logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Birîna Reş*

  • Dîrok: 20/09/2008

Ji bo bîranîna Musa Anter

Di wextekî ku lehengên çîrok û çîvanokan: dêwên heft serî, mirovên ku ferên aşan bi lingên wan ve, mêrxasên ku bi şûr û mertalên xwe zîhê-mar dikuştin, dîkê ku seba libek dahn diçû şerê pîra dudiran…şûna xwe dan lehengên civakî; û pê re hizr û xeyal jî wekî zarokên bi pêya ketî xwe spartin dîwarê jiyanê, rojeke zivistanê leqayî navê wî bûm: Musa Anter!

Wê rojê li Taxa Qijlê** kurtepistek belav bibû: Îro eskar dê têkeve nava bajêr û ketûber wê her malê saxtî bike!

Piştî ku ev xeber li taxê belav bû û ji devê cîranan gihişt guhê pîra min, pîrê wekî şivanê ku bixwaze miyê ji ber devê gur birevîne, li yek tûşê berê xwe da dêya min: 'Keçê, Wesîla…ew kitêba ku Mihemed Nezîr carinan dixwîne û paşê ji te re dibêje weşêre, li ku ye?' 
Dêya min a ku destê wê di nava hevîr de, bêyî ku bibêje çima, bo çi, mîna ku wê jî pêjna xeterê kiribe, got, ‘Di kulînê de di ber guhkê balgihê me de ye, jinapê!’
Jinapê, hê gotina Wesîla di dev de, yekser berê xwe da kulînê. Piştî du sê carên destpelandinê, pîrê bi ser tişta ku lê digeriya vebû û mîna ku bixwaze bê çi ye, qulipand bi wî alî û bi wî alî de. Pîra ku bi nerînê tiştek ji kitêba di dest de bi dest nexist, hat hat, di ser serê sobeyê re mîna cendirmeyekî tirk, çik sekinî.

Agirê sobeya êzingên ji siharê de vêketî ne har bû; ne jî sik ê sar...Dîsa jî bo ku destê wê neşewite, pîrê bi derdawa kirasê xwe qelpaxa sobeyê ji ser dev da alî, û kitêba di destê xwe de, kitêba mîna cawê riziyayî bo ku ji hev veçire li mahneyekê, kir du sê perçe û avêt nava sobeyê.
Agirê li ber sarbûnê bi dîtina pelên ziwa û zerîrî yê pirtûkê re mîna pisîkê li ber mişk veqelizî, zimanê xwe dirêjî rûpelkên pirtûka reben kir… û bi gurpîna ewil re pirtûk da ber zimanê xwe yê agirîn, yê ku qurmê darberûyan di kêlîkekê de dikir komir û rijî.
Pîra di ser serê sobeyê re çik rawestiyayî, mîna dijminê ku dijminê xwe avêtibe nava agirê dojehê, heta çirkîna çirûska dawî jî li agirê bi bedena kitêbê ketî, nêrî. Piştî ku dît tev bû qijik û piçek reşî li şûnê ma, devê sobeya ku bêhna kizûriya kaxetê li hundir belav kiribû, girt; bi bêhnfirehî hilma xwe stend û berda, destê xwe yê rastê dirêjî derdawên kirasê xwe kir û ji ber sobeyê wekî ku bi hêla bûka xwe de bifitile berê xwe dagerand û  got, ‘Wesîla…ji Mihemed Nezîr re bibêje, dêya te kitêb avet sobeyê.’

Bûka ku hê jî destê xwe di avê dadikir û hevîrê di teştê de distira, mîna ku bibêje, ’Ma ne te kiriye, tu bibêje’; serê xwe kil kir, tibabekî wisa sekinî û bêdeng ma. Piştî ku bi devzendika xwe ya hildayî di ser bêvila xwe re bir û anî, dîsa ket ser rihê hevirê ku hê sitiran diviya…

Piştî banga esir, esker  wekî garana ku li nava gund biqelibe, li nava taxê bela bûbû; ji malekê derdiketin diketin mala din.
Dema ku li deriyê hewşê dan û bêdestûr ketin hundirê hewşê, xirepiş û şildim-bildima wan digiha heta Taxa Tirkan.***
Baş bû ku muxtarê mihelê Cemîlê Qetfo bi wan re bû.
Ez ê ku diçûm pola çaran û min bi tirkî zanibû; hatina esker ricfek di hinavên min de peyda kiribû û wê bêhnikê kiribû ku ez li tevî tirkî zimanê xwe jî ji bîr bikim.
Axir; piştî şildim-bildimeke dûdirêj û erêkirina muxtar, serleşker têgihişt ku zilam li mal nîn in. Lê pîrka min a ku li tevî şerê Elîk**** bûbû her serê kêlîkekê berê xwe dida muxtêr û yê serleşker, û digot, ’Yoxxx yox’! Lê kesekî guh nedida gotinên pîrê: Eskerên di hewşê de, bi serpozkên potînên xwe û qezetoreyên tivingan loda qirşikên li ber dîwar û kaya di kîsan de li bin siferneyê li ser hev, yek bi yek didan ber devê qezetoreyan.

Piştî ku leşker ji hewşê vekişiyan û berê xwe dan malên din, dêya min a ku destekî wê li ser dilê wê, mîna ku şewitandina kitêbê nû nû ketibe bîrê, bi dengekî heyirî got:
- Te dit, jinapê? Nehatin hûndir jî…Te kitêbka reben avêt nava agir’?

Pîrê, qet guh neda gotinên bûka xwe.
Mîna ku bixwaze xwe ji gunehê şewitandina kitêbê daweşîne, li bûkê nerî û bi keser got, ‘Erê qîza min…xuya ye te ji bîr kiriye, bê li gund çi anîn serê me….’

Li ser van gotinên pîrê, dêya min di ber xwe de wiha biland:
- Herûwer kitêbek bû…Mihemed Nezîr digot ya Musa Anter e!

*Navê Pirtuka Mûsa Anter
**Navê taxeke Nisêbînê
***Taxeke din ya heman navçeyê
****Elîkê Betê
17/08/08
Amed

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Dilê Xembar*

  • 21 Pûşper 2008

 Berî rabûna babelîska 12’yê Rezberê hevdunasîna min û helbesta Nazim:Ji Welatê Min Dîmenên Mirovan, Destana Şerê Rizgariyê, Êrîş li...

Belê ezbenî, te ricaya min bi cih aniye, lê…

  • 13 Berfanbar 2008

 Ji ber bêfersendiyê min duh nivîsa cenabê te xwend!Ya rast, ez pê êşiyam ku te nivîs giş wekî bersivdayîna li enameya xwe dîtiye û vê hizrê...

Gilî û gazinc, derbend û sinc

  • 15 Sermawez 2008

 Piştî ku mirov ji afirînerê xwe ji Xweda bi gazinc bin, dê çawa û çilo ji hev du ne bi gilî û gazinc bin?Gazinc cur bi cur in, gazinok jî…Hinin ji...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şivan Perwer: Min dixwest beşdarî şeva DTP’ê bibim

ad

Selahattin Demirtaş: 22 welatên ereban hene, çima ya kurdan nebe?

ad

Di 'M'yê de sê çîrokên Şêrzad Hesen

ad

Madonna belgefîlmek li ser zarokan kişand

ad

“Alfabeya Kurdî” a Cemşîd Çîftçî derket

ad

Em bi hurmet bibîr tînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname