Nivîsên ceribî û teorîk bêtir xwe li zanîngehan didin der. Mixabin di vî warî de nivîsên bi kurmancî gelek kêm in. Em nivîsên ceribî û teorîk ên derbarê edebiyatê de bi tirkî dixwînin.
Di xwendinê de ez di heman demê de hewl didim di hişê xwe de li kurmancî wergerînim wisa bixwînim; bi vî awayî, hewl didim bergeha ziman li xwe fireh bikim. Ev jî bi başî û nebaşiyên xwe hewleke takekesî ye, ciyê xwe nabîne.
Wextê însan bi vî awayî dixwîne hin kêmanî xwe didin der; hin têgehên edebî hê jî nehatine afirandin. Îro roj zimanê me bêtir di qada edebî de di karwaniyê de ye.
**
Rewşek din a xwendina nivîsên teorîk heye ku hewcedarî bi gengêşiyê heye; gelek kes nivîsên teorîk dixwînin, bi nav edebiyata cîhanê dikevin; ev çalakî ji hêlekê ve derfet dide edebiyata me, pirs xwe didin der, nirxandinên xweştir û analîtîk pêk tên li hêla din jî talûkeyek zirav dertîne, însan (ji dilsozî û halê romantîk) di şibakeya wan nivîsên teorîk de li berhemên edebî dinihêrin, bi çavekî îdealîzekirî berheman pêşwazî dikin, ev dibe sedem ku têkiliyek sar xwe di navbera însan û berheman de bide der.
**
Têgeha ‘metafiktion’, bi tirkî jê re ‘ust kurmaca’ tê gotin di zimanê me de ger hebe jî min hay jê nîn e. ‘Kurmaca’ wekî ‘sêwirîn’ di ferhengê de cih daye xwe lê metafiktion?
Pêşniyar: Sêwirîna serber.
Sêwirîn di ferhengê de di wateya ‘kurmaca’yê de ye.
Mîsal: Têgeha ‘kentsoylu’?
Peyva şarwer di nivîs û berheman de di wateya ‘sivîl’ de dihat bikaranîn lê bi demê re peyva sivîl bi cih bû, baş e, peyva şarwer ê nikaribe ciyê têgeha ‘kentsoylu’ bigire?
**
Di civakên wekî civakên me de însan her li dû îdol û sembolan in, ev normal e, ji bo karibe bêje ev ê me, ev a me heye! Di gelek tiştan de ev heya ciyekê xweş e jî lê piştî astekê îhtîmal e ku bibe sedemê têkçûyînan; behsa vî tiştî dikim ku hûn hewl bidin nivîskaran bikin al, an jî bicoşin ê ev xisarê hem bide edebiyatê hem jî nivîskar.
Bi Ehmedê Xanî re Mem û Zîn, biYaşar Kemal re, navê Înce Memed, Bi Shakespeare re Hamlet, bi Kamîran Bedîrxan re Eyloyê Pîr xwe dide der. Ev gelek muhîm e, heger ku bi nivîskarekê/î re navê karekterek an jî berhemek wê/î neyê bîra însan ev bi problem e. Bi gelemperî di edebiyata me de ji bo her pêvajoyê medya û xwendevan hewcedarî dibînin da navan bikin al. Di pêvajoyê de em dibînin heman derdor ew navên ku ji xwe re kirine al hêdî hêdî pê dikevin wê/î hêdî hêdî dadixînin! Ev taybetiyek çand û nêziktêdayîna serdema me ye.


