Navê wan ku li gorî serdemê guherî be jî, ku qewexaneya duhî bûbe Cafeya îroyîn jî, lê li bajarê ez ‘jê û lê’ ew ê di navbera gundîtî û bajartiyê de nebûyî ‘kasaba’ ( malên şînê, komeleyên filan gundî bêvan eşîrê û el-erebeyên fêkî û zebzefiroşan) îmajekî nebajarane dide wî. (Ma li bajarê we ne wisa ye?)
Lê belê, baş dizanim ew dezgehên min li jor nivîsî ji ber rewşa heyî belkî pêwîstiyek be, belkî jî çîroka ne ji dêrê ne ji mizgeftê…
A li wan bajarên min ên dişibin hev, li vî bajarê ez jê, li taxeke navendî, hema li kêleka parka mezin bi derî û camekanên wê yên li ser cafe nivîsî, ku hûn jî bibînin; ya di hundirê wê de hê qewexaneya berê pêvetir, bawer kin ne tiştekî din e.
Li quncekî wê maseyek û bi dîwêr ve televîzyonekî ji ew ên ‘mezin ekran’ û li quncekî din maseyek din û bi dîwarê mase li ber ve televîzyonekî biçûk ekran...
Li dora her maseyê çend kes kom bûne; li ser maseyekê okey li ser maseya Nesîfo batax tê lîstin.
Dema nûçeyan e! di heman saetê de di herdu televîzyonan de du kanalên tv’î yên cûda de du nûçeyên jihev cihê tên pêşkeşkirin; ‘li gundekî li rojhilatê welatê meyî mezin serbazekî me bi serkeftî çend şimaq li rûyê gundiyekî xwe nezan dan’.
Bi vê nûçeyê re kêfa yên okey dilîzin tê, dibe tîqetîqa wan.
Di televîzyonê din de nûçeyek din tê pêşkeş kirin; ‘kesê ku ji serbêz şimaq xwarî tûfî serçavên serbêzê bêedeb kir’
Vêga ew nûçe kêfa yên li ser maseya Hecî Nesîf rûniştî ne tîne (Di vê navberê de bila hûn zanibin û ez jî şahidim, hecîtiya Hecî Nesîf ne ya Mekê ya Laleşa nûranî ye).
Li ser maseya Nesîfoyî hemû lîstikvanên bataxê bi wî kêfê nûçeyê re cî li Mîroyî teng dikin, ya xwe dikin yek hewl didin ‘oyûnekî’ din bi ser wî de bihêlin…
Bêguman e, ji me hin û pir kes, heta li vî welatê jê re tirkiyê dibêjin bi saya serê hinan di nav civakê de xwelihevsorkirineke dijminane-faşîzane xwe li ferden civakan werda ye.
Ku heya radayekê ew nexweşî bi pêlên faşîzmê re belav bibe jî, ku faşîzma hinan bê fêhmkirin jî, lê di ber xelkê de xwelihevsorkirina kurdan ecêba ser ecêbê ye, xwenenasî ye, ehmeqî ye…
Saet dibe heştê êvarê, ciwan kom bi kom tên, hinek li ber televîzyonekî rûdinin hinek li ber yê din.
Ji reng û şemala wan, ji al û kumên li serê wan ên rengîn diyar e, alîgirên tîmên fotbolê ne; tîmek golekî diavêje komek dide halanan, tîma din golekî diavêje vega koma din bi halanan radibe ser piyan…
mîna navê xwe dizanim, tu naçe wê berê xwe bidin hev û şerefa hev bibin mezatê…
Li dor aliyê xwe dinerim; dihizirim, ne li dûr li gundekî van deran li serê çiyê di bin kevirekî de, li bajarekî kunyeya vê erdnîgariyê ye, li dever û welatekî bi qasî gavekê dûr ku kevirên wî yên jiyanê yek li ser yekî nehatiye hiştin, bi hemû dijberiya xwe ve bi hemû nakokî û trajediya xwe ve; li vî bajarî li ber wî televzîyonî û li ber televzîyonê din; jiyan bi awayekî berdewam e, di vê serdem û atmosfera henase çik de; herhal bi awayekî jiyîn bi awayekî li jiyanê mayîn kar tê hesêb…
Lê dîsa jî naye fêmkirin; kî şimaqê davêje kê û kî pê şa dibe, kî gol diavêje kî pê şa dibe û kî xwe pê diêşîne;
Ma yên li ser vê maseyê û li ser maseya din, ên vî tîmî û tîmê din; ma ne heman kesên ji pişta vê xakê ne; trajedî li ku ye, çawa ye, çi ye û ji çi û ji kê peyda dibe? Gelo hewce ye meriv li dûriyan li trajediya ku ji bindestiyê peyda bûye bigere?


