlî û ALmanya xwedî 4 pûanan, Avustralya û Kamerun xwe pûanek din. Kamerun û Almanya, Şîlî û Avustralya dê bên hevberî hev. Maçên wan saet 18'an de ne.
Li Tirkiyeyê TRT maçan bi awayekî yekser diweşîne...
**
Nûçeyên eleqedar:
- Surprîz çênebû: Her du maç jî bi 1-1'ê bi dawî bûn