Li welatê me, em bi her tiştî biyan bûn. Welatê me bi qasî gundê me bû, welew navçe û bajarê me bû! Destê me lê sar bû. Dilê me lê sar bû. Me pêşî naletê li xwe, pey re li welatê xwe û pey wê re li jiyanê dianî! Siyaset bi gotinekê rewşên wisa bi sebeb dike; bindestî.
Însanek ku bêyî nirx ma, bêyî referans ma, bêyî ilm û zanistê ma, bindest ma… Welhasil em ne di çavên xwe de ne jî di çavên serdestan de “ne tiştek bûn”!
Geşedanên siyasî, kulturî û edebî zû diqewimin. Ji bo zimanê me karibe xwe biguherîne, pêş ve biçe gerek em karibin li bingeh û referansan vegerin. Çavkanî û referans ne şert e ku yên kurdî bin ziman hewcedarê hemî çavkanî û referansan in.
Li vî welatî, li cografya me em bûn şahid ku bi gotinê demokrasî nayê! Demokrasî çandek e, ew nêziktêdayînek e ku hewîner e; dînên cuda, baweriyên cuda, zimanên cuda hezim dike.
Ji bo çandeke wisa jî bingeh, çavkanî û referansên çandî û fikrî muhîm in. Ev tespîtên Robert P.Finn (Turk Romani, Bilgi Yayinevî, 1984, Çev. Tomris Uyar) bala me dide xefik û rastiyekê:
“Romantîkên sedsala nozdemîn, wextê ku bi navê rûmeta takekes deng bilind dikirin, balê vedikişandin daneheveke çandî û entellektuel. Halbukî rewşenbîriya Osmanî hew tevlî coşa qonaxê bûn. Bêyî ku çanda ku di esas de bi kitûmat lêbikolin hîndek û rêbazên ku xwe jê dabûn der qebûl kirin. Rastiyek e ku encam pirî caran xerîb bû. Hîmên fikrî yên ku geşedanan teknolojîk hazir dikin hûn wan hîman hezim nekin zor e ku hûn teknolojiyê bi çandeke nû re li hev bînin. Hela di şaxek hunerî de bêtir zor e ku mirov bi ser bikeve. Li Tirkiyê, dîroka romanê, bi piranî, gavberiyek (“girişim”. C.Roj) li ser vî şaxê ye.”
Dr. Aşavan Siraç Kekuyan (Dr. M. Siraç Bilgin) bi keda xwe gelek berhemên hîmî (Avesta, Newroz…) tevlî arşîvê kirin, Weşanxaneya J&J’yê ew berhem weşandin.
Wekî kurdekî nêzikahî li gelek tiştan kiriye; çi hestiyarî be, çi bi bertekî be û çi jî bi pirs û tespîtan re hilweşandina hin jiberan be. Kekuyan cureyên kopiyên Avestayê yên bi îngîlîzî dane ber hev tercume kirine û şîrove kirine.
Pergalên ku sînor xistin navbera zimanê xwe û referansên mirovahiyê, pergalên ku fikrên cuda asteng kirin têk çûn. Em sînor nexin navbera zimanê xwe û referansan. Carnan nivîsîna romanan ya bi kurdî wekî mûcîze tê bi nav kirin ku rastiyekê derdibe lê divê em ji bîr nekin sebebek jê ew e ku zimanê me li vê cografyayê şaristanî, dîn û bawerî naskirine. Ji mît û efsaneyan bigre heya fikrên felsefîk. Ji lewre îro gelek mirovên hêja, bêyî sazî, bi tena serê xwe dikarin ferhengan amade bikin. Ev feraseta zimên e.
Heke têkiliya ziman û ya wan referansan were saz kirin ew ê bibe sebeb kurdî zûtir modernîze bibe. Bi vegera li çavkaniyan re em ê taybetî û xisûsiyetên çand û zimanê xwe jî zeft bikin. 2001 welew 2002 di malpera Mehnamê de min di nivîseke xwe de gotibû, taybetiya çand û edebiyata kurdî ya herî kifşker “deng” e divê em bi vê taybetiyê re eleqedar bin.
Gelek diyarde û rastiyên wisa hene ku wê karibin edebiyata me bi reng bikin.
Nîşe: Li dû mehekê be jî ez haydar bûm ku edîtorê Dîyarnamê, dostê hêja Cemil Oguz qezayek erebê derbas kiriye. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristî baş e em kêfxweş in û ez dibêjim bila serê malê dinê de be, gelek derbasî be.