Meriv nivîskar be mêvanê civateke wêjehez be, çawa ku hemî xizmên pizîşkekî kurd ê mêjûyî derbarê her nexweşiyê de pirsan li wî dikin ji nivîskar jî derbarê her lewna hunera nivîsê de pirs tên pirsîn; bizanibî jî nizanibî jî, bi iii… aaa… êêê… ûûû..’yan hewl didî pirsan bê bersiv nehêlî.
Çendîn nivîskar bî jî, helbestkar bî jî nabe û ne şert e derbarê her cureyê wêjeyê de xwedî zanîn bî, jixwe ne pêkan e ku meriv bi her tiştî jî zanibe…
Ê min jî, derbarê helbestê de dikarim ‘çend tiştan’ bêjim, derbarê romanê de ‘hin tiştan’ lê derbarê çîrokê de devê min pir nagere, nikarim pir tiştan bêjim. Çimkî di çîrokê de ne şareza me.
Dîsa jî bo pirs bê bersiv nemîne ji ew a dil daye nivîsandina çîrokê re dikarim van çend rêzikên li jêr bêjim:
“(…)
ne hewceye behsa gerdûnê bikî, her kes dikare vê bike. Tu behsa gundê xwe bike û binivîse jî! Çimkî gundê te jî di nav gerdûnê de ye; cihekî piçûk e, lê bi ‘vegotin’a te, dibe em pê bihesin ku WIR navenda gerdûnê ye”


