21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ye. Pîroz be, li hemû zimanên ku li bexçeyê rengîn ê cîhanê bi deng in, û li zimanê min ê ku mîna bilbilê dilşadî dixwîne re jî, pîroz be.
Li gor daneyên saziya NY, UNESCO’yê li cîhanê 6 hezar ziman hene. Ji % 94 ziman ji aliyê % 4’ê serjimara cîhanê ve têne axaftin, yanê ji %96’ê serjimara cîhanê bi % 4 zimanên cîhanê diaxivin. Her wiha, ji wan 6 hezar zimanan jê 51 ziman bes ji aliyê kesekî/ê ve (51 ziman û 51 kes, serê zimanekî mirovek maye) têne axaftin. Bi vegotineke din, belkî piştî çend salên din ku li cîhanê 51 kes mirin pê re 51 ziman jî dimirin!
Dîsa, li gorî tespîtên UNESCO’yê di nav 6 hezar zimanan de, zimanin hene li seranserî cîhanê belav bûne, zimanin hene di nav sînorê welatekî de asê mane, zimanin hene di devê xwediyê xwe pê ve neketine guh û devê tu kesî, zimanin hene li ber mirinê ne (2 hefteyan zimanek dimire) û zimanin hene, êdî di devê xwediyê xwe de jî cih jê re nemaye. Nizanim, kurdî dikeve nav kîjan kategoriya li jorê, divêm bila bakurî bersiva vê yekê bidin...
Lê xelkê hesabê pêşeroja zimanê xwe kiriye. Hem jî bi tunekirina zimanên din...! Yanê, wan devê xwe wekî cih ji zimanê xwe re têr nedîtine, xwestine-dixwazin ji şûna zimanê resen ê dayikê zimanê xwe bixin devê min û te, wî û wê…!
Wekî mînak;
1-Îngilizî: Bi riya emperyalîzmê li seranserî cîhanê belav bûye. Îngilizî, li 54 welatên serbixwe û li 25 welatên xweser zimanê fermî ye. Îngilizî ji aliyê 2 mîlyar kesan ve tê axaftin û di sala 2013’yan de 450 mîlyon kesî ji bo fêrkirina îngilizî serî li kursên îngilizî daye.
2- Erebî: Bi riya ola îslamê belav bûye. Serjimara ereban 350 mîlyon e. Erebî, li 22 welatan zimanê fermî ye. Lê belê, ji ber ku erebî zimanê Quranê ye, her roj li seranserê cîhanê ji mîlyarekî zêdetir mirov di jiyana rojane û di ayînên olî de erebî bikar tînin.
3- Tirkî: Qibris jî di nav de li 6 welatan zimanê fermî ye û ji aliyê 220 mîlyon kesan ve tê axaftin. Balkêş e, ew welatên ku tirkî lê zimanê fermî ye, li ser erdnîgariya împaratoriya Osmanî ne.
Lê kurdî…!
Ji bo mînakan, mirov dikare spanyolî, fransizî û portekîzî û hin zimanên din jî ji van mînakan zêde bike, lê divêm ev her sê mînak têrê dikin.
Tişta balkêş ev e; xala hevbeş a belavbûna van zimanan e. Çi bi riya olî, çi bi riya dagirkirinê û çi bi riya bazirganiyê, xala wan a hevbeş emperyalîzma ziman e!.
Nizanim, gelo li gorî vê tespîtê, mirov dikare zimanê tirkî, erebî û farsî wekî emperyalîzma ziman a ku li ser serê kurdî şûrê xwe li ba dike, pênase bike, yan ez ji hedê xwe nizanim!
Ka ez mijarê bînim ser zimanê kurdî. Bêguman, divêm bê zanîn, ku tu hest û nestên min ên ku ji bo belavbûna kurdî ji riyên emperyalîzma ziman digerin, tune ne. Lê belê, hest û nesta min ev e; kurdî ne wekî zimanekî emperyal, lê wekî zimanekî navmalî-navxweyî dê çawa ji van derbên emperyazlîzma ziman a tirkî, erebî û farsî rizgar bibe û ne li cîhanê, bes li welatê xwe di nav civaka xwe de dê çawa bikeve her malê, her devî, û di cavekeke ku xwe li gorî serdemê organîze kirî de, ew dê çawa bibe zimanê pergalekê-xwedî statû û yê jiyana ferdên wê civakê-pergalê-statûyê;
Bi riya siyasetê?
Bi riya perwerdehiyê?
Bi riya bazirganiyê?
Bi riya wêje û hunerê?
Heke yek bêje: Em ji vê borî ne û rewş ne ew a berê ye, ez ê bêjim; heta ku li bakurê Kurdistanê kurdî di pozîsyona zimanê duyemîn de be, heyra! ka carê guh bidêre kurdên temen 6-7 salî û yên ji 40 salî berjortir, de ka zimanê wan ê jihevfêhmkirinê çi ye, da hingê em bi hev re rûnin û bilorînin…!
Mafê jiyînê… ji bo her kesî û ji bo her tiştî mafê jiyînê… Ji bo kêzikekê, çivîkekê, teyrekî, ji bo masiyekî, pinpinokeke per belek, ji bo mîheke qurbanî, ji bo marekî û dûvpişkê jî… axê û kevirekî jî û ji bo gulekê jî mafê jiyînê, û ji bo zimanê kurdî jî mafê jiyînê…
Ev hevoka dawî! yanê ji bo zimanê kurdî, ji bo jiyîna zimanê kurdî, gelo divê em ji kê vî mafê jiyînê bixwazin? Ji ereban, ji farisan, ji tirkan, ji îngilizan, ji fransizan, ji rusan!? An, ma ne! Mirov dikare vî mafî ‘ji kurdî re mafê jiyînê’ ji kurdan jî bixwaze… Fermo heyrano! kê vî mafî biparêze û jê girîngtir, kê vî mafî bi kar bîne?
Kurd hîn bûne ji dagirkerên welatê xwe mafên xwe bixwazin! Mafê azadî, siyasî, çandî û nasnameyî hwd. Û kurd, di van xwestekên xwe de ji erş heta terş, bêguman ku mafdar in. Lê belê, tiştekî din heye! Hin tişt jî hene ku divê kurd jî mafê wî/wê bidinê-lê vegerînin. Ma bi tenê kurd mafan dixwazin! Lê hin tişt hene, ku ew jî li kurdan mafên xwe dixwazin. Ji wan yek jê zimanê kurdî ye. Gelo ku zimanê kurdî rojekê were zimên! Dê mîna yê ku li orta çarsiyê bi pîsîkê deyndarê xwe re girtî û heqê xwe jê dixwaze, kurdî jî dê bi pîsîkê kurdan re negire û mafê xwe jê nexwaze?
Kîjan maf; mafê axaftinê, mafê guhdarî kirinê, mafê nivîsandinê, mafê xwendinê, mafê pê hizrînê, û mafê-daxwaza li ser xaka xwe statuyeke zimanî…Lê belê, hê ew roj nehatiye, da ku kurdî li orta çarsiyê bi pîsîkê kurdan re bigre û deynê xwe ji wan bixwaze!.
Û çavên me ronî! Zêde li ser nehate sekinîn, di çapemeniyê de û li ser tora medyaya civakî nebû mijara nîqaşê lê, yekem car e ku di sêsed saliya netew-dewletê de li welatekî ji wan welatên dagirker ên Kurdistanê, li Iraqê zimanê kurdî kirin duyemîn zimanê fermî yê dewleta federal a Iraqê. Ji lew, ji meha rebendanê pê ve û piştî sêsed salî ya destpêka netew-dewletê, êdî zimanê kurdî jî bûye-dibe zimanê fermî yê dewletekê. Erê piştî Sedam kurdî li Iraqê bûbû zimanê fermî, lê divê bê zanîn, zimanê fermî û zimanê dewletê-pergalê ne heman tişt in…
Bi hêvî û bi daxwaza ku heman aqûbet were serê yên din jî…! 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz be! Rihê Bangladeş’iyan şad be!


