Sê sal bû ez li ser romana “Gîtara Bê Têl” dixebitîm. Di pêvajoya nivîsînê de carek din ez bûm şahid ku cîwar ji bo berhemekê gelek muhîm e. Cîwarê romanê Mêrdîn e. Bajarê, evînên mor, bajarê gotin û derbirînên sivik ji ber taybetiyên xwe rê dide da hûn zimanekî dewlemend bi dest bixin. Peyv û gotin tu car li we naqedin lewre her peyvek bangî peyvek din dike, her peyv û gotin deriyek din li we vedike.
Ji ber rastiya me, ji ber tiştên qewimîne şêweya me, vegotina me heya wextekê bi gelemperî hinek bi halê travmatîk bû. Ev ji problemên nivîsevaniya kurd a sereke ye. Wêjeya modern, nivîs nikare wî halî rabigire. Helbet nivîs dikare her tiştî rabigire lê awa muhîm e. Ji xwe li vir êdî hêza hunerî xwe dide der; ger we êşa herî giran, rexneya herî giran bi gotin û derbirînên herî sivik, safî derbiribe problem nîn e. Heya wextekê ev rewş ji bo min jî problem bû. Piştî wextekê li hember wî halî ketim nav tevgerê.
Di nivîsîna romanê de jî ez hesas bûm. Bi serde jî hewlên deşîfrekirina jiyana takekes a têr travmatîk jî wê rastiyek romanê bûya. Rîskek hebû ku wê halê travmatîk û melodrama stûr bandor li vegotinê bikira, reng bida vegotinê. Bi rastî jî nivîsîna pexşana kurdî ji ber van taybetiyan zehmet e. Her karekter bi awayek di her kêliyê de îhtîmal e ku biteqe, her tiştî tevlihev bike. Rê li we averê bike. Bandor li nivîskar jî bike, wî/ê ji bêalîtiya wî/ê bike. Dawiya dawî hûn li erdnîgariyek ne normal, di nav jiyanek ne normal de dijîn, dinivîsînin. Bi tevî hewlên min Mêrdîn jî bû alîkar ku ew rîsk bi avê de biçin. Lewre wekî mekan Mêrdîn jî mîna nivîsê nikare wî halî rabigire.
Însan nikare sipasiya hin cî û mekanan bike. Lê însan dikare hezkirina xwe ya ji bo cih û mekanan der bibe, îtîraf bike. Min ji te hez kir welatê nivîskariya min. Dengê we, dilê we her ma di jiyana min de gelek însanên li wir dijîn. Mêrdîn ji bo min, ne bajarê, çi min jê ye! Belkî pirs bi vî awayî çêtir e, ji bo çi ew bajar bûbû bajarê , çi min jê? Bi ser de jî bajarekî wekî Mêrdîn…
cihanacirokan@hotmail.com


