A ez pê dizanim, şik jê tune, ya ku hûn ji min jî pirtir pê dizanin e; çend pirtûkên pîroz û ew qas jî pêxember, têrê nekirine; ew qas tevger û partiyên îdeolojîk, siyasî û ew qas jî pêşeng, rêber, serok…
Li erdekî di çarçoveyeke bi hezaran km fireh û dirêj, bi dehan dewlet, bi mîlyonan artêş û li esmanê wê erdnîgariyê, li gor ragihîneran Yezdanekî pir mezin û dilovan; nikariye, nekariye li Rojhilata Navîn ya ku erdê kêdîkirina sewalan, çandiniyên bi bereket, hizrên mirovparêz, olên dadwer ên ewilîn e, û ev erdnîgariya em lê, yekane û tekane erd e ku Yezdan-xuliqîner bi peyamnêrên diyarkirî re ketibû danûstendinê, bihuşteke baqî bexşî niştecihên bi mîlyar mirovan kiribû, û xwestibû, ku hemû evdên wî di nav aramiyê de bi têra emrekî, bê tirsa siberojê, ne birçî, kêm be jî di nav ewlehiyê de û hinekî jî aza bijîn.
Lê, lê û belê ne bihuşta baqî, ne têrbûn, ne aramî û ne jî azadiya bi qasî henasekê, nanekê pêwîst…
Çi bû, çi bi bihuşt û aramiya weed kirî hat!?
Qey, ew derew û xapandineke 2 hezar salî ya peyamnêrên pîroz bû?
Dayikan, bavan ew kur û keç ji kê re, ji kêra kîjan ‘ol û dadê’ re anîn dinê da bibin berxê stû dirêj kirî? û mafê jiyanê ya her evdê li vê erdnîgariya bext-reş-kirî ji şûrê kîjan dest bi hêzê, bêhêztir e?
Ji bo bêhtir fêhmkirina vê rojhilatê (navîn) mirinê divê meriv li dîroka zêdetir alaleyî binêre;
‘dest avêtina jin, keç, zarok û heywanan, kuştin, îskence, talan, zordarî, dizî, xapandin, derew û hwd’ hemû, huner û berhemên qirêj ên li vê xakê pêk hatine-pêk tên in.
Û çendîn serdar û keyseran bi seferên zevtkirinê bajarên, Samosata, Quds, Heleb, Hatay, Zeûgma, Cizîr, Farqîn, Kobanî, Heleçe û çend hezar gund, wêran kirin, rûxandin, şewitandin û ji jîn û jîndaran paqij kirin.
Îro li erdê vê erdnîgariyê jî li esmanê wê jî henaseyek jîn nîn e ji bo evdên ji axa wê peyda bûyî.
Rojavayî hatin, bi simên hespên xwe jîna li vê xakê tapan kirin, rojhilatiyan jî ya li ber wan mayî duqat tapan kirin.
Li jêr jî dengê kujer ê bombe û teqînan, li jor, ji esmên jî dibarin wekî baran…
Ala kevneşopiya hovitiyê ya ku Sargonê II ê Asûrî radestî Romayiyan kirî, îro ji aliyê nevîçirkên wan ve tê hildan û ji hovitiyê hovitî tê zêdekirin, bi trajediyekê trajediyek tê bîrkirin.
Û hêjî deng ji bav û xwediyê vê xakê, ji Yezdanê mezin nehat, nayê!!!
Û pirs e! ji reva li ber zilma serdar, desthilatdar û çekdar û dest bi kêrên qaşo misilman, gelo çima misilman berê xwe nadin welatekî misilman-ereb an jî Mekkeya pîroz lê berê xwe didin erdnîgariya Îsayiyan, ‘Evrûpa, rojava’?
Ev xak, ev erd, ev erdnîgariya ku kan û maka hemû pêxember, ol û pirtûkên pîroz e, bi hewaya wê ve, bi ava wê ve lewitandine, herimandine, jîn lê heram kirine.
Aha li wir e Ferat! aha li wir e Dijle; diyar e, wan jî ne têra şikandina tînê kiriye ne têra şûştina xwînê…
Rojhilata Navîn, di sed sala çendemîn de eliqî maye û çi ye cudahiya wê û ya rojava, ku
xaka wê bûye gola xwînê û binê Deryaya Spî jî ji rojhilatê revê re bûye GORISTANEK JI AVÊ…
û Yezdanê ku 1.5 hezar sal in jê ne agahiyek û ne peyamek hatî wergirtin;
Gelo, qey wî jî terka evdên xwe yên li rojhilatê mirinê kir û berê xwe da penaberiya Evropayê?
Lê yên xwe parêzvan û mîratxurê wî dihesibînin, ên li deriyê hêzekê, dewletekê, sermiyanekê, (Yezdanên li jêr) peyatiyê dikin û şûrê efendiyên xwe dikşînin koka bawermend û evdên wî diqelînin.
Guh jî dibihîsin, çiya û zinar jî dibihîsin, ku dayikek destên xwe bi banî ve vedike û dibêj, ya Homa, ya Yezdan, ya Xweda, xwezika te tovê 3 tiştan (!) li vê xakê nereşibanda!
Çi ku, kevir guh didêrin qirîna wê ya bi esmên ve meriv jî wisa dihizire û hest pê tîne, ‘heya pergala wan hersê tiştan ji binî ve xira nebe, li vê xakê aramî û xweşî (ji bo her nijadî, jîndarî û giyanwerî) bihareke her di bin zivistanê de mayî ye’.